27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Israîlê Isaac Herzog: Sibeheke zehmet ya ku nayê tehmûlkirin

Şerê di navbera artêşa Israîlê û çekdarên Hemasê li Xan Yûnisê dijwar dibe û artêşa Israîlê ragihand ku hejmara kuştiyên di nav rêzên wê de, ji destpêka operasyona bejayî de gihîştiye 200 kesan.

Roja Duşemê, firokeyên Israîlî êrîşên xwe li ser Xan Yûnis, bajarê herî mezin li başûrê Zîvala Xezayê, tund kirin, di heman demê de topxaneyên Israîlî bi tundî bombebarankirina meydanên niştecihbûnê û derdora navendên penagehan nû kirin. şerê li ser Xezayê ket roja xwe ya 108’emîn û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin.

Artêşa Israîlê ragihand ku operasiyonên wê li Xan Yûnisê dê çend rojan berdewam bin “bi armanca lêdana navendên Hemas û şiyanên wê yên leşkerî li navçeyê”, di heman demê de çavkaniyên Israîlê kuştina nêzîkî 21 efser û leşkeran qebûl kir.

Ji aliyê siyasî ve zext li ser Îsraîlê zêde dibe ku planeke piştî şer amade bike, di nav de avakirina dewleta Filistînê jî heye. Der barê bakurê Îsraîlê de, Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransî Sebastien Lecornu roja duşemê teqez kir ku welatê wî hewl dide xwe ji ser sînorê navbera Îsraîl û Lubnanê dûr bixe.

Di heman demê de malpera amerîkî Axios li ser desthilata karbidestên Îsraîlî ragihand ku Telavîvê pêşniyarek ji bo rawestandina şer ji bo du mehan li Xezayê pêşkêş kir da ku hemû dîlgirtiyên israîlî serbest bên berdan.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog

Rojnameya Maariv îro danê sibê, piştî ragihandina kuştina 21 serbazên Îsraîlî li Xezayê, ji zarê serokê Îsraîlê got: “Sibehek dijwar û nayê tehmûlkirin, ji ber ku her diçe navên kurên me yên herî baş li lîsteya kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe … Şerên pir dijwar li herêmeke pir aloz diqewimin.” .

Li başûrê Şerîda Xezayê 21 efser û leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Di jimareke nû de, artêşa Îsraîlê îro danê sibê ragihand, di şerên li navenda zîvala Xezayê de 21 efser û leşker hatine kuştin.

Ev daxuyanî di demek kurt de tê piştî ku artêşa Israîlê kuştina 13 efser û leşkeran di şerên Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezayê di 12 saetên borî de qebûl kir.

Niştecihan li nêzî Ramallahê otomobîlan dişewitînin

Hesabên Filistînî yên li ser medyaya dijîtal vîdyoyên şewitandina wesayitan belav dikin. Di dîmenan de tê destnîşankirin ku niştecihên israîlî li gundê Beitin, li bakurê rojhilatê Ramallahê otomobîlan dişewitînin.