4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêxo: ENKS hevkarê komkujiya Efrînê ye

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku Tirkiye ji 2018’an ve li Efrînê sûcên şer dike û got ku saziyên Barzanî û ENKS jî li Efrînê ne û hevkarê dewleta tirk in. 

Tirkiyeyê di 20’ê çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir û piştî 3 mehan di 24’ê adarê de Efrînê dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê gelek kes ji bêgavî koç kirin û demografiya Efrînê jî hat guherandin. Piştî dagirkirina Efrînê gelek komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê bi cih bûn û gelek welatiyên Efrînê bi destê van koman hatin kuştin. Herî dawî jî di 20’ê adarê de koma bi navê  Ehrar El Şerqiye ya giredayî Tirkiyeyê li navçeya Cindirês a Efrînê ku ji erdhejê bandor bûbû 4 welatiyên ku xwestibûn Newrozê pîroz bikin kuştin. Piştî kuştina 4 welatiyên sivîl gelê Cindirês û Efrînê rabûn ser pêyan û bertekin tund nîşanî êrîşê dan. Xwepêşendana gelê Efrînê ya li dijî vê êrişê hê jî berdewam dike.

Berdevke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, der barê mijarê de ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş re axivî.

Şêxo, agahî da ku 4 welatiyên sivîl ên hatin kuştin ji heman malbatê bûne û di dema erdhejê de jî xizmên wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Endamên koma Ehrar El Şerqiye yên ku ev welatî kuştine di esasê xwe de ji DAIŞ’ê ne. Dema hatine ji wan re gotine hûn ê vî agirî vemirînin, wan jî bi ya wan nekiriye û li ser vê yekê bi çekan êrişî wan kirine. Di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî wê komkujiyê di nava gelê Efrînê de xwepêşandan çebû û 4 welatiyên ku hatin kuştin bi girseyî û bi ala kurdî li goristana Cindirêsê hatin veşartin. Piştî 5 salan li ser dagirkeriya dewleta tirk li Cindirêsê gel dengê xwe bilind kir û xwe pêşandan çêbûn. Gel dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin, bijî kurd û Kurdistan’ berz kirin. Jinên wan jî digotin xwediyên me tune ne, em bindest in, em kurd in û bertek nîşan didan. Welatiyên ku hatin kuştin tu têkiliya wan bi partiyên siyasî re tune bû, tenê ji bo agirê Newrozê hatinkuştin. Yên ku hatin kuştin her yek 10 gule ji singa xwe xwaribûn.”

‘Tirkiye bi destê çeteyan sûcan dike’

Şêxo, bi lêv kir ku ji 2018’an ve li Efrînê maf tên binpêkirin û tevî zext û zora Tirkiyeyê jî gelê Efrînê dest ji axa xwe bernedaye. Şêxo, anî ziman ku armanca êrîşên Tirkiyeyê yek jê jî guherandina demografiya Efrînê û şerekî di navbera kurd û ereban de ye. Şêxo, diyar kir ku ew çeteyên ku zext û zorê li gel dikin giredayî Tirkiyeyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nezî 30 komên çeteyan li Efrînê hene. Xwe bi Arteşa Suriyeyê ve bi nav dikin. Hemû jî girêdayî Rêveberiya Tirkiyeyê ne. Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike. Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e. Tirkiye ji bo ku berpirsyariya van sûcan negire ser xwe bi destê çeteyan van sûcan dike.”

Der barê raporên NY’yê de jî Şêxo, destnîşan kir ku tevî raporan jî li qada navneteweyî bêndengiyek heye li dijî sûcan û ev tişt anîn ziman: “Ew rapor tên derxistin lê ew rapor tenê tên belgekirin, berpirsyarên van sûcan nayên cezakirin. Di  nav xwe de nîqaşên van raporan dikin lê tu çareseriyekê ji Suriyeyê re peyde nakin. Ne cara yekem e, her tim 20 rojan carekê raporên wan dertên, li ser rûdinên nîqaşan dikin lê tu encam jê dernakeve.”

