spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bendeya netewperestiyê

Ji zanistên welatên anglosakson bigire, heta yên ewropî, heta hînên herêma bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bandora rexneya zanistên femînîst a der barê netewperestiyê li ser wan heye

Têkiliya navbera netewperestî û femînizmê yan jî tevgerên jinan di zanistên civakî de her tim bûye/dibe mijara gengeşiyê. Bi taybetî demeke dirêj lêkolînên feminîst ên der barê lêkolînên netewperestiyê de pêwendiya jinan û netewperestiyê weke têkiliyeke neçar, bi pirsgirêk, weke têkiliya qurbanî û kiryar dihat dîtin. Netewperestî weke zilamekî tirsnak siya xwe li ser jinên neteweyê dirêj dikir û ew li gorî xwe, li gorî berjewendiyên xwe weke amûr bi kar dianî. Diviya tevgerên jin û femînîst xwe ji vê siya netewperestiyê xilas bikirina û bi awayekî “serbixwe” li ser mijarên xwe kûr bûbûna.

Ji zanistên welatên anglosakson bigire, heta yên ewropî, heta hînên herêma bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bandora rexneya zanistên femînîst a der barê netewperestiyê li ser wan heye. Di lîteratura wan de bi giranî peyva “netewperestiyê” tê bikaranîn. Di navbera tevgerên neteweyî, şoreşgerî, netewperestî de pir cudahî nayê kirin û yekser hemû rêxistinên  ji bo “rizgariya neteweyî” têdikoşin, weke tevgerên “netewperest” tên pênasekirin û analiz li ser vê esasê tên kirin.

Hemû tevgeran di bin teoriya “netewperestiyê” de şîrovekirin bixwe helwesteke rihet e. Hewceyî analîzkirina têkiliyên kompleks ên serdestî û mêtîngeriyê, yên navbera dewletan û saziyên derî dewletan, her wiha bandorên wan ên cuda ên li ser civakê û taybetî jî li ser têkiliyên zayendî nake. Homojenkirina hemî tevgeran û tekoşînên wan di bin navê netewperestiyê taybetî jî di nirxandina milê jinan û tekoşînên wan de dibe sedemê hin şîroveyên şaş û bêqîmetkirina tekoşîna wan.

Bi taybetî lêkolînên der barê tevgerên kurdan de, ên li welatên bakurî hatine kirin, dixwazî ji hêla kurdan ve an jî ji hêla ne kurdan ve hatibin kirin, pirî caran tevgera azadiya kurdan weke tevgereke netewperest pênase dikin. Ji carekê ve ev nav lê tê kirin, beyî ku bingeha wê bê tijekirin. Ev yek weke min li jorê jî got, ji bandora serdest a lêkolînên ser netewperestiyê tê. Her çiqas tevgera kurd xwe weke tevgereke netewperest (heta êdî bi “neteweyî” jî bi sînor nake) nebîne, heta rexneyên wê yên bingehîn ji neteweperestiyê re hebe jî, ev pênasekirina ji derve de hîn jî bi hemû hêza xwe li ortê ye. Xala balkêş di vê mijarê de rêxistinên kurdan ên ku xwe weke “netewperest” pênase dikin, vê yekê qet nakin pirsgirêk.

LOi gorî min di asta transnasyonal de pênasekirina tevgera azadiyê weke “netewperest” bikaranîneke bizanebûn e, helwesteke kolonyal e û xizmetî serdestiyê dike.

Ji xeynî xalên din dixwazim dîsa vegerim ser têkiliya wê ya tekoşîna jinan.

Ji destpêka 2000’an de hîn lêkolînên ku li ser rola jinan di nav tevgerên neteweyî û netewperest de disekinîn, dan nîşandan ku netewperestî di tevlêbûna jinan a pêvajoyên polîtik û leşkerî de û girêdayî vê xurtkirina xwehêzkirinê û xwebaweriyê de roleke girîng lîstiye/dilîze. Di mînaka jinên kurd de ji ber ku polîtîzebûn di asta destpêkê de girêdayî bindestbûn û dagirkirina welêt/netewe de pêş dikeve û ev yek rê li rêxistinbûyînê vedike, ev analîz heta astekê di cih de ye. Lê hemû rêxistinan weke “netewperest” pênasekirin, pêşketina jinan a rêxistinî, kesayetî û polîtik yekser dixe  nava selikekê û ligel rêxistinên neteweperest cudahiyên di van xalan de nahêle ku bê dîtin. Mînak ji ber vê sedemê di lêkolînan de analizên li ser rêxistinên serbixwe yên femînîst ên kurdan ji du aliyan ve tên kirin: yek jê ji hêla têkiliyên wan ên bi partiyên kurdan ve (ev hemî neteweperest, mêr û baviksalar tên dîtin) û ya din ji hêla têkiliya wan a civakî ve. Di vê çarçoveyê de civak jî baviksalar û ev rêxistinên jinan ên “serbixwe”  xwe ji partiyên netewperest û civaka baviksalar dûr dixin û weke gravên îzole tên pênasekirin. Li gorî analîzên wan, jinên / rêxistinên jinan ên ku di nav civakê/partiyan de dimînin, heû qurbaniyên netewperestiyê û baviksalariyê ne û ji hêla wan ve weke amûr tên bikaranîn. Her wiha neçar dimînin ku li gorî ajandayên baviksalar tevbigerin. Niha ger rêxistin serî heta binî neteweperest û baviksalar be, ev  analîz heta radeyekê -ne hemû jî- dikare bê fêmkirin. Lê gelo ger em bêjin, rêxistin ne netewperest û civak jî ne homojen in, ew ê çi nirxandin bê kirin? Ew ê îdîaya azadiyê jinan, guhertina civakê ligel hemû zehmetiyan di nav civaka xwe de mayîn, li ser çi pênase bikin? Nikarin bikin, lewre kolonyalîzm her tim dixwaze jinan qaşo ji “bendeyên” wan lê di rastiyê de ji koka wan dûr bixe. Di mijara netewperestiyê de jî wisa ye. Partî û rêxistinên Rojhilata Navîn yekser baviksalar û netewperest îlan bike, jinan wekî bendeyên van rêxistinan bibîne û analîzên xwe li ser “serbixwebûna wan a ji civaka xwe qutbûyî” bike.