spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Amedê: Mixabin wê şefê we biçe

Newroza Amedê ya îsal nîşan da ku şert û merc çi dibin bila bibin dema ku pêwîst bike, ji jin û ciwanan bigire heta kal û pîran, kurd dikarin dakevin qadê û peyama xwe ji qadê bidin

Kurdan careke din cejna Newrozê li pey xwe hişt û xêrhatina biharê kir. Ez bawer im li ba her kurdî cihekî taybet ê Newrozê û bîranînên wê hene. Dixwazin ji bîranînên xwe yên zarokatiyê yên Newrozê dest pê bikim û bêm ser Newroza Amedê ya îsal ku lê amade bûm. Ez femberê xwe bûme nebûme li nav malbata min Newroz tê pîrozkirin. Pîrozkirina me roja 21’e Adarê bi mexrebê re li serê qotê pişt mala me dest pê dikir û heta çend saetan berdewam dikir. Ji bo pîrozkirina Newrozê me bi roj tekelan komî dikir, bi mexrebê re dest bi şewitandina wan dikir û xwe di ser agirê tekelan de diavêt.

Ji ber ku di gund de malbatên ne welatparêz jî hebûn, weke pîrozkirinên Newrozên Amedê nebe jî, bêguman di pîrozkirinên me de jî alozî derdiketin! Bi destpêkirina pîrozkirinê re zarokên van malbatan dihatin û ji ber pîrozkirina me gotinan digotin û em bi hev diketin. Piştî vê pîrozbahiya me bi dawî dibû û em dihatin malê. Li malê me xwe dida ber nûçeyan (Med-Roj TV) û pîrozkirinên Newrozên yên li bajaran yek bi yek temaşe dikir.

Newroza yekemîn a Amedê

Her tim tevlêbûna pîrozkirina Newroza Amedê ji min re xeyal bû. Sala 2009’an di sala xwe ya dawîn a lîseyê de bi komek hevalên xwe re min berê xwe da Amedê û vê xeyala xwe bir serî. Êdî ez di nav wê girseya ku her sal min ji televîzyonê dişopand de bûm. Ji ber ku cara yekemîn tev li Newroza Amedê dibûm gelek bi kelecan bûm. Lê ewqas jî kêfxweş û dilgeş bûm. Per û baskê min hebûna ez ê ew roj bifiriyama. Ji ber vê yekê jî timik Newroz herî xweş ji bom in Newroza 2009’an a Amedê ye. Piştre Newroza sala 2013’an a ku lê nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a destpêkirina “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” hat xwendin jî di nav de tev li çend Newrozan bûm. Lê di salên dawîn de ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê tev li Newrozan nedibûm û bi wergerandina geşedanên li qada Newrozê re mijûl dibûm. Piştî çend salan şahidiya Newroza Amedê îsal bû nesîb!

Hewayê jî vexwend

Ji bo tevlêbûna Newrozê min ji rojek berê ve amadekariya xwe kir û roja Newrozê sibehê saet di 06.30’an de ji xew rabûm û saet di 07.00’an de ji mal derketim. Bi komek hempîşeyên xwe re bi wesayîtê berê min li qada Newrozê ye. Di wesayîtê de stranên dewetê li serê ne. Gotin di cih de be me di rê de dest bi pîrozkirina Newrozê kir. Hewa jî vekirî ye û em di navbera xwe de dibêjin hewa jî hewa Newrozê ye. Yanî bi gotineke din hewayê jî amediyan vedixwend qada Newrozê.

Bi vê kêf û cojê me xwe gihand ber derê protokolê yê qada Newrozê. Li vir hejmareke polisên ço di destê wan de hatibûn rawestandin û di bin navê kontrolê de dixwestin astengiyan derbixin. Lê ev astengiya wan tenê bi qasî 2 saetan berdewam kir û saet derdora 09.30’an em derbasî qadê bûn. Ji ber ragihandina ji bo televîzyonê ez derbasî platforma ku axaftin lê hatin kirin bûm û qet derfeta min çênebû ku dakevim qada Newrozê. Dema ku derketim ser dikê hê li qada Newrozê kes tunebû. Piştî demeke kurt 100-200 ciwan ketin qadê û rast e rast berê xwe dan platformê. Ev kom çawa ku heta ber platformê derket ser têl û dîrekên ku ji bo girêdana van telan hatibûn çikandin û dest bi dûrişmeya “Bijî Serok Apo” kirin. Bi vê dûrişmê qada Newrozê kêlî bi kêlî tije bû.

