17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê danişîna doza rojnameger Sedat Yilmaz e

Hempîşeyên rojnameger Sedat Yilmaz ji bo danişîna ewil a sibe banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Xwedîderketina li Sedat Yilmaz, xwedîderketina li heqîqet û Çapemeniya Azad e.”

Danişîna ewil a edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin, sibe li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Yilmaz, li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” tê tawanbarkirin.

Hempîşeyên rojnameger Yilmaz, Mehmet Alî Ertaş û Vecdî Erbay banga tevlibûna danişînê kirin.

Nûnerê Gazeta Duvarê yê Herêmê Vecdî Erbay got ku tevî îşkence û binpêkirinên mafan jî rojnameger karê xwe didomînin û wiha got: “Heke li cihekî rojnameger bên binçavkirin û girtin, li wir teqez derhiqûqtî, nelirêtî û rewşeke nebaş heye. Rojnamegerên hewl didin heqîqetê derxin holê, tên girtin. Divê em ne elimîn vê rewşê. Bi salan li vê xakê rojnameger hatin girtin û kuştin. Rojnameger li dijî vê derdikevin û dê derkevin. Rewşa Sedat jî mîna vê bû. Dema dibirin Enqereyê di wesayîta rîngê de îşkence lê kirin.”

‘Em li bendê ne ku bê berdan’

Erbay, wiha domand: “Sedat ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û divê were berdan. Piştî 7 mehan dê danişîna ewil bê lidarxistin. Em li bendê ne ku bê berdan. Ne tehliyeyê, em beraetê dixwazin. Ji ber ku rojnamegerî sûc nîne. Banga min ji bo hemû saziyan ew e ku xwedî li Sedat derkevin. Ji ber ku pêdiviya van saziyan bi rojnamegeran hene. Heke rojnameger nebin dê kesek dengê wan nebihîse.”

‘Armanca zextên qutkirina dengên muxalif e’

Mmidûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî diyar kir ku li ser rojnameger her tim zext hebûn û wiha got: “Bi qanûnên nû re ev sansûr didome. Armanca zextên li ser rojnamegeran ew e ku dengên muxalîf qut bikin. Ev jî şêweyeke cuda yê tecrîdê ye. Dema em li îdianemeya Sedat a ji 44 rûpelan dinêrin, dibînin ku tenê çendek rûpel derheqê wî de ne. Di îdianameyê de qala dîroka PKK’ê tê kirin û dixwazin dozê girêdayî wê derê bikin.”

‘Dewlet hewl dide tolê hilîne’

Ertaş, destnîşan kir ku Yilmaz hewl dide bibe dengê gel û axaftina xwe wiha qedand: “Di şexsê Sedat Yilmaz de Çapemeniya Azad tê darizandin. Ji ber ku em heqîqeta dewletê radixin ber çavan, dewlet dixwaze tolê hilîne. Lê dê nekarin bi binçavkirin û girtinan pêşiya me bigirin. Ev jî nîşan dide ku dê kevneşopiya Çapemeniya Azad bidome. Tevlibûneke xurt a ji bo danişîna ewil girîng e. Banga me ji bo hemû rojnameger, rêxistinên pîşeyî û yên mafên mirovan ew e xwedî lê derkevin. Xwedîderketina li Sedat Yilmaz, xwedîderketina li heqîqet û Çapemehiya Azad e.”