3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

25 sal in ji Îmraliyê cîhanê ronî dike

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, der barê tecrîda 25 salan a li Îmraliyê axivî û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî tecrîd û îşkenceyê li ber xwe dide û Îmraliyê ronî dike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Bi nivîsandina paraznameyên xwe yên ku herî dawî ji 5 cîldan pêk dihat, ji bo hemû civak û gelên cîhanê rê û nexşerêyek nû vekir. Paraznaznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi kurdî, tirkî, erebî, firansî, Îspanyolî û felek zimanên din hatine wergerkirin. Li gelek welatên ewropa û cîhanê li ser pirtukên Ocalan xwendin û niqaş tên kirin. Di 25 rojên dawî de li  Bakurê Kurdistanê 75 kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan Amarayê. Li welatên Ewropayê jî 25 kes 25 rojan meşiyan Kolnê û mîtînga herî mezin pêk anîn. Çalakî, meş, konferans û panelên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li gelek welatên cîhanê berdewam dike.

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî û têkoşîna 25 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna me ya bi Parêzer Emran Emekçî re wiha ye:

Di ser komploya navdewletî ya 15’ê sibata 1999’an re 25 sal borîn. Kesên 25 sal berê komplo pêk anîn çi armanc kirin û çiqas gihiştin armanca xwe?

Birêz Ocalan ji bo komploya ku 25 sal bere pêk hat gotibû ‘Di şexsê min de Lozan nûjen kirin”. Bi rastî jî dewletên ku di nava komployê de cih girtin, (DYA Ingilistan, Îtalya, Fransa, Almanya Rûsya, Yewmenîstan. Hwd) di heman demê de xwestin kurdan li dervê mafê hiqûqî bihêlin. Xwestin kurdan di nava 4 netew-dewletên ku wan ava kiribûn de bihilînin. Bi peymana Lozanê xwestin kurdan bikin tirk, fars, ereb û ji nasnameya wan dûr bixin. Bi vê peymanê protokola Amasya û Misaki Milil ya welatê kurd û tirkan ê hevpar esas digirt, îxanet kirin. Peymana Lozanê wekî peymana aştiyê ya sexte (1923), imze kirin. Di dahurandinên dawî de bi Peymana Sykes Pîcot nexşeya erdnîgariya Rojhilata Navîn bi rastkêşan li netew-dewletan dabeş kirin û tescil kirin (1916). Ev jî dihat wateya tasyifekirina îtîfaqa kurd û tirkan a piştî 7 salan. Meclisa yekem ku ev yek îtîraz kir hat tasyifekirin. Meclisa duyemîn ku bi lîsteya navendî hat hilbijartin û piranî hevkarên Îngîlîstanê bûn, hat avakirin. Bi destê vê meclisa duyemîn peymana Lozanê hat erêkirin. Di encamê de gotin ‘Bila Musul-Kerkuk ji mere be û bila Kurdên Bakur ji were be. Hûn çi dikin ji wan bikin’ . Bi vê yekê netew-dewletek biçûk a tirkan a bi xwe ve girêdayî ava kirin. Li hemberî vê yekê bi xala 44’emîn kurd li dervê hiqûqê hiştin. Bi rêya înkar, îmha û bişaftinê xwestin kurdan ji rûpelên dîrokê winda bikin. Ev bi erêkirina dewletên Rojava pêk hat. Piştî wê Destûra Bingehîn a yekperest, navendî, ya 1924’an ava kirin. Di 13’ê Sibata 1923’an de Komploya Pîranê, Plana Islahata Şerqê (15 Sibat 1925). Operasyonên tenkil, tedip û tirkkirinê heta 1970’an berdewam kir. Di salên 1970’ê êdî navê kurdan nedihat gotin. Têgeha Rojhilat nedihat gotin. Wekî Pirsgirêka Rojhilat, Ocaqên Kurd ên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO). Di van salan de dema Abdullah Ocalan, ji bo qedera kurdan a li ser esasê înkar, îmha û windakirina di nava dirokê de biguherîne û ber bi azadiyê ve bibe, ket rê; li hemberî xwe ne tenê kesên feodal, paşverû, netew dewlet dît. Di heman demê de pergala Kapîtalîst a Cîhanû ku mîmarê netew dewletê dît. Ji ber ku kurdên azad ku li ser esasê hêza xwe ya cewherî, demokrat, sosyalist azad esas girt. Vê yekê jî statükoya wan a sed salan hilweşand. Listika wan a li ser kurdan û gelan xera kir. Ya herî girîng jî kurdên ku heta niha bûbûn leşkerên dewletê kirin, kurdên çalak û aktor. Ev yek nehat hesabê hêzên hemogoman û serdest.

