5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîn taloqê 12’ê nîsanê kirin

Danişîna 23’yemîn a Doza Kobanê hat lidarxistin. Danişîna ku siyasetmedar û parêzer tev li nebûn, taloqî 12-13-14’ê nîsanê hate kirin

Danişîna 23’yemîn a Doza Kobanê ya rûniştina 1’emîn li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin.

Siyasetmedarên tên darizandin û parêzer ji ber erdhejê tev li danişînê nebûn. Şandeya dadgehê biryara navberê da û danişîna dozê taloq kir.

Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome û ji bo Şenay Oruç, Fîlîs Aslan, Abdulselam Demîrkiran û Ferhat Aksu ku biryara girtina wan hebû jî biryara bultena sor da. Danişîn, taloqî 12-13-14’ê nîsanê hate kirin.