Bi dilêriya xwe tev li bûn

Kesên ku diherikîn qada Newrozê piranî jê ciwan bûn. Beşeke mezin a van ciwanan jî xwendekarên dibistanan bûn. Tevî ku dibistan vekiribûn û li ser hişyarkirina rayedarên Wezareta Perwerdeyê midurên dibistanan gefa tevlênebûnê li wan xwaribûn jî xwendekar bi dilêriya xwe li qada Newrozê bûn. Van ciwan û xwendekaran ji teketina xwe ya qadê heta terkkirina xwe jî şerê polîsan kirin! Ciwanan dixwest ew têla bi qasî 6-7 metreyan bilind ku ji aliyê polîsan ve li pêşiya platformê hatibû raçandin rakin û kelecana xwe ya Newrozê heta ber platformê bînin. Lê polis ji wan re dibûn asteng û bi gazê êrîşî wan dikirin. Ji ber vê sedemê ciwanan her bertek nîşanî polîsan dan.

Di dawiya pîrozbahiyê de berteka zarokek 10-12 salî gelek bala min kişand. Zarokê ku tîşortekî zer lê bû li pêşiya têlê ji polisan re îşaretên cuda dikir û bi vê rêbazê bertek nîşanî wan dida. Ez gelek bi van îşaretên wî keniyam. Lê polîs jî gelek aciz dibûn. Lewre amîrê polîsan ji wan xwest ku dîmenên vî zarokî bikişînin. Bi îhtîmaleke mezin di dawiya Newrozê de wê vî zarokî jî binçav kiribin.

Tevî propagandayên ku ji ber erdhejê beriya Newrozê ji aliyê hin derdoran ve dihatin kirin jî bi sed hezaran kes li qada Newrozê amade bûn û bi awayekî zelal helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên ku îro ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tên meşandin danîn holê. Beşdarên Newrozê bi yekdengî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” şermezar kirin û ji qada Newrozê Îmraliyê ji bo çareserî û aramiyê Îmraliyê nîşan dan.

‘Referandûma’ Amedê

Tiştek din a balkêş ku bala min kişand “referandûma” li dijî înkara Amedê ya serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû. Li ser pirsa pêşkêşvan bernameyê Devrîm Demîr, beşdarên Newrozê çawa ku bi yek dengî li dijî tecrîda li ser Ocalan derketin bi heman rengî li Amedê jî xwedî derketin û bersiveke xurt dan înkarkirina çand, dîrok û bîra xwe! Di kêliya ku ev “referandûm” dihat kirin de polîsên di xizmeta bahçelî û Erdogan de bi êrîşkirina ciwanan re mijûl bûn. Dixwestin dengê xwedîderketina li Amedê qut bikin.

Ji ber ku axaftinên siyasetmedaran hem bi awayekî zindî hem jî bi awayekî nivîskî kêlî bi kêlî hatin dayîn pêwîst nabînim ku qala peyamên wan bikim. Lê peyama ji qadê girîng e, divê mirov li ser rawest e. Li gorî min Newroza Amedê ya îsal nîşan da ku şert û merc çi dibin bila bibin dema ku pêwîst bike, ji jin û ciwanan bigire heta kal û pîran, kurd dikarin dakevin qadê û peyama xwe ji qadê bidin.

Hê jî ji Erdogan bi hêvî ne!

Êdî dixwazim bêm dawîbûna bernameya Newrozê û dema vegera malê. Bi dawîbûna bernameyê re amîrekî polîsan ew mîqrefona ku pê bernameya Newrozê hat birêvebirin, hemû axaftên pê hatin kirin û stran hatin gotin girt destê xwe û pê gef li kesên qadê mabûn xwar. Belê ew mîqrefona ku heta kêliyek berê jî pê stranên şoreşê dihatin gotin piştî guhertina dest vê pê gef dihatin xwarin. Bi vê gefê re polîsan xwe bi deriyên qada Newrozê re gihandin û êrîş birin ser ciwanên ku di şexsê wan de bertek nîşanî pergala faşîst a jê re xizmet dikin da û ew binçav kirin.

Piştî vê dîsa bi wê koma hempîşeyên xwe re ji qadê derketim û berê xwe da malê. Di rê de ez ji komê veqetiyam û xwe avêt maleke nas a nêzî qada Newrozê. Du dayikên ku tev li Newrozê bûne li mal in. Ji min re qala dema çûna xwe ya qadê û nîqaşên di navebra xwe û polîsan de dikin. Yek ji wan dibêje: “Wele min ji polîsan re got, ‘Êdî bes e bila Erdogan biçe, hûn jî xelas bibin em jî xelas bibin’. Piştî ku min wiha got polisek li min vegerand û got, ‘Tu ji kuderê dizanî wê Erdogan biçe, ma kesên ku bên wê ji Erdogan pir çêtir bin’.”

Wisa diyar e polîsan hê hêviya xwe ji şefê xwe Erdogan qut nebiriye.

Lê mixabin ew qebûl bikin jî nekin jî wê şefê wan biçe û wê gelek ji wan jî ji ber îşkenceya ku bi fermana şefê xwe û qewraşên wî li gel kirine bên darizandin û cezakirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê