17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Serşorî çendî kirêt e

Gelek gotin dibe ku mirov bêje lê di dîrokê de tê zanîn dema şah an jî qiral hev bihatana weke yadîgarî serê dijberê hev jê dikirin li ser sinîyekê pêşkêşî hev dikirin

Serşorî, bêkesayetî, bê şerm, li rabirdûya xwe xwedî dernakeve, her wiha rabirdû ji boy xwe xilas bike devdirêjiyê dike, buxtan davêje. Hişmendiya dîrokî boy xwe bargiranî, li pêş jiyana rojane asteng dibîne. Serşor, her livandineke berxwêdêr, her henaseyeke mirovî, helwesta exlaqî, sekneke birûmet; kurtasî şeref û namusê ditirse. Ji ber ku di van pîvanan de mirina xwe dibîne, çendî serê wê/wî şor e hînde deyl û destê der û dor ber bi xwe dikşîne daku her kes weke wê/wî be, weke xwe kesa ava neke, çêneke ê bimre-bibehece. Ji ber vê îtîrafkar-serşor weke mirov dimire û weke heywan dizê.

Dibêjin ku serşorî û xîyanet bîreke bêbinîye. Bîreke bêbinî gelo wê çawa bê pênasekirin? Bîreke kûr û tarî, di navda xofoşên şevê, çep rast, paş ê pêşva êrişî dev û gûhê te dikin, di her nikillêdanê de, di cihekî de xwîn diherike. Destê xwe çep rast xwe diparêzî lê didî, diwestî bêhelwestî, dijbêrî, bîr çiravê dikşîne xwerê. Qurban ji boy xwe xilas bike dest davêje lingê kesekî din dikşîne xwerê, ji boy xwe rizgar bike. Pêwîstî pêlêkirina ser serê yê din dibîne, ne ku tekoşîneke hevbeş dijî xofoşê şevê.

Serşor, ne durû ye, mixabin bi gelek rû ye, weke bûkelemun tê gotin lê ev şibandineke ne di cih de ye, ji ber ku bukelemun li gorî siruşt rengê xwe da ku xwe biparêze, neyê dîtin, wetayeke din qamûflaj e. Ne ku bûkelemun bi xwe durû yan jî gelek rû ye. Lê ser şor, tiştên mirov dikin mirov bê par e, bê mebde ye, kîngê wê çi bêje ne dîyar e, reş û sipî yê wê nîn e, red an jî çi qebul dike, tehl û şîrîn çi ye, her wiha tu bawerî, feraseta ol an jî neteweyî nîn e. Ji boy ajoyên xwe her tiştî dikare binpê bike, manewiyat nîn e, her tişt madî ye.

Ser şor, hestên wî ê ezezî, qarîyerîzîm wek narsîzme kî bê sînore, bê hêze xwe hêz dibine,bê aqilîya xwe aqil dibine, birçîye lê xwe têr diyar dike, nexweşe xwe pir zîndî nîşandide, bê desthilatê xwe xwedî desthilat nîşandide. Tirsoneke, newêreke, teslîmkare xwe berxwedêr nîşandide. Çîrokên qehremanan da xwe vedişêre, wek şanogerî kî dikeve her rolekî da ku hestên xwe ê narsîst rehet bike.

Şîroveya jorê dibe ku tiştekî nû nebe jî lê helwestên ku derdikevin, gotinên tên gotin ku mirov neçar e wan tiştan dubare jî be binivîse. Ji ber ku herikandina dîroka mirovahî û giştî diroka gerdunê da her diyardeyekî de nakokiyên siruştî hene û ev nakokî tev bi hev re ne, hev tînin, hev çêdikin, aliyên asteng didin aliyekî lê tequz hev tune nakin, çêkerî di pêş de ye. Teybet jî pêşketina (pêşketin di wetaye nebaşî de) dewlet û feraseta desthilatdariyê mirovahî kir du rahendeyê esasî. Ew jî yek rehendeyê kapîtalîst-an jî dizê malê-desthilatdar, a duyem jî feraseta exlaqî û polîtîk, yanî feraseta xwedî şeref, namus, xwedî pîvan, xwedî wijdan. Di roja me ya îroyîn de jî ev her du feraset zik di hev de têkoşîn dikin, caran yek ê din zêdetir li ser civakê bandor dike, caran jî yê din bi bandor dike lê teqûz hev û du tunekirin nîn e û nebûye. Di vir de ya diyarker hêza tekoşînê ye, tekoşîna kê di nava civakê de xurt bûye, kê civak baş rêxistin kiriye ew bi ser ketiye.

Şeşê sibata îsal erdhejeke malwêran li bakurê Kurdistanê pêk hat. Bajar, navçe û gund wêran bûn, gelê cîhanê û gele kurd, gelê tirk û neteweyên din ji boy kesên bin kavilanda mane rizgar bikin ketin di nava liv û tevgerê. Başurê welat jî gelê kurd di her warî de ket nava hewildanan ku alîkariyê berhev bikin ku ji boy Bakurê welat bişînin, hewildanê gel pir bi wetedar bûn û encam jî girt. Lê sazîya bi navê ‘’Xêrxwazên Berzanî’’ hemû derfetên madî yên Başûr derbasî Bakurê welat û derbasî Efrînê bû, bê guman weke helwest baş e û cihê dilxweşî ye bû, lê dîmenê ku li Efrînê, li rex hêza Siltan Mûradê dagirker, tecawizkarê qîz û jinên kurd da şerma kurdayetî bû. Mirov dikeve, mirov kirêt dibe jî lê ew qas jî nabe. Rastî ketina vê rewşê tu peyv û hevok nîn e ku mirov bi nav bike, gotin li ser lêva mirov sar dibe, gewrîya mirov tehl, mehdê mirov jan dide. Rastî jî ketina bîra bêbînî ev e.

Lê alîyekî jî rewşa ku malbata Barzanîyan ketina asta ku êdî hemû bendên ne tenê neteweyî yê kesayet jî çirandine, ev rewşeke edî ne vegereke di nava netewa kurdan e.

Baş e çima? Gelek gotin dibe ku mirov bêje lê di dîrokê de tê zanîn dema şah an jî qiral hev bihatana weke yadîgarî serê dijberê hev jê dikirin li ser sinîyekê pêşkêşî hev dikirin.