spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê Bafil Talebanî vexwend Newroza Amedê

Îro şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana YNK’ê kir û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî vexwend Newroza Amedê .

Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê bajarê Wanê Murad Sarisaç û Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş û endamên HDP’ê hene serdana aliyên siyasî yên Başûr dikin û wan vedixwênin Newroza Amedê.

Divê çarçoveyê de şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana YNK’ê kir. Şande ji aliyê Berpirsê Ofîsa Peywendiyan a YNK’ê Emîn Baba Şêx ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtina her du aliyan nêzî saet û nîvek berdewam kir.

Piştî serdanê Parlementerê HDP’ê Murad Sarisaç der barê serdanê de ji Rojnews re axivî û got: “Newrozeke dîrokî li pêşiya me heye. Ev Newroz wê helwesta kurdan a ji bo sed salên bê diyar bike. Em dixwazin ji bo sedsalên bê yekitiya neteweyî ya kurdan pêk were. Di nava Rojhilata Navîn de jiyaneke demokratîk ava bibe. Her dema Newroz tê pîrozkirin ji bo azadî û berxwedanê ye, ji bona wê ev roj ji bo me kurdan girîng e.”

Sarisac da zanîn ku girîngiyeke mezin a Newroza îsal ji bo gelê kurd heye û got: “Ji bo wê em hatine başûrê Kurdistanê, li gel partiyên siyasî rûnin û wan ji bo Newroza Amedê vexwînin. Îro jî me serdana YNK’ê kir, serdana me gelek bi erênî derbas bû.”

Di dawiyê de jî Murad Sarisac diyar kir ku di du mehên pêş de li Tirkiyeyê hilbijartin hene û wê ew hilbijartin ne tenê çarenûsa bakurê Kurdistanê diyar bike. Sarîsac got, “Hilbijartin wê çarenûsa hemû kurdan diyar bike. Ev Newroz dikeve pêş hilbijartinê û bandoreke wê ya mezin wê li hilbijartinê bike. Ji bona wê piştgiriya partiyên Başûr hêzeke mezine ji bo bakurê Kurdistanê.”