17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber lehiyê 10 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara qurbaniyên lehiya ku li Riha, Semsûr û Meletiyê rabû derket 10’an.

Bi taybetî li bajarên herêma erdhejê li tevahiya bakurê Kurdistanê ji duh ve baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde mal, kargeh û avahiyên cemaweriyê di bin avê de man û rê, pir û tunel bi avê tijî bûn. Ji ber vê rewşê li herêmê welatî nerazîbûn nîşanî rayedaran didin.

Li navçeya Xelîliye ya Rihayê, Xaçerêya Abîde ya bi dirêjahiya 150 metreyî ku beriya du mehan ji aliyê serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ve hate vekirin û weke xizmeteke mezin hate pêşkêşkirin, wesayitek li ber avê ket. Arkujên ku bi hawara mirovên di wesayitê de çûn, ew jî li ber lehiyê ketin. Her wiha Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyyubiyeyê jî di bin avê de man.

Ji ber vê rewşê li bajêr ji bo rojekê perwerde hate rawestandin.

Li Semsûr û Meletiyê jî ji ber barana zêde lehî rabû û gelek herêm di bin avê de man.

Li gorî daxuyaniyên destpêkê, li Rihayê 4 kes û li Semsûrê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hate ragihandin ku li Rihayê jî cenazeyên 5 kesan hatine dîtin.

Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî konên mexdûrên erdhejê di bin ava lehiyê de man.