Disa di wan salan de Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a DYA’yê (BOP) di rojevê de bû. Bi vê projeyê armanc kir ku kurdên li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê li vir kom bikin û bi Kurdistana Biçûk a girêdayî Iraqê ava bikin. Xwestin kurdan bi vê Kurdistanê razî bikin. Ev jî planek cuda ya 1923’an bû dixistin meriyete. Vê carê digotin ‘Kurdistana mezin bigirin û Kurdistana biçûk bidin.’ Xwestin kurdên li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê koçî Kurdistana biçuk bikin û baweriyekê bidin van dewletan. Ev proje wê demê bi kesên Tirkiye bi rêve dibirin dan qebûlkirin û ji ber vê yekê Ocalan daxilî vê projeye nekirin.

Dema Birêz Ocalan li Şamê bû, elçiyên DYA; Îngilistanê û Îsraîlê, xwestin wî bikişînin nava vê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ku li ser esasê netew-dewleta biçûk a Kurdan hatibû avakirin. Lê birêz Ocalan got ‘Ez şervanekî azadiyê me. Xeyalên aştî, azadî û wekheviyê yê hezar salan temsil dikim. Ez nikarim bibim şervanê kesên din.’ Ji ber Birêz Ocalan bersîvek wisa da, patronê cihana Kapîtalîst DYA’yê komploya navdewletî kordîne kir û xist meriyetê. Şandin Îmralî û pergala tecrîd û îşkenceyê xist meriyete. Bi vê pergala komplo û tecrîdê xwestin vîna Ocalan a azadiyê bişkînin û kurdan bikişînin xeta BOP’ê. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya 25 salan hemû plan û projeyên wan pûç kir. Vîna azad ku di şexsê Ocalan de nûnertiya xwe dibine, li vir jî teslîmî komplogeran nekir. Dijberî vê yekê li gel hemû şertên giran ên tecrîdê bi nivîsa destan, parastina Modernîteya Demokratîk ku li dijî Medernîteya kapitaliste pêş xist. Ji bo feda gelên Rojhilata Navîn û cîhanê vîna azadiyê pêş xist. Vîna gel di aliye bîrdozî û polîtîk de xurt kir. Armanca tasfiyekirina kurdên azad û serbixwe ku di şexsê Birêz Ocalan de pêş xistin, bi vê têkoşîna xwe pûç kir. Bi vê têkoşînê hêza xwe paast û xwe mezin kir. Bi vê paradigmaya xwe hejmara Serokên Şaredariyan ji 30’yî derxist sedan.

