spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serxweşiya têkçûnê û Erdoganland

Divê Kurd di têkoşîna yekrêzî de bi israr bin. Kurdan di arenaya siyasî ya cîhanê de dih girtine û Erdoganland û Ergenekon, nema dikarin Kurdan ji arenaya siyasî ya cîhanê derxinin. 

Du cure serxweşî hene. Yek serxweşiya serketinê ye, ya din jî serxweşiya têkçûnê ye. Erdogan, Komara(!) Tirkiyeyê weke malê xwe didît. Gotina Erdoganland jî li xiş û hesabê wî dihat. Ji xwe ew afirgeriya vê gotinê ye. Dewleta Erdoganland û desthilatdariya AKP/MHP’ê, weke Atîna antîk, tenê hevalbendên xwe diparastin û yên din jî aqaliyet didîtin. Bi taybetî gelê Kurd tune dîdîtin. Tecrîda li Imraliyê ku nêzî 3 salan e tu agahî ji Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imraliyê nayê girtin mînak e.

Bangên saziyên hiquqî yên cîhanê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, axaftinên parlamenterên DEM Partî yên li parlamentoya Tirkiyeyê, serlêdanên li wezareta karên edaletê û çalekiyên girseyî, grevên biçrîbûnê, nobetên edaletê yên dayikên Kurd, teva ji nedîtîvê tên, nabihîzîn û dinava bêdengiya kîndarî de difetîsînin.

Erdogan û desthilatdariya AKP/MHP’ê heta hilbijartinên 31’ê adarê, xwe weke giştî û pirranî, xwedî îradeya gelên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê didîtin. Ev kuştina pskolojiya giştî ya kollektîf e û aqilekî ku hîna ne hatiye keşîfkirin e.

Hunerê wan jî her dem bûye demagojî, demagojî jî kuştina diyalektîkê ye. Demagojî, argumentek aşûfteyî ye, hem serxweşên serketî, hem serxweşên binketî, serî li demagojiyê didin. Sofist-murîdên li dora Erdogan, weke sofîstên serdema antîk, rastiya di hilbijartinên 31’ê adarê de derkete holê, hîna jî hazim nekirine. Di nava bêdengiyê de, li pey nazariyet-planên nepenî de ne.

Bêdengiya Erdogan û sofîstên li dora wî, ne ya xêrê ye. Wek ku  jiyan normal dimeşe tevdigerin, lê di serê lutkeya dewletê de  êrîş hene. Ev êrîş dikarin li hundir jî bin û dikarin li derve jî bin. Kiryarên berê, ji bo rewşa îro û dîtina  planên di xeşîmên tarî yên mêjiyê desthilatdariya AKP/Ergnekon de ronî dikin.

Dewleta Ergenekon, berê ji bo Dersimê (1935) qanunek taybet çêkir. Îro jî ji bo Ocalan qanunek taybet çêkir. Dîroka Îttîhat û Terakkî jî, dîroka çêkirî ya Komara(!) Tirkiyeyê fîtne û fesadî ye!..

Tenê dewletên paşverû, ku nasibên xwe ji pêşketinên cîhana pêşwerû  negirtine û demokrasî tenê di gotinê de dimîne, serî li riyên wilo didin. Dînamîzma modela Tirkiyeyê, nijadperestiya îşkdayî ye. Mînak; Tirkiye nikare bibe weke dewletek Emarîka Latînî. Çima? Ji ber ku dewleta Ergenokên li dijî huner, wêje, li dijî şaristanî û her cûre mirovên pêşverû û rewşenbîr e. Tevahiya dewletên cîhanê, di navbera kultura xwe ya klasîk û nû de dengeyekê çêdikin. Li Tirkiyeyê kultura emperetoriya Osmanî ya raeye- ûmmet û zanistiya medreseyan red kirin  û piştî dewleta  hate damezrandin, ketin pey kulturek  tevlîhev (mexlute). Babialî jî kirin aşê hêrtina van kulturên cûda.  Dîrokek çêkirî, sosyolojiyek ku bi şûr hatiye rûnandin derxistin holê. Dewleta ku dengeyan ava neke û li hemberî kulturên cûda birêz nebe, zimanên cûda înkar bike, dibe weke Tirkiye û menendê wî jî dîse ew bixwe ye.

