21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siberoja zarokan tarî nekin

vê carê agahiya ku 1100 erdhejzedeyên zarok radestî cemaata Menzîl hatine kirin kete rojevê. Hat zanîn ku zarok li Malên Buhara yên gundê Kolikê yê Semsûrê ye tên ragirtin

Erdheja ku navenda wê Gurgum bû û gelek bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bandor bûn. Di erdhejê de bi sed hezeran welatî ji ber xemsariya desthilata AKP-MHP’ê di bin kavilan de man û terkî mirinê hatin kirin. Heke îro hejmara miriyan zêde be ev bi ji ber AKP-MHP’ê diqewime. Ev jî rastiya AKP-MHP’ê bi awayekî aşkera radixe berçavan. Ji roja erdhejê û heta niha desthilata AKP-MHP’ê xebateke erênî jî nemeşand. Heta mirov dikare bibêje ku desthilata AKP-MHP’ê ji erdhejê bêhtir zirar da welatiyan. Niha jî welatiyên ji erdhejê xilas bûne di nava şert û mercên herî dijwar de dijîn. Hîn jî desthilata AKP-MHP’ê pêwîtiyên erdhejzedeyan bi cih neaniye.

Desthilata AKP-MHP’ê li şûna alîkariyê bide erdhejzedeyan û wan muxtacî tu kesî neke, ew bi xwe muxtacî her kesî bûn. Mîna parsekan destên xwe vekirin. Şerm nekirina wê alîkarî ji erdhejzedeyan jî bixwastana. AKP-MHP hatine wê rewşê. Heta çav bera alîkariya ku saziyên sivîl û gel bi derfetên xwe kom kiribûn da. Ji aliyekî hemû alîkarî desteser kirin û ne hiştin bigihêjin erdhejzedeyan, ji aliyê din ve jî saziyên AKP-MHP’ê divê kon û pêwîstiyên jiyanî demildest bişînin cihên erdhejê, ketin pey firotina wan. Niha erdhejzede di navbera karesata erdhejê û karesata AKP-MHP’ê de mane.

5 milyon zarok bi bandor bûne

Di nava ev karesata erdhejê û ya AKP-MHP’ê de rewşa jin û zarokan mirovan dixe nava fikaran. Bi taybetî jî rewşa zarokan hem di aliyê wijdanî û hem jî di aliyê mirovî de mirov dîxe nava fikaran. Li gorî daneyên Zarokên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) 5 milyon zarok ji erdhejê bi bandor bûne û ji wan 2 milyon û nîv zarok jî muxtacî alîkariyê ne. Ev dane nêzîkatiya dewleta tirk a li hemberî zarokan bi awayekî aşkera radixe berçavan. Der barê rewşa zarokan de saziyên desthilata AKP-MHP’ê her yek tiştekî ji cuda dibêje. Wezareta Xizemeta Civakî û Malbatê der barê zarokan de tiştekî dibêje, emniyet tiştekî dibêje, AFAD tiştekî din dibêje. Di nava saziyên dewleta tirk de daneyeke ku hevdu piştrast bikin tune ye. Tişta tê zanîn hîn jî aqubete bi hezaran zarokên di bin parastina dewleta tirk de ne hîn nayê zanîn. Wezareta Xizemeta Civakî û Malbatê daxuyaniyeke têr û tije nade. Ji ber ku saziyên AKP-MHP’ê bi awayekî vekirî rewşa zarokan venabêjin fikarên li ser rewşa zarokan zêdetir dibe.

Hîn bertekên li hemberî daxuyaniya dermirovî ya Serokatiya Karên Diyanetê di rojevê de ye, niha jî agahiya ku erdhejzedeyên zarok radestî cemaetan tê kirin kete rojevê. Serokatiya Diyanetê di destpêka erdhejê de gotibû: “Zarokên ku didin malbatan, dikarin bi wan re bizewicin”. Hemû beşên civakê bertekên tund li hemberî vê daxuyaniya dermirovî da. Li ser zêdebûna bertekan Serokatiya Karên Diyanetê îdia kiribû ku gotinên wan şaş hatine fêmkirin. Lê têştên gotibûn şaş nehatibûn fêmkirin. Ya rastî wan miraza dilê xwe vegotibûn.

1100 zarok dane cemaatê

Li ser van gotinên dermirovî, niha tê gotin ku erdhejzedeyên zarok radestî cemaetan kirine di rojevê de ye. Tê payîn ku zarokên ku hejmara wan nediyar e radestî cemaeta Îsmaîlaga hatibûn kirin. Ligel bertekan jî heta niha rayedarên AKP-MHP’ê der barê mijarê de daxuyanî nedane. Bêdengiya rayedaran fikarên li ser rewşa zarokan zêdetir dike. Hîn rewşa wan zarokan nehatiye zelalkirin vê carê agahiya ku 1100 erdhejzedeyên zarok radestî cemaata Menzîl hatine kirin kete rojevê. Hat zanîn ku zarok li Malên Buhara yên gundê Kolikê yê Semsûrê ye tên ragirtin. Hat zanîn ku pîvanên şerîatê li ser wan tê ferzkirin. Li ser zêdebûna bertekan rayedarên cemaatê îdiakirin ku ew mêvanên wan in lê der barê dîmenê ku zarok nîşaneya şerîatê dikin de tu agahî nedan. Divê di serî de saziyên zarokan û saziyên mafên mirovan biçin serdana gund û rewşa zarokan di cih de bibînin.

Dema mirov li daxuyanî û pêkanînên desthilata AKP-MHP’ê dinêre dibîne ku bi tu awayî bawerî bi wan nayê. Ji ber vê yekê divê ne zarok û ne jî erdhejzede bi destên wan de bernedin. Divê em çarenûsa wan zarokan bi destê wan de bernedin û siberoja wan tarî nekin. Jixwe ew ji trajediya herî mezin a wekî erdhejê derketine. Hem erd erdhej û hem jî bêxwedîbûn zarok ber bi travmayekê ve biriye. Di aliyê derûnî û jiyanî de bandoreke neyînî li ser wan kiriye. Ya herî rast ew zarok rastî saziyên ku bi zarokan re eleqeder dibin bê kirin.