Hevkariya ENKS, Barzanî û Tirkiyeyê

Di berdewama axaftina xwe de Şêxo, bi bîr xist ku piştî erdhejê saziya xêrxwaz a Barzanî ji bo alîkariye çûye navçeya Cindirês a Efrînê û got ku, tu alîkariya saziya Barzanî negihîştiye gel. Her wiha Şêxo balkişand ser hevkariya Tirkiye, ENKS û Barzanî jî û ev tişt gotin: “Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî piştî erdhejê derbasî Cindirêsê bûbû. Her wiha hinek aliyên ENKS jî digotin em ê li Efrînê ofîsên xwe vêkin lê dema gelê me şehîd ketin me tu kes li kêleka xwe nedît. Piştî wê derket holê û alaya xwe rakirine lê niha jî em dibihîsin dibêjin divê dirûşme nayên berzkirin û xwepêşandan bisekinin. Saziyên Barzanî ofîsên xwe jî li wir vekirine, dibêjin em alîkariya gel dikin û ENKS jî li wir e. Berê nedikarîn xwe aşkera bikin, lê niha dikin. ENKS jî hevkarê dewleta tirk e. Ew jî berpirsyarê vê komkujiyê ne. Tirkiyeyê dibêje xwepêşandanê bisekinînin, ew jî hewl didin xwepêşandanê bidin sekinandin. Lê heke ew xwepêşandan berdewam neke rewşa gelê me jî dê zahmet bibe.”

‘Berxwedaneke mezin li Efrînê heye’

Şêxo, da zanîn ku Desteya Tehrîr El Şam çekdarên xwe ji ber tê gotin dê Waliyê Hatayê serdana Cindirisê bike ji herêmê kişandiye. Şêxo, destnîşan kir ku heke xwepêşandana gel a li dijî êrişê berdewam bike gelek tişt dê li Efrînê bên guherandin û axaftina xwe wiha domand: “Saziyên dewletên navneteweyî jî li kêleka wan bisekinin wê bikaribin rewşa Cindirêsê biguherînin. Ji ber wê jî dewleta tirk dixwaze xwepêşandan bisekinin. Niha li Efrînê saziya Barzanî û ENKS heye lê li kêleka wan nasekinin. Li hemberî wan hezên çekdar hene, lê gelê me sivîl e, tiştek di destê wan de tune ye. Hejmara gel jî kêm e. Nikarin li hemberî hêz û topên wan bisekinin. Lê dîsa jî tişten ku gel kiriye ne siyasetmedarên me ne jî hezên me nedikarîn bikin. Berxwedaneke mezin li Efrîne heye. Tevî ku hatin kuştin jî serê xwe netewandin.”

Şêxo anî ziman ku divê gelê Efrînê bi tenê neyê hiştin û ev tişt got: “Heke ew xwepêşandan berdewam neke komkujiyên mezin wê biqewimin û belkî em cara dawî bikaribinn bêjin em ê Efrînê rizgar bikin.”

Têkliya Sûriye û Tirkiyeyê

Têkildarî gotinên Esad yên der barê hevdîtina bi Tirkiyeyê de jî ku gotibû, “Bila Tirkiye ji axa Suriyeyê derkeve em hevdîtine pêk bînin”, Şêxo, ev tişt anîn ziman: “Divê di 15’ê vê mehê de civîna Tirkiye û Suriyeyê çebûbûna. Tirkiyeyê bi baweriyeke mezin digot em ê li ser maseyê rûnên. Lê Esad serdana Moskovayê kir û daxwaza wî Tirkiye ji hemû deverên Sûriyeyê derkeve û pişt re hevdîtine bike lê berjewendiyên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê di vir de ne. Lê ez wisa difikirim ku Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 14’ê mehê plansaziyê dike. Tirkiye dixwaze vê di hilbijartinan de bi kar bîne. Lê piştî ku Esad got, ji Sûriyeyê derkevin Erdoğan tu bersiv neda. Lê heta dewletên navneteweyî zextan li ser Tirkiyeyê çênekin Tirkiye ji Sûriyeyê dernakeve. Wek gel daxwaza me jî Tirkiye ji Suriyeyê derkeve û kesên ku ji axa xwe koçber bûne vegerin welatê xwe û dawî li guherandina demografik were.”

Bang

Şêxo, di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedîderketina li xwepêşendana gelê Efrînê ev bang li çar aliyên Kurdistanê kir: “Berî her tiştî ya herî girîng divê gelê kurd, li Mahabad, Amed, Hewlêr li her deverê Kurdistanê û Ewropayê li dijî vê yekê rabe. Berpirsyariya wan a dîrokî ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin. Efrîn car hat dagirkirin, car ji erdhejê bandor girt û niha jî di hundirê Efrînê de qetlîam çêbû. Ji ber wê bangawaziya me û daxwaza me ji bo gelê me yê Efrînê bikaribe xwepêşandana xwe û daxwaza ji bo mafê xwe berdewam bike, piştgiriya wan bikin. Heke em îro jî li kêleka gelê xwe nesekinin rewşa wan wê hê xirab bibe û wê demê em jî dê sûcdar bibin.”