Hejmara wekîlan ji 20’an derxist sedan. Hejmara kesên gotin ‘Vîna min e’ û îmze kirin derxist deh milyonan. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a alternatif, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhihata Navîn û Cîhanê pêş xist.  Birêz Ocalan bi vê paradigmaya xwe bi qasî herêmî bû, ew qas jî bû gerdûnî û kurevî. Ji bo Bahara Ereban, Şoreşa Rojava, têkoşînên antikapitalist ên cîhanê nivîskar û ramangeran bû çavkaniya hêz û îlhamê. Parasnameya wî ya Qeyrana Şaristaniyê ya li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, bi tena sere xwe bû çavkaniya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û dî dîrokê de cihê xwe girt. Di dahûrandinên dawî de bersîva Birêz Ocalan a li ser ferzkirina bindestiyê ya pergala emperyalist a Projeya Kurdistana Biçûk, ku li dijî yekîtiya dildarî, wekhev û azad a gelan, dihat kirin; gotina; ‘Em ne mahkûmê modernîteya kapîtalîst a nijadperest, olperest, zayendperest, netew-dewletê ya Modernîteya Kapîtalîst ku parçe dike û bi rêve dibe nin.’ Dê bi modernîteyae demokratik dê kurd ne tenê li parçeyekî biçûk, dê bi hemû gelê cîhanê re bijî. Dê bi gelê ereb, fars, tirk û hemû gelan re vê alternatife bijî.’ Bû.

Sekna li Îmraliyê li ser vê fikr û felsefeye pêş ket. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, alternatifa Modernîteya Demokratîk pêş xist. Bi awayekî teorik hemû armanca komplogeran pûç kir. Jibo ev hemû têkeve meriyete jî divê pergala Modernîteya Demokratîk, di asta herêmî û kurevî de, erka avakirinê bi serkeftî pêk bîne.

Komplogerên navdewletî encamên çawa bi dest xistin. Komploger îro komployê çawa didomînin?

Tê zanîn ku Birêz Ocalan di 1’ê Îlona 1998’an de agirbesta yek alî îlan kir. Dixwest pirsgireka kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Ji bo bigêje armanca xwe û bi rêyên dîplomatîk ên navneteweyî pirsgirêkê çareser bike, rêya  ewropayê tercih kir. Dema gihişt Romayê, pakêta ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Di serî de ji bo Serokê Îtalyayê D’Alema û ji bo Serokê DYA’yê Bill Clinton, Serokê Ingilistanê Tony Blair, Serokê Almanya, Fransa û dewletên endamken Konseyên Ewropa re her wiha ji NY û saziyên ewropa re name şand. Di nameye de diyar kir ku dixwaze pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê re bi rêyên siyasî û li ser esasê agirbestê çareser bike. Eger van dewletan piştgirî dabûna, dê wê demê pirsgirêka kurd hatibûya çareserkirin. Lê li şûna  piştgiriyê planên komployê xistin meriyete. Sererokê DYA’yê Clinton bi xwe li Serokê Îtalyayê D’Alema geriya û xwest mafê bicihbûna siyasî nedin Birêz Ocalan û wî radestî  Tirkiyeyê bikin.

