2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîddeta bindestan û Xwebûn û Welat

Li devera ku bindest gihîştibin asta hişyariyê û çavên wan vebûbe, serdest û dagirker jî mecbûr dimînin ku bi awayekî xwezayî ve xwe adapte bikin. Bindest li şûna xwe nasekinin. Serî natewînin û kirasê ku dagirkeran ji wan re fesilandiye li xwe nakin. Lewre tim komikeke şûman û serhişkan peyda dibe û senaryoya têkbirin û xulamkirin û kolekirin û veguherandin xerab dikin, yanî projeya kedîkirina bindestan têk dibin û sabote dikin. Zordariya ku li ser wan tê pêkanîn bivê nevê dê bindestan jî hişyar bike û bîne qada berxwedanê. Pêşî pêşeng dibînin û hişyar dibin û hewl didin ku ji gelî re bibêjin bê ev bêbav dixwazin çi bînin serê bindestan. Bindest hingê di ber berxwedana xwe re saziyan ava dikin û xwe bi rêxistin dikin.

Muxalefeta bindestan an jî tevgera bindestan li seranserê cîhanê bi heman şîddetê re rûberû ye û li hember heman rengê şîddetê peyda dibe. Serdest û dagirkerên ku li Afrîkayê û Amerîkaya Latîn û Asyayê hene, pismamên serdestên me yên Rojhilata Navîn in. Ola wan yek e û ji heman avê vedixwin. Li her derê heman siyaset û zordarî û qirkirin pêk anîne. Heger bindest bi xwe jî di helwêst û çalakiyên xwe de cidî nebin û desthilatdarî ji wan netirse, pêvajoya azadbûyinê û daxwaza wergirtina mafên xwe dikare veguhere ser qirkirinan. Siyaseta asîmîlasyon û penaberkirinê û talana çandî û zimanî ji xwe şîddeteke mezin e. Ji bo desthilatdariya dagirker, şîddet dibe rêya sereke di  çewisandina wan daxwazên bindestan de.

Desthilatdarî, hingê, ji bo ku rêyê li ber tevgera bindestan bigire, dê hemû celeb û taktîkên vegerandina ser “rêya rast” biceribîne. Di vira de, ew ê berê xwe bide zagoneke xwezayî ya weha ku şikandina wê dijwar e: “meşrûbûn”.

Berî her tiştî, divê were bibîrxistin ku “Dewlet” û “desthilatdariya dewletê” û hingê “şîddeta wê” û qirkirin û kuştin û talan û penaberkirinên ku bi destê wê ve tên kirin, bi qanûnan ve meşrû ne. Hingê di bin navê parastina berjewendiya dewletê de, dikare şîddeteke nedîtî jî bi kar bîne û sînorê wê nîne. Max Weber yê ku formula vê şîddeta meşrû daniye, nîşan dida ku hingê dewlet xwedan monopola şîddeta meşrû ye jî. Ji ber wê ye ku hemû çalakiyên bindestan dikarin bi hêsanî bi “terorîzmê’’ ve werin pênasekirin. Di qanûnên serdestan de şiddeta bindestan meşrû nîne, tenê mafê serdestan heye ku darê zorê bi kar bînin.

Di dewrên kevn de ku hilbijartin tê de nebûn, qral û siltanan xwe bi Xwedê yan Pêxemberan ve girê didan, da ku meşrûbûneke xwezayî ji xwe re bidin avakirin. Gava ku pêwîst bibe, di kîjan dewrê de û li ser kîjan celebê meşrûbûnê be jî, desthilatdar dê “berjewendiyên gelî û dewletê” weke sedema meşrûkirina çalakiyên xwe bi pêş ve derxin. Her çend armanc parastina desthilatdariyê û statukoyê be jî, gel û heqî û adalet û biratî û wekhevî û carinan azadî jî dikarin weke sedemên xapînok bi pêş ve werin derxistin, da ku armanca sereke di bin re were veşartin. Hemû armanc ew e ku siberoj û ewlekariya desthilatdariya heyî were teqezkirin ku bi tirkî jê re dibêjin “bekâ’’.

