3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şervanên Minbicê 5 endamên Tehrîr El Şam kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di hewldana ketin û êrişa li dijî nuqteyên meclisê ya li gundên bakurê Minbicê de 5 endamên Tahrîr El Şam kuştin

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, leşkerên girêdayî Tirkiyeyê û çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam(Cebhet El Nusra ya berê)” careke din hewl dan êrişî nuqteyên meclisê ya li gundê Ereb Hesen ê li bakurê bajêr bikin. Navendê diyar kir ku hêzên meclisê bersiva hewldana wan da, 5 çete kuştin û 11 birîndar kirin. Çeteyan çek û cebilxaneya xwe hiştin û çûn. Vê sibehê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daxuyand ku hewldana ketine gundên Minbicê ya ji hêla çeteyan de hebû, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew hewldan têk bir.

Ji dema QSD′ê di 27′ê Tebaxê de Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê daye destpêkirin ve çeteyên leşkerên girêdayî Tirkiyeyê, bi tundî êrişên bejahî li dijî Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê pêk tînin.