Ingilistanê wê demê wekî “Mirovê nayê xwestin” îlan kir. Fransayê ji bo ku nece welatê wan der barê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Almanya jî biryara girtinê ya der barê Ocalan de xera kir û li şûna wê biryara ku Ocalan nece welatê wan girt. Wê demê D’Alema bi tenê hiştin. Bi zextên aborî û diplomatik zor li Îtalyayê kirin û xwestin Birêz Ocalan ji welatê wan derkeve. Wan jî got ‘Eger Ocalan ji welat dernekeve dê hikûmet belav bibe. Wê demê em nikarin jiyana te mîsoger bikin û zextên derûnî pêş xist. Birêz Ocalan jî li wir got ‘Mêvantiya bi zorê nabe’ û neçar ma ji Îtalyayê derkeve. Ewlehiya “Dewleta fermî ya Rûsyayê heye” da û bi balafira taybet a D’Alema şandin Rûsyayê. Li Balafirgeha Moskovayê bi çîçekan hat pêşwazîkirn. Di roja duyemîn de li gel biryara Duma ku bi yek dengî mafê parastina bicihbûnê dabûn jî, Pirîmakov û Yeltsîn bi tawîzên Projeya Xeta Şîn û Krêdiyên ÎMF’ê bi zorê biryara dervê welat dan. Destûr dan ku di ser Ermenistanê re biçe Kurdistanê. Lê rayedarên Rûs ev daxwaz qebûl nekirin. Ji bo bişînin Yewmenîstanê hemû derfet peşkeş kirin. Vê carê Generalê Teqawît ê Yewmenîstanê Naksakis bawerî da ku dê hikumet pirsgirêkan dernexe û qarandî ta. Li ser vê yekê di 29’ê Çileya 1999’an de Birêz Ocalan derbasî Yewmenîstanê bû. Li Balafirgeha Atina bi muameleya VIP’ê wekî wezîran hat pêşwazîkirin. Wezîrê Karê Derve Yê Yewmenîstanê Pangalos ku dostê Naksakis ê 40 salan e, ewle kir ku dê “pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin. Di rê de endamên serwîsa îstîxbata Yewmanîstanê ew pêşwazî kirin û binçav kirin. Ewil gotin dê bibin Hollandayê. Lê ew birin Minskê û ew li wir di bin sir û sermaya zêde de dan rawestandin. Lê ji ber ku Ocalan ji balafirgehê daneket, balafir disa çû Atinayê. Lê destûr nedan ku ji balafirgehê derkeve. Bil ez û bez bi heman balafirê birin Girava Korfu li cihana derve qut kirin. Ji wir jî hikumeta yewmen soz dan ku wi bibin Efrîqaya Başûr û mafê rûniştina siyasî bidin wî. Lê bi hinceta dê petrola balafirê tije bikin revandin Kenyayê û li Kenyayê daxistin xwarê. Kenya, welatekî ku kurd lê tune û di kontrola CIA û MOSSAD’ê de bû. Li vir derewa wan a bibin welate Başûrê Efrîqayê derket holê. Xwestin derxin dervê sefaretxaneyê. Lê Birêz Ocalan ev red kir. Di 5’ê Sibata 1999’an de serî li Sefaretxane û Wezareta Karên derve yê Yewmenîstanê da û xwest li wir bi cih bibe. Lê Yewmenîstanê di 14’ê Sibatê de çar polîsên xwe xwe şandin bi zorê derxistin dervê sefaretxaneyê. Lê piştî Ocalan û hevalên xwe li dijî vê yekê li ber xwe dan, operasyon belat bû. Lê di heman rojê de Sefîr fermana veşarî ya ku hikûmeta Kenya û polise wê têxin dewrê girt û di sibeha 15’ê Sibatê de çû Wezareta Karên derve. Li wir Wezîrê Karên Derve Pangalos bi telefonê tev li civînê bû. Bi gotina dê Ocalan bibin cihekî ewle û cihekî ku ew dixwaze. Bi vê gotina xapînok derxistin dervê sefaretxaneyê. Sefîr di vegerê de Kalenteridis anî cem xwe û hewl da Birêz Ocalan îkna bibe. Lê Birêz Ocalan bi biryar bû ku ji Sefaretê dernekeve. Lê vê carê Pangalos soz da ku balafira Hollanda amade ye û eger nece Holanda dê bi şev jiyana wî têkeve talûkeyê. Herî dawî bi zorê û gefan ji Sefaretwaneyê derxistin û bi navê balafira Hollanda  ew birin Balafirgeha Naîrobî û li balafira dewleta tirk ku bi ala Malezya hatibû veşartin suyar kirin. Dirok 15’ê Sibata 1999’an bû.

