Li bajarên Erzirom, Qers û Erdexanê piştî barîna berfê sir û serma zêde bû. Barîna berfê didome.
Li Erziromê sir û serma zêde dibe û barîna berfê didome. Şevê din serma daket biniya sifirê û gihişt pîleya – 5’an. Barîna berfê ku duh dest pê kir didome. Ji ber barîna berfê her der sipî bû û di bin berfê de ma.
Li bajarê Erdexanê jî sir û serma zêde bû. Ji ber barîna berfê her der spî bû. Şevê din serma heta -8 pîleyan daket. Barîna berfê didome. Ji ber serma zêde gelek cihan qeşa girtiye.
Li Qersê jî 2 roj in barîna berfê didome. Li nava bajêr berf heta 20 santîman bilind bû. Ji ber barîna berfê sir û serma jî zêde bû. Şevê din serma heta -6 pîleyan daket bin sifirê. Li Navçeya Qamişan berf 25 santîman bilind bû.