6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Awaza hunermend Mamle 25 sal e wî dijîn e

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê 25 bal berê koça dawî kir. Mihemedê Mamlê xwedî 700 berhemên hunerî ye. Mamlê bi hunera xwe bûye dengek resen yê hunera Kurdî.

Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê (Mam Elî)  di sala 1925’an de li Taxa Xirê ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji nava malbatekî hunermend ji dayik bû. Mamlê di nava malbatê de kesê herî dengxweş tê naskirin. Navê Mamlê ji ber şaşiyek di dema tomarkirina nav de, ev navê herêmî ji bo malbata wan maye. Dema ku navê Mam Elî bi Mamlê tê tomarkirin, ev jî dibe nasnavê vê binemalê. Xwendina seretayî li dibistan Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir.

Her çiqas di nava malbata Mamlê de çend hunermend û dengxweş hebûn jî, lê yê herî derketî pêş Mihemed Mamlê ye. Piştî mirina bavê wî û birayê wî Mîrza Hisênî, Mamlê karibû nûnerê hunerî yê vê malbatê 50 salan bi awaz û stranên Kurdî berdewam bike. Yek ji stranên deriyê hunerê ji Mamlê re vekir, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nava 57 salên jiyana hunerî de nêzî 328 stran tomar kirine.

Di 29’ê Sibata 1948’an de ji ber ku helbestekî bi navûdeng a Hejar Mukiryanî kir stran hatibû girtin. Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de maye.

Mamlê ne tenê mamostayekî hunerê bû. Ji ciwanî ve beşdarî kar û xebatên nîştîmanî bûne. Yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê ya Mehabatê bû.

Mamlê xwedî 700 berhemên hunerî ye. Ji vana 300 heta 320 ji aliyê wî bi xwe ve hatine hilberandin. Hemû di pirtûka Yadî Bexêr de hatine tomarkirin. Hinek stranên folklorî jî li gorî awaza xwe ya taybet gotiye. Çavkaniyên stranên Mamlê çîrok û jiyana xelkê bû. Lewma di her stranek wî de çîrokek şirîn an jî tehl heye.

Mamlê di sala 1963’yan de çûye bajaroka Qaledizê ya ser bi Îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê û li wir çend şahî lidar xistine. Piştre çûye bajarê Silêmaniyê û li wir jî beşdarî çend şahiyan bûye.

Stranên Tayer Tofîq, Elî Merdan, Seîd Elî Esxer Kurdistanî, Mihemed Arif û Tehsîn Tahar ên herî bi dilê Mamlê bûn. Ji helbestan jî, helbestên, Wefayî, Silêmanî Şawanele, Marif Axa, Goran, Hejar Mukiryanî  û Hêmîn Mukiryanî bûn. Helbestên wan di nava gelek stranên xwe de bi kar jî aniye.

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî nexweşiyekî giran girt. Nexweşiyê êdî nehişt dengê xwe tomar bike.

Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê Çileya sala 1999’an piştî nîvro, li bajarê Mehabadê yê Rojhilata Kurdistanê koça dawî kir û xatir xwest. Mamlê li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate definkirin. Tevî ku li ser wefata wî re 25 sal derbas bûn hîn dengê wî di nava gel de zindiye û tê guhdar kirin.