Komploya 15’ê sibatê ku Serokê DYA’yê Bill Clinton li tevahiya cîhanê kordîne dikir, du armancên wê hebû. Yek eger îmha nebe, wî teslîmî Tirkiyeyê bike da ku wî darve bike. Li bendê bûn ku Birêz Ocalan bi awayekî çors li ber xwe bide û şer gur bike. Plan dikin ku piştî vê yekê Birêz Ocalan darve bikin. Dixwestin li ser vî bingehî şerê di navbera kurd û tirkan de kûr bikin. Bi vê yekê xwestin di mijara Yewmenîstan, Ege û  Kibrisê de tawîzan ji Tirkiyeyê bistînin. DYA bi vê planê xwest Tirkiyeyê di polîtîkayên Rojhilata Navîn, Kafkas û Balkanan de bêtir bi xwe ve girê bide. Lîstik pir mezin û pir alî bû. Plan kiribûn ku Ocalan bi çorsî li ber xwe bide û bê darkvekirin. Lê Birêz Ocalan li Zindana Îmraliyê bi tezek mezin stratejiya çareseriya aştî û demokrasiyê pêş xist. Bi vê stratejiye hemû planên wan têk bir. Ji ber ku komplo li ser îmha û tunekirinê hatibû plankirin, dijberiya wê jî pêdivî bi siyaseta jiyan û jyandinê hemû. Yanî pêdivî bi siyaseta aştî û çareseriya demokratîk hebû.

Piştî Birêz Ocalan xistin girtîgeha yek hücre ya  li Girava Îmraliyê, Ocalan di hevdîtina ewil a parêzerê xwe de (25 Sibat 1999) de got: “Agirbesta 1’ê îlonê berdewam dike.” Cihê Îmraliyê jî wekî cihê ronîkirina komploya navdewletî, teşîrkirina komployê pênase kir. Dîsa wekî cihê çareseriya demokratîk û pêşxistina aştiyê pênase kir. Berxwedana 25 salan a Îmraliyê li ser vî bingehî pêş ket. Armanc dike ku Girava Îmraliyê bike grava Aştiyê.

Birêz Ocalan ji bo vê yekê dijî. Ji bo vê yekê li dijî pergala Îmraliyê ya îşkence û tecridê li ber xwe dide. Tevî hemû zextên tecrîdê nekarîbûn ku vîna azad a li ser bingeha dildariya wekhev û yekîtiya demokratîk, aştiya bi rûmet a Birêz Ocalan bişkînin. Dijberî vê planê, Birêz Ocalan 25 sal in bi berxwedana li Îmraliyê zindanê ronî dike. Komploya Navdewletî ronî dike. Hêzên komploger teşîr kir. Got ‘Ez ne dîlê Tirkiyeyê me. Ez dîlê pergala kapîtalîst a cîhanê me’ û parastina xwe li dijî Pergala Modernîteya  Kapîtalîst pêş xist. Li dijî vê pergalê Pergala Modernîteya Demokratîk pêş xist. Ji bo hemû gelên cîhanê bû heviya xelasiyê. Ji bo vê heviyê dîsa bifetisînin, vê  carê piştî sala 2015’an û şûnde tecrêda mutlaq pêş xistin û xwestin vê heviyê bifetisînin. Sê salin qet agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Pergala komploger herî zêde ji berxwedana Birêz Ocalan û modernîteya demokratîk ku wekî rêya çareseriyê pêş xist tirsiyan. Ji bo ev pradîgma nekeve meriyete û rê li pêş vê paradêigmayê bigirin  ji sala 2015’an û şûnde tecrîda mutlaq pêş xistin. 3 salên dawî jî bi temamî deng ji ser wî qut kirin û têkiliya wî ji derve qut kirin. Dixwazin li hundir bi vê pergalê vîna Birêz Ocalan a azad bişkînin. Li a liyê din jî dixwazin li derve bi operasyonên qirkirina siyasî kesên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên çareseriya demokratîk pêş bixin, bavêjin zindanan û girtîgehan dijî dikin. Qeyûm tayînî şaredaran kirin. Tayinkirinaqeyûman ji pergala hegemonîk a derve ne serbixwe ye. Bi tayînkirina qeyûman xwestin vîna siyasî ya civaka kurd a demokratîk û azad bişkînin. Dîsa bi operasyonên dervê sînor, bi êrîşên li dijî çand, aborî û qada dîplamosiyê, dixwazin kurdên ku li dervê hêzên hegomon, kurdên azad û demokrat tasfiye bikin. Di analîza dawî de her çend tecrîda mutlaq hebe û bi tu awayî agahî ji Birêz Ocalan neyê girtin jî, her çend bixwazin kurdên azad û demokratîk ku serî li ber hêza hemomonîk natewîne û aştiyê diparêze, tasfiye bikin jî, li Îmraliyê Birêz Ocalan û li derve li ser esasê azadiyê çareseriya demokratîk û têkoşîna aştiya bi rûmet nehatiye tasyifekirin. Di lehe gelan de û bêyî hegemonyayê, kurdên serbixwe û azad li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de û li derve bi milyonan bi şiara “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî berxwedan didome.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di şertê tecride de bi serê xwe dijî. Bi tenê çawa li dijî komploya navdewletî berxwedanek çawa nîşan da?

