10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglû: Biryara dirêjkirina girtina min beriya danişînê dabûn

Rojnamemger û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir ku biryara dirêjkirina girtina wê beriya danişînê dabûn û got: “Em ê dîsa gotina xwe bibêjin. Tiştên ku ne xuyayî bidin xuyakirin û yên nehatine nivîsandin binivîsin.”

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Dîcle Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan de hate binçavkirin û di 3’yê gulanê de hate girtin. Muftuoglû ku ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”  û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hate tawanbarkirin, di danişîna duyemîn a di 18’ê çileyê de nehat berdan. Muftuoglû, têkildarî neberdana xwe nivîsek ji Ajansa Mezopotamya (MA) renivîsand.

 Li gorî Wezîrê Dadê rojnamegerên girtî tune ne

Muftuoglû, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a têkildarî rojnamegeran û wiha got: “Her çend ku min gotibe ez yek ji rojnamegerên girtî me jî, wezîr dibêje; ‘tu rojnamegerên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de tên ragirtin tune ne.’ Weke kesekê feraseta siyaseta giştî ya îktîdara AKP’ê didomîne, ji hêla xwe ve mafdar bû. Heke tu nekarî rastiyê biguherînî wê demê dê berevajî bikî! Rastiya hejmara rojnamegerên girtî êdî li Tirkiyeyê beloq bûye. Di rewşeke wiha de zîhniyeteke ku gotinên ‘Ewropa Tirkiyeyê dihesûde’ û ‘çapemenî tu caran ewqas azad nebû’ dike, bêguman dê rastiya rojnamegeran nebîne.”

‘Biryara dirêjkirina girtina min berê dabûn’  

Muftuoglû, bal kişand ser helwesta şandeya dadgehê ya di danişîna duyemîn de û wiha got: “Di îdianameyê de hemû xebatên min ên pîşeyî weke ‘fealiyetên rêxistinî’ hatine nîşandan. Di danişîna ewil de bi hinceta ku li şahidan nehatiye guhdarîkirin, biryara domandina rewşa girtî dan. Îcar ji bo vê tu hincet nedîtin û bi biryara ji berê ve hatiye amadekirin re rewşa min a girtî domandin. Şahidê ku derheqê min de li emniyetê îfadeya ‘tevî 25 kesan tev li perwerdeya mehekê bû’ dabû, li dadgehê got ku nayê  bîra wî ka çi kiriye çi nekiriye.”

Bang li saziyên rojnamegeran kir

Rojnameger Muftuoglû diyar kir ku dadgeh hewl dide bi îfadeyên şahidên nepen xebatên wê yên pîşeyî weke “xebatên rêxistinî” nîşan bide û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara hatiye dayîn, tenê tê wateya darizandina rojnamegeriyê. Tevî îfadeyên binakok ên şahidan jî dadgehê ev polîtîkaya zilmê domand. Em rojnamegerên kurd jî biisrarin ku heqîqetê derxin holê. Weke peyrewên pênûsên 30 sal in serî netewandin, em ê gotina xwe bikin, tiştên nehatine dîtin xuyanî bikin, yên nehatine nivîsandin binivîsin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran ew e ku ji bo parastina azadiya çapemeniyê têkoşîna hevpar mezin bikin.”