2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şertên Israîlê ên ji bo agirbesteke 2 mehan

Heta niha tu hêviyeke mezin a ji bo peymaneke lihevkirinê di navbera Israîl û Hemasê de tune ye lê der barê dosyaya bihevguhertina dîlgirtiyan hin pêşketin çêdibin.

Li gorî malpera El Hedes ku agahiyên dispêre 2 çavkaniyên agahdar û dibêje wan ragihandine ku Israîlê pêşnûmeyek pêşkêş kiriye û tê de daxwaz dike ku rayedarên pilebilind ên tevgera Hemasê ji Zîvala Xezayê derkevin. Bi pêkhatina vê yekê jî dibe ku ew bibe beşek ji peymaneke berfirehtir ya agirbesta Xezayê.

Li gorî heman çavkaniyê ev pêşnûmeya meha borî herî kêm du caran ji aliyê serokê îstixbarata Îsraîlî (Mossad) ve hatiye gotûbêjkirin, carek li paytexta Polonya, Varşova, û ya duyem jî di dema serdana Wezîrê Derve yê Amerîka, Anthony Blinken, bo Tel Avîvê de.

Israîlê hin navên rêvebirên payebilind ên Hemasê pêşinyar kiriye ku ew ji zîvala Xezayê ya ku ev 4 mehin şerekî dijwar lê tê kirin, derkevin. Her wiha tê gotin ku serokê Mossadê ev pêşniyar bi Rêveberê CIA William Burns re jî gotûbêj kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî li Dewhayê ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re gotibû ku ew pêşiyara Israîlê ne guncav e. Li gorî axaftina Al Sanî, Hemas dibêje heke ew rêvebirên Hemasê ji Xezayê derkevin jî dê Israîlê şerê xwe ranewstîne.

Agirbestek ji bo du mehan

Her wiha bi navbênkariya Qeter û Misrê pêşnûmeyeke din ji Israîlî re hat pêşkêşkirin ku tê de agirbestek du mehan bê pêkanîn li hember azadkirina tevgera Hemasê ya hemî girtiyên ku di destê wê de ne.

Wekî qûnaxa yekemîn jî tê pêşinyarkirin ku hemû girtiyên jin û mêr ên sivîl ên ji 60 salî mezintir werin serbestberdan.

Di qonaxên piştre jî de, jinên leşker têne berdan, paşê mêrên sivîl ên di bin 60 salî de, paşê zilamên leşker û di dawiyê jî cenazeyên girtiyên Îsraîlî ên ku jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku ji aliyekî din ve malbatên kesên dîlgirtî yên ku Hemasê ew revandibûn zextê li hikûmeta Israîlê dike da ku bi lez tevbigere û wan dîlgirtiyan serbest berde. Hema bêje malbatên dîlgirtiyan û raya giştî ya israîlî rojane xwepêşandanan pêk tînin û daxwaza serbestberdana xizmên xwe dikin.