Dewleta Erdoganland jî, li pey hevsengiyek ku menendê wê lê cîhanê nîne digere Qismî îdoelojiya faşîstên Îttîhat û Terakî dimeşîne, qismî jî îdeolojiya Muawiye û Yezîd dimeşîne. Ev norm, ne di lîteratura dîktoran de heye, ne di lîterura despotan de heye… Zaafiyetek mezin e û mîna di dîroka Komara Tirkiyê de weke  “serketina şer ya Înonu”ku çîrokek çêkiri”ye heye. Çîrok, wek çîroka ku şivan ji keriyê pez re vebêjê ye. (Îsmet Înonu, efserekî  kurmay e û nebûye fermandarê tu eniyên şer)

Gelek dîrokzan, sosyologên tirk, Hamîdîzm û Erdoganîzmê di yek rêzê de  dibînin.  Her du jî tirsonekên bi weswese ne!… Tirsa xwe ya bi  weswese jî, bi riyên îstîxbaratî û eskerî telafî dikin. Dema ji daqiya navê wan “izm” bê avêtin, dibine çuwalekî vala!… Sadakat û cesaretê di xwînê de, di girtînê de  dibînin!..

Li gorî agahiyan, hêzeke mezin a esker û cebilxane li sînorê Başûrê Kurdistanê kom kirine. Demek dirêj bû wezîrê karên derve, wezîrê parastinê û serokê MÎT’a tirk di nava cehdeyeke mezin a dîplomatîk de bûn û wek parsekan li deriyê dewletên cîran didan, ku di êrîşa li dijî Tevgera Azadiya Kurd de destekê bidine wan.

Di nava parantêzê de em bêjin; Di vê serdema ku Iran û Îsraîl-Emerîka hatine pêşberî hev, gelo Erdogan wê cesaret bike ku Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike û êrîşî Rojava bike?

Bêyî ku em parantêzê vekin, em bersiva pirsê bidin; Erê dikare bike. Erdogan xwe xwediyê krîpto PDK’e dibîne û li gorî îcazetên MÎT’ê û Ergenekonê haraket dike. Bi saya NATO jî, xwe ji Îsraîl jî bihêztir dibine. Wêranî dagirkerî, kuştin û tunekirinê mafê xwe dibîne. Di cîhana kerr, lal û kor de, gelo çima nekin? Dikin û ji wan re jî dimîne. Ev fikrê Erdogan, Bahçelî û  Fîdan û Dogu Prînçek e!

Ev zêwat bûne dewlet û dewleta kûr jî  navê tevahiya dewletê ye! Kumpasa Doza Kobanê, dikare bibe tolhildana Erodgan û kêm zêde 400-500 siyastemedarên  Kurd ji siyasetê dûr bike. Lê dilê Erdogan bi vê hênik nabe. Wê gavên din jî biavêje. Ew ê li gorî çîrokên dedektîf Hakan Fîdan û planên generalê haramiyên serdemê Yaşar Guler tev bigere.

Ji bo vê jî, Erdogan di 9’ê Gulanê de wê biçe Emerîka û bixwaze ku îcazeta êrîşek berfireh a li dijî Kurdan bidinê bike. (Beriya çendekî wezîrê aboriyê û şandeyek pê re derketin micbî û parsekiyê û 18 milyar dolar ji Banka Cîhanê deyn kirin. Vê van peran ji bo qikirina Kurdan bikarbînin.)

Vêce;  Kurd nikarin bi pirsên bê bersiv tevbigerin û xwe ji insafa dîroka bê însaf û insafa dewleta bê însaf re bihêlin. Ergenekon û Erdoganland, navê ku gelan tune dikin e û piştre dîwarên jibîrkirinê avadikin e.

AKP/MHP û Ergenekon baş dizanin ku bingeha hêza muxalefet û dînamîkên li Tirkiyê Tevgera Azadiya Kurd e û tevahiya saziyên dîrokê kirine nava tevgerê, destpotîzma Erdogan û AKP/MHP’ê kiriye bin lêpirsînê.

Kurd, doh  dikine bin lêpirsînê û têkoşînê dikin. Yanî, Kurd salvagera “Doza 49’an” jibîrnekirine û îro jî, kumpasa Doza Kobanê jî dewama wê dozê dibînin.

Doza 49’an û Doza Kobanê, romana Kurdên tune ye. Ne tenê  Kurdên kole, Kurdên tune!… Kole xwedî nasname û ziman in, Kurd ne xwedî nasname û ziman in. Erdogan û Erdoganland, krîpto PDK’e wekê dostên herî baş dibînin. Lê ne statuya wan, ne ala wan, ne zimanê wan qebûl kirine. Wan weke hemewlatiyên Bakurê Iraqê  dibîne û bi nav dike.