Berî her tiştî, şîddet li hember wan kesan e ku li dijî wê desthilatdariyê û wê nîzama dagirkeriyê ne ku ên jê re dibêjin peywendiya serdest û bindestan û hiqûqa wan. Ev şîddeta meşrû, bê sînor e, bê  rawestan e û heta serkeftina desthilatdariyê jî dikare dewam bike. Sedem jî ew e ku li hember wê, kesekî ku dozê lê bike û wê darizîne tuneye. Li gundê bê kûçik rast hatiye. Siyaseta dagirkeran şîddeteke bi bername ye, demdirêj e û encamên wê di cîh de xuya nabin. Di vî warî de, peymanên  navneteweyî tekane rêya mazlûmên şîddeta dewletî ne, lê belê prosedura ku xwe bigihînin heta ber wan deriyan ewqasî zehmet e ku bi destê her kesî ve nakeve.

Gava ku pêvajoya rûberûbûyina şîddeta serdestan û şîddeta bindestan pêk tê, serdest jî du stratejiyan bi hev re datînin ber xwe. Hem divê bi bindestan ve bide pejirandin ku rêya çareseriyê ancax bi destê serdestan ve guncav e û hem jî divê wan kes û sazî û dezgehên wan yên hişyarkirin û berxwedanê biçewisînin, qels bikin û ji holê rakin. Zindana Amedê û Faîlî Meçhûl û Wendayî û   kontrgerîlayên bi navê Hizbullah ji ber vê û bi destê dewletê ve dihatin kirin. Li hember vê zordarî û şîddetê, hingê şîddeteke bindestan jî dest pê dike. Êdî şerrê fizîkî jî peyda dibe û li hember hovîtiya dagirkerî û asîmîlasyonê ku Aimée Césaire behs dikir, şîddet û pêlên tolhildan û talan û xwînrijiyê dest pê dike ku Fanon jê re digot “şîddeta lazim”. Dagirker bi vî awayî ve mecbûr dimîne ku bi muxatabên çêkirî û bi bûrjûwaziya liberal re rûne û bazarê bike. Gava ku ew jî neçe serî, hingê pêvajoya lêgerîna çareseriyeke aştiyane dest pê dike, da ku xisara serdestan zêdetir nebe. Bûrjûwaziya serdestan desthilatdariya dewleta xwe mecbûr dike ku tawîzan bide; lê belê dagirker ebeden ne dilsoz e û çawa ku keysê bi dest bixe, dikare vegere ser siyaseta xwe ya zordariyê. Lewre hebûna wî li ser têkbirina bindestan û xaka wan ava bûye. Xwezaya peywendiya di navbera serdest û bindestan de ev e û rewşa ku em li bakurê Kurdistanê dibînin jî ev e.

Sed sal piştî avakirina komarê, sîstem dîsa xitimî, lewre diyalektîka dîrokî pêvajoyek e ku rê nikare li ber were girtin. Lê belê tirk jî fêrî wê diyalektîkê bûne êdî. Ji dêleva lihevkirina bi kurdan re, ew ê tim hewl bidin ku kurdan bînin ser “rêya rast” ya ku “li xêra her kesî” ye. Hingê, armanc qet neguheriye: yekitiya neteweyî û xakî di bin navê tirk-îslamê de ku navê wê “osmanîzma nû” ye. Di bin banê vê bernameyê de, kurdbûn êdî ne qedexe ye, lê belê mirov nikare tiştekî li ser navê kurdîtiyê bike, lewre kurdîtî qedexe ye, parastina mafên kurdan qedexe ye, daxwaza perwerdehiya bi kurdî qedexe ye, nasnameya kurdî qedexe ye û hemû jî daxwazên mînîmûm yanî yên herî kêm in. Yanî, kurd hene, lê tenê weke hemwelatiyên tirk hene. Elbet kurd ne ewqasî ehmaq in ku bi vê qayil bibin, lewre heger ne weha be, çima ewqas xwîn hat rijandin?