25 salên li Îmraliyê, bû qada dîyalektîka Îmraliyê ya eniyên çareserî û neçareseriyê ku bênavber şer dikin. Bi gotina Birêz Ocalan, pêvajoya  Îmraliyê an dê bi temamî çareser bike, an jî dê bibe windakirina sedsala 21’an. Eger din ava dewlet û hikûmetê de vîna ku bersîva çareseriyê bide Birêz Ocalan derketibûya, dê Girava Îmraliyê bibûya girava demokrasî, aştî û çareseriyê ya gelan. Dê bûbûya cejna demokrasiyê û Girava Aştiyê. Lê mixabin din ava hikûmet û dewletê de vînek siyasî ku bibe bersîva çareseriyê derneket holê. Vîna ku derdikeve tên astengkirin an jî tê tasfiyekirin. Hat famkirin ku modernîteya kapîtalîst rola ku li netew-dewleta tirk a di serê sala 20’an de ava kiriye, rola leşkerê herêmê ye. Nikare derkeve sînorê vî rolê xwe. Li ser vê rewşê Birêz Ocalan dibêje ‘Ez ne mahkûmê Tirkiyeyê, mahkûmê komploya navdewletî me.” Li gorî vê yekê parastina xwe ya li Îmraliyê li dijî pergala kapîtalîst a tecrîdê pêş xist. Li dijî vê pergalê, pergala alternatif a Modernîteya Demokratîk pêş xist. Dîsa bi serkeftî erken avakirinê pêş xist û hewl da pergala tecrîdê pûç bike. Dîsa li aliyê din bang li gelên Tirkiyeyê kir ku xwe di xeta sêyemîn de bi rêxistin bikin. Tevgera Destûra Bingehîn a Demokratîk a Îspanyayê minak nîşan da. Xwest bi vê rêbazê valahiya vîna siyasî tijî bikin. Di encamê de sekna Birêz Ocalan a 25 salên li Îmraliyê, pênaseya pûçkirina komploya navdewletî ye. Dîsa pênaseya hewldana çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk û pêşxistina aştiyê ye. Ji bo çareserî, aştî û demokrasiyê li dijî pergala îşkence û tecrîdê hêj li ber xwe dide.

Di hevdîtina parêzran a dawî de (7 tebax 2019) diyar kir ku dikare di hefteyekê de meseleyê çareser bike. Destnîşan kir ku ew ji çareseriya demokratîk û aştiyane re amade ye. Lê hêzên ku çareseriyê naxwazin, zext, astengiyên xwe berdewam kirin û dikin. Di hevdîtina xwe ya dawî de Girava Îmraliyê wekî Proto-Guantanamo pênase kir. Gotibû bi vê yekê hêza li hemberî pergaal îşkence û tecrîdê dest dike û dixwazin vîna min a azadiyê dîl bigirin. Gotibû li hemberî vê yekê têdikoşe û dê qet vîna asayiyê teslîm neke. Gotibû heta di aliyê yekîtiya dildarî a demokratîk de, çareseriya demokratîk û aştiyê ava bike dê vê têkoşîna xwe berdewam bike.

