12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîraz Hemo: Em ê azadiya Rêber Apo mîsoger bikin

Endama Kordînasyona Kongra Starê Şîraz Hemo anî ziman ku wan di konferansa li Reqayê de biryarên girîng girtine û bi biryar in ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 10’ê Sibatê de li Reqqayê Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” û bi beşdariya 250 endam û kesayetên jin ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferans pêk hat. Beşdarên konferansê li ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û têkoşîna kurdan a azadiyê nirxandin kirin.

Di konferansê de hat xwestin ku piştgiriya tevahî însiyatîfên navneteweyî bê kirin û bi taybet Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bê xurtkirin. Beşdarên konferansê xwestin ku asta têkoşîn û firehkirina rûbera berxwedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bilindkirin û ev pêşniyar kirin; “Divê sazî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan bi erkên xwe yên qanûnî li hember Rêbertî weke girtiyekî siyasî rabin. Divê zext li rêxistinên navneteweyî were kirin ku bi rola xwe ya qanûn û hiqûqî têkildarî doza Rêbertî de rabin. Divê bang li CPTˊyê bê kirin ku encamên serdana xwe li Îmraliyê ya di îlona 2023ˊyan de aşkera bike. Malbat û parêzer serdana Ocalan bikin û tecrîd bê şikandin. Ji bo fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bên belavkirin, divê xebat kên kirin. “

Hêza xwe ji şoreşa jinê digirin

Têkildarî konferansê endama Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo nirxandinên girîng kirin. Şîraz Hemo, diyar kir ku Kongra Star her sal soz dide ku asta têkoşîna xwe bilind bike û wiha axivî: “Di nava jin û civakê de rêxistina xwe fireh dike. Hêz û coşa xwe ji şoreşa jinê digire. Xebatên me yên sereke, belavkirina fikrên Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk e. Em vê yekê ji bo têkoşîna xwe esas digirin. Di 2022’yan de piştî 9’emîn Kongreya Kongra Starê pêk hat, hin biryar hatin girtin. Yek ji van biryaran jî Konferansa azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Apo bû. Li ser vê biryarê di 10’ê Sibatê de me konferans bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, pêk hat. Li ser vî esasî konferans pêk hat. Konferansa ku di sibatê de pêk hat, bersivdayineke li dijî komploya qirêj e. Ev konferans ji milê Kongra Star ve bersiva li dijî komployê ye. Berîsa jinên ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistinkirine ye.”

Nasnameyên cuda beşdar bûn

Hemo, bal kişand ser kes û kesayetên tev li konferansê bûne û wiha axivî: “Nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, akademisyen, siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî, jinên hundirê Sûriyeyê û gelek rewşenbîr jî tev li konferansê bûn.”

Şîraz Hemo, bal kişand ser mijarên ku di konferansê de hat niqaşkirin û wiha berdewam kir: “Rewşa siyasî ya li qadê pêş dikeve hat nirxandin. Çalakiyên Înîsiyatifa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, rewşa Rêber Apo ya tenduristî û hiqûqî hat niqaşkirin. Dîsa astengiyên li ser mafê azadiyê hat niqaşkirin. Me got em ê çawa azadiya Rêber Apo bînin rojeva qada navdewletî û cîhanê û rê li pêş azadiyê vekin. Em li ser aliyên çalakî, xebat û kampanyayê jî rawestiyan. Em li ser xebatên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî rawestiyan û me nirxandina xebatên xwe kir. Me hem xebatên Kongra Star û hem jî xebatên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya nirxand.”

‘Azadiya Rêber Apo xwestin’

Şîraz Hemo, li ser peyamên hatin dayîn jî rawestiya û wiha domand: “Hemû beşdarên konferansê diyar kirin ku ew ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo bi awayekî fizîkî ji Îmraliyê azad bikin. Bi vî rengî peyam û helwestên xwe nîşan dan. Peyam dan ku dê têkoşîna wan ji bo têkbirina komployê û azadiya RêberApo be. Ev têkoşîn jî dê bi hêz û vîna jinê pêş bikeve.”

Şîraz Hemo, li ser biryarên ku derketin pêş jî rawestiya û ev agahî dan: “Gelek biryar derketin. Yek ji wan biryaran girêdana fikrên Rêber Apo bûn. Biryara berxwedana li djiî pergala netew-dewletê ya zayendperestî, olperestî, nijadperestî û zanistperestiyê bû. Biryara bi rêxistinkirin û perwerdekirinê hat dayîn. Ji bo azadiya fizîkî biryara bi rêxistinkirinê hat dayîn. Biryara piştgiriya însiyatifa navdewletî û însiyatifa Sûriyeyê ya ji bo azadiya fizîkî hat dayîn. Ji bo azadiyê biryara xurtkirina têkoşîn û rêxistkirinê hat dayîn.

Biryarên girîng hatin girtin

Biryar hat dayîn ku bang li parêzvanên mafên mirovan bê kirin ku zextan li Tirkiyeyê bikin. Biryar hat girtin ku ji bo zagonên li Îmraliyê bê guhertin zext bên kirin. Dîsa biryar hat dayîn ku zor li CPT bê kirin ku raporê aşkera bikin. Dîsa biryar hat dayîn ku ji bo malbat û parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtin bike xebat bên kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo dê gelek sempozyum, panel, semîner û komxebat bên amadekirin da ku fikrên Rêber Apo di milê siyasî, civakî, çandî û qadên din de bên belavkirin. Dîsa di 15’ê Sibatê de li ser medya dijîtal dê haştega “Ji Rêber Apo re azadî” bê vekirin.

Biryar hat girtin ku di milê çandî, siyasî, hiqûqî û civakî de fikrên Rêber Apo bên belavkirin û ji bo wê xebat bên meşandin. Hat xwestin ku hem li hundir û derve têkilî bên xurtkirin. Di milê hiqûqî de jî dê kar û xebat bên kirin. Em ê felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de xurt bikin da ku em karibin Rêber Apo zûtir azad bikin.

Tevgerên jin ên dervê bakûr û rojhilatên Sûriyeyê beşdar bûn. Ji Rojhilata Navîn jin û tevgerên ciwanan hatin amade bûn.”