Yek ji dezgehên vê berxwedana kurdîtiyê, rojnamegeriya berdewamiya Welat û Welatê Me û Azadiya Welat e ku îroj bi navê Xwebûn dewam dike. Gelek kovar û rojnameyên kurdî ji rojnameya Kurdistanê û bi vir ve hatine çapkirin, lê Welat û heta ku gihîşt Azadiya Welat di rojnamegeriya kurdî de cîhekî taybet girt, hem bi berdewamiya xwe ve û hem jî bi berxwedana xwe ve. Vê qada berxwedanê sala 1992’yan dest pê kir. Sala 2020’î veguherî ser Xwebûnê, lê çend roj berê hêzên dewletê yên “meşrû” hatin û dest danîn ser alavên rojnameyê, da ku rojname nikaribe were amadekirin. Du xebatkarên rojnameyê jî, M. Elî Ertaş û Zeynel Bulut, kî dizane bê bi çi tawanbariyê ve girtine.

Hêzên dagirker û desthilatdariyên zordar, ji partiyên siyasî û çekdaran bêtir, ji rojnamegeran, ji nivîskaran û ji rewşenbîran ditirsin. Bi taybetî jî ji rojnameger û nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên ku bi zimanê gelê bindest ve kar û xebatê dikin. Lewre, ew dikarin bi zimanê gelî ve bi gelî re bipeyivin û rêyê ber bi wan ve bixin û wan hişyar bikin. Zordariya dewleta zordar çiqasî zêde bibe, çalakiya van kesan jî ewqasî bandora xwe dike. Ji ber wê ye ku di faîlî meçhûlan de herî zêde ev kes bûbûn  qurbanî. Ev çalakiya wan, bivê nevê, dê tevgera çekdar jî meşrû bike, lê berpirsê vê meşrûkirinê  rojnameger û nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedar nînin: şîddeta dewletê ya meşrû berpirsa vê rewşê bi xwe ye. Fanon digot ku hetan nîşaneya herî biçûk ya dagirkeriyê ji holê ranebe jî bindest nikarin azad bibin. Şerrê psîkolojîk, propaganda, hevrikên dagirkeriyê, partiyên siyasî yên liberal, bûrjûwaziya nava bindestan û heta ew qanûnên ku şîddet û zordariya dewletê meşrû dikin jî nîşane û diyardeyên wê nîzama navbera serdest û bindestan in û hingê diyardeyên dagirkeriyê ne.

Di van salên dawîn de, ji ber rewşa karantîna û mayina li malê, rojnamegeriyê jî berê xwe dabû qada dîjîtal. Bi postcad û xwendina gotaran ya bi deng, bi bikaranîna tora civakî û kanala youtubê ve, rojnameya Xwebûnê teknîk û rêbaza xwe ya rojnamegeriyê adapteyî roja me kiribû û hêza xwe û hingê bandora xwe jî xurttir kiribû. Di nava gelên nexwende de, bikaranîna dîmenan û bidengkirina gotaran ve, Xwebûnê dîwarekî girîng hilweşandibû.

Hejmara tikandina vîdeo û berhemên wê, ne gelekî zêde be jî “kurmancî ye, kovî û kenarî” û em  dizanin ku divê hesabê bi kêmanî deh salên pêş were kirin. Dewleta ku asîmîlekirina kurdan danîbû ber xwe jî heman hesab kiribû. Azadiya Welat çardeh hezar dihat firotin, lê bele rêjeya xwendina wê nedigihîşt çar sedan jî. Kanala Xwebûnê a youtubê zêdetir ji çar hezar abone wergirtine û nûçe û videoyên li ser dîrok û zimanê kurdî û her weha nivîsên bi deng li ser tora civakî jî tên belavkirin.

Ji ber wê ye ku ji Xwebûnê ditirsin! Lewre Xwebûna kurdan, hebûna kurdan e. Dagirker jî pê dizanin. Ji me bêtir dizanin. Ji faîlî meçhûlan û kuştin û qirkirinên bi genfiskî, em êdî hatine qada faîlî meşrû û faîlî meşhûran. Em hemû jî pê dizanin, bi ser nakevin… Lewre kurd berxwedêr in, ji ber wê ye ku ev rojname û ev gotar jî bi şiklên nû ve digihîje we.