söylemiştir. Beriya pêvajoya Îmraliyê jî di sala 1993’an de hewldanên çareseriya demokratîk û aştiyane pêş ketibû. Ev hewldanên Birêz Ocalan li Îmraliyê jî berdewam dike. Heta sala 2007’an ev hewldanên wî bi rêbaza diyalog û aştiyê pêş ket. Di salên 2009-11’an de raste rast wekî pêvajoya  diyalog û muzakereyan pêş ket. Lê ev hewldan hatin astengkirin. Lê dîsa  di sala 2013-15’an de ev diyalog û müzakere di asta jor de pêş ket. Lê piştî Mutabaqata Dolmabahçe nas nekirin, ev hilweşiya. Divê ji van hemû pêvajoyan ders bê derxistin û li ser esasê azadiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Di analîza dawî de hat diyar kirin ku azadiya Birêz Ocalan û çareserî bi hevve girêdayî ye.  Mînak li gorî biryara DMME’ê ya 18’ê Adara 2014’an jî divê piştî 25 salan Birêz Ocalan serbest bê berdan. Li gorî DMME’ê Birêz Ocalan divê azad bibe. Lê ji bo ev biryar têkeve meriyete, divê vînek siyasî derkeve holê û çareseriyê pêş bexe. Birêz Ocalan ji aştî û çareseriya demokratîk re amade ye. Tenê kêmasiyek heye. Ew jî kesên wekî De Clark û wekî De Guella ku derkevin û vîna çareseriyê pêş bixin tune ye. Eger kesên xwedî vîna siyasî derkevin û gavan bavêjin, dê Birêz Ocalan jî azad bibe û pirsgireka kurd jî bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û bêtir wadetar bibe.

Ferqa tecrîda ku li Îmralmiyê pêş dikeve û pergalên îsolasyonên girtîgehên li cîhanê çine. Birêz Ocalan vê hêza berxwedanê ji ku digire?

Birêz Ocalan, ji bo pergala Îmraliyê got Guantanamo biçûk. Lê dema ku ev tişt got hindik be jî parêzer û malbat diçûn îmraliyê û hevdîtin dikirin. Lê piştî 2015’an tecrîda mutlaq xistin meriyete. Niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ev rewş mînaka Guantanamoylê derbas dike. DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de bi biryara der barê Ocalan de gotibû rejîma girtina heta mirinê li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Gotibû ev pergala îşkenceyê ye.  CPT jî di rapora 2020’an de gotibû ev tecrîda mutlaq û agahî negirtinê naqê qebûlkirin. Gotibû bi cezayê dîsîplînê astengiya malbat û parêzeran nayê qebûlkirin û xapandin e. Dîsa di rapora 2013’an de jî diyar kiribûn ku destûrnedayîna çûna parêzeran û malbatan a Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û zagonên navxweşî ye. Di encamê de Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BMİHK) di 6’ê Îlona 2022 û 19’ê Çileya 2023’an de diyar kiribû ku mafê hevdîtina parêzeran nayê astengkirin. Xwestibû ku Birêz Ocalan û 3 girtiyên din bi lez divê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Lê van biryaran naxin meriyete. Ev hemû biryar û pêşniyar nîşan dide ku Zindana Îmraliyê li dervê hiqûqê tê girtin. Mafê parêzeran di mînaka Mandella de nehatibû astengkirin. Mafê parêzer, name û ragihandinê di mînaka Zindana Guantanamoyê de nehatibû astengkirin. Lê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha hevdîtina parêzeran tê astenkirin. Denê di 2019’an de ji ber çalakiyên gireva birçîbûnê parêzer çûn Îmraliyê. Lê heta niha çûyina parêzeran tê astengkirin. Di peymana Cenevreyê de jî ev tune ye. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqî û zagonî tune ye. Herî dawî di 24’ê adara 2021’an bi telefonê axivî. Nêzî 3 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Bu tu awayî agahî jê nayê girtin. 3 mehan carekê cezayê dîsîplînê dibirin. Aliyê vê ku mirov bawer bike tune ye.

