4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûman dîsa dest bi talankirina malê şaredariyan kir

Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin diyar kir ku qeyûm ketiye nava metirsiya hilbijartnê û mal û milkê şaredariyê dixwaze gavek berî gavekî bifiroşe

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ên Bajarê Wanê têkildarî gendelî û talana qeyûm li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin di civînê de axivî.

‘Qeyûm ketine metirsiya hilbijartinê’

Mustafa Avci anî ziman ku emrê rejîma qeyûmê duyemîn hindik maye û wiha got: “Em vê rejîmê bi pratika wê ya şênber li ber çavan dibînin. Her gava hilbijartina xwecihî nêz dibe, qeyûm hîn bêtir dikevin nava endişe û bizdanê. Ji bo çavkanî, mal û milkên şaredariyan talan bikin adeta ketine seferberiyê. Deynên şaredariyan derxistine sê çar qatan. Ev têr nake, niha jî dixwazin bi lez û bez mal û milkên şaredariyê yanî malên neguhêzbar şaredariyê ji destê xwe derxin û bifiroşin. Beşek malên neguhêzbar ji aliyê meclisa şaredariyê ya ku hatiye tayînkirin ve dane ber firotinê beşek din jî bi awayek bêheq dewrî saziyên alîgirên qeyûm û AKP’ê bikin. Derd û kula qeyûm ne bajar e. Qeyûmê Wanê adeta bajêr daye ber firotinê. Lê em jî lîsteya malên neguhêzbar şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve dane ber firotinê dişopînin. Lîste li ber destê me ye. Em ji niha ve hişyarî didin wan. Em kêlî bi kêlî we dişopînin. Her wiha ji bo biryara sekinandinê pêk were em ê serî li rêya darazê jî bidin.”

Ji aliyekî din ve li navçeya Pirsûs a Rihayê 41 kargehên aydê galerîvanan bi hinceta “qaçax in” ji aliyê qeyûm ve hatin hilweşandin. 4 galerîvanên bertek nîşanî biryarê dan hatin binçavkirin.

Qeyûmê pirsûsê gef li welatiyan xwar

41 kargehên ku aydê galerîvanan bûn û di navbera navçeya Pirsûs a Rihayê û gundê wê yê Elîgorê de bûn bi îdiaya ku “qaçax in” ji aliyê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye ve hatin hilweşandin. Leşkerên bi TOMA û gaza îsotê êrişî galerîvanan kirin, bi hinceta “kevir avêtine” 4 kes binçav kirin.

Dikandarên ku bertek nîşanî hilweşandina kargehan a bêyî biryareke hilweşînê hebe dan, diyar kirin ku biryar siyasî ye. Dikandaran anîn ziman ku di 17’ê adarê de bi Îbrahîm Guneş ê weke qeyûm tayînî şûna qeyûm Kenan Aktaş hate kirin re hevdîtin kirine û diyar kirin ku Guneş ji wan re wiha gotiye: “Heke AKP di hilbijartinan de dengekî bilind negire ez ê nehêlim ku hûn bêhnê bistînin. Ez ê hemû kargehên we hilweşînim.”

Di hilbijartinên giştî yên dawî hatin kirin de li navçeyê Partiya Çepên Kesk ji sedî 66,3 AKP’ê jî ji sedî 22,1 deng girtibû.