Ev mînaka şermê ye!..

Lê tiştekî din: Îro, 36’mîn  salvera  Enfalê ye. Doh Saddam bû, îro Erdogan dixwaze heman tiştî li başûrê Kurdistanê bike. Dijmin tu caran û tu deman reçeteyên bextewariyê ji bo Kurdan nenivîsî ne. Herçiqasî, pirsa Kurd, pirsgirêkek şaristaniya serdemê be û di arêna siyasî de rûniştibe jî, cîhan, NY jî di nav de,  pirsgirêkê Kurd dinava bêdengiyê de himbêz dike û nakin rojeva xwe. Li hemberî ku tunekirinek fizîkî, kulturî û cografîk, di radeya sucên mirovaniyê de  heye jî bêdengî serdest e.

Navek li pirsgirêka Kurd nayê kirin

Berê, ji bo Kurdan “gelê bê parêzer,” yan jî “gelên çiyayî” dihate  gotin; gelo îro, çima navek li pirsgirêka Kurd nayê kirin? Gelo, tenê Kurd bibêjin ‘Hêvî sibe ye, dusibe ye bes e?’ Em di sedama 17’mîn a navîn de najîn.

Şoreşa Frensa şatoya nijadperestîyê hêrivand, nirxên wê şoreşê bûne bingeha mafên mirovan û rêbezên NY. Mixabin û sed mixabin,  di sedsala 21’ê de, li Tirkiyeyê, hem felsefe, hem sosyolojî, hem dîrok, hem nirxên mirovaniyê û mafên mirovan, hiquqê gerdûnî têne binpêkirin. Cîhan, ne tenê li Bakur, li hemberî hemû Kurdan bi heman aqilî haraket dike. Aqilekî naqis û kû hîna, Swêd û Frensa dewletên herê modern ên cîhanê û demokratîk in, ciwanên Kurdan teslîmî insafa bê însaf ya Tirkiyeyê dikin.

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ku ji bo hemû pirsgirêkên netew-dewletan riyên çareseriyê dîtine, nexşerê amade kirine û di nava sînorê netew-dewletan de pirsgirêkên gelan, bi federalîzmê û rêveberiya herêmî çareser kirine, di bin tecrîda tunekirinê de tê girtin. Zanistên cîhanê, dîtinên wî erênî dinirxînin. Dîse jî dibin tecrîdek tunekirinê de tê girtin. Kurdên li bakurê Kurdistanê, di çarçoveya Destura Bingehîn de îradeya xwe nîşan didin, lê bi darbeyên siyasî têne îzolekirin. Kurdên li Rojava, ku di sînorê dewleta Suriye de, krîza welat çareser kirine, rastî êrîşên tunekirinê tên.

Di sîyaseta Fîrawunan de jî mînekên wisa nîne   

Bêyî ku em fikrê xwe belawela bikin, em  gotina dawî bibêjin; Herçiqasî mirovanî dipirsa Kurd ketibe nava azmuneyekê û heta îro noteke baş ne standibe jî, bar dikevê ser milê Kurdan. Divê Kurd di têkoşîna yekrêzî de bi israr bin. Kurdan di arenaya siyasî ya cîhanê de dih girtine û Erdoganland û Ergenekon, nema dikarin Kurdan ji arenaya siyasî ya cîhanê derxinin.

Divê Kurd, zanibin ku di dîrokê de tesadûf nîne; dîrok şer û tevger e. Ji bo vê jî divê di gelek aliyan de têkoşîna xwe berfireh û dijwar bike. Tevgera Azadiya Kurd li hemberî dagirkeriyê û bikaranîna çekên kimyewî berxwedanek destanî dike. Divê gelê Kurd jî, di şikandina tecrîda li Imraliyê û azadiya Ocalan de, li  cîhanê,  bi taybetî li Ewropa têkoşîna xwe mezin bike, daxwaza  derxistina Tevgera Azadiya Kurd ji lîsteya terorê bi israr, bi israr bîne ziman.

Cih girtina Tevgera Azadiya Kurdîstanê di lîsteya qedexe û terorê de, şerma cîhana pêşverû û sedsalê ye. Ya huuu, gelo Ewropa çiqasî zû, DAIŞ ku weke olê tunekirinê derkete holê ji bîr kirin? Doh bû siyastemedarên Kurd li qesrên serokkomaran pêşwazî dikirin, îro bi polîtîqeyên Machiavelîst ya derewan ketine derya jibîrkirinê. Înkar û jibîrkirin, ne tehlokê, ne jî rastiyan ji holê ranake