Li dijî van bêhiqûqiyan tişta ku hêz û baweriyê dide Birêz Ocalan, bi milyonan kesên ku piştgiriyê dide paradigmaya wî ya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet. Hevîya aştî û demokrasiyê ye. Bi gotina wî ‘Nikarin milyonan di giravekê de kom bikin’. Hêza têkoşîn û berxwedanê tenê ji vir nagire. Di heman demê de ji rastiya dîroka gelan a bi hezar salan hatiye parzinandin digire. Hêza xwe ji cihana hiş û ruhê xurt digire. Wekî şexs ji xwe azad bûye. Her çend di şertê tecrîdê de bê girtin jî ew mirovekî azad e.

CPT, Konseya Ewropa û parazvanên mafên mirovan ên gerdûnî çiqas li dijî vê tecrîdê erka xwe pêk tînin?

CPT, bi raporên xwe got ev rewş nayê qebûlkirin. Pêşniyarên xwe got. Lê hikûmet guh nade van pêşniyarên CPT’ê. Li gorî peymana CPT’ê ya xala 10/2’an divê CPT zorê li Tirkiyeyê bike. Lê ji demê re dihêle. Disa Konseya Ewropa  di mijdara 2022’an de biryar da. DMME’ê jî di 18’ê Adara 2014’an de gotibû divê biryaran pêk bîne. Ev  bi hikûmetê re parve kiriye. Lê ew jî li gorî xala 46/4’an a DMME’ê zorê li Tirkiyeyê nake û li demê belav bike.

Disa ji 2011’an heta niha û piştî tecrida mutlaq a 2015’an me bi dehan caran serî li DMME’yê da. Lê ev serlêdan bê encam man. Li demê belav bikin. Dîsa me bi dehan caran serî li Destûra Bingehîn da. Dadgeha Destûra Bingehîn jî hemû serlêdanên me bê bersîv hiştine û li demê belav kiren. Nezîkatiya Destûra Bingehîn DMME’ê û CPT biryaran nade. Serlêdanê bê bersîv dihêle û ji demê re dihêle.

Niha li tevahiya cîhanê û Kurdistanê hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Ev hamle her ku diçe mezin dibe. Ev hamle û meşa azadiyê çi îfade dike. Mirov çawa pênase bike?

Birêz Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an a dawî ya bi parêzeran re, diyar kiribû ku ji bo çareseriyê amade ye. Heta gotibû dikare di hefteyekê de jî pirsgirêkê çareser bike.

Di hemû vegotinan de rastiya derdikeve holê ewe ku li dijî hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd, hêzên komploger, di polîtîkayên neçareseriyê yên Lozanê diyar kiriye de israr dikin. Eger van dewletan dema Birêz Ocalan li Romayê bû û 7 xalên çareseriyê aşkere kirin, piştgiriya xwe anîbûna ziman, dê pirsgirêk wê demê çareser bûbûya. Di bingeha tradejiya Îmraliyê ya 25 salan de ev polîtîkayên neçareseriyê heye. Kengî ev dewlet dest ji van polîtîkayên xwe berde dê pirsgirêk çareser bibe. Ji xwe armanca vê pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li cîhanê belav bûye jî ewe ku berpirsiyariya van dewletên di nava komployê de cihê xwe girtine, bîne bîra wan û wan ji vê politika ku dixetimîne vegerîne. Zorê li van dewletan bike ku bi Birêz Ocalan re rûnên bi hevre pirsgirêkê çareser bikin e. Me got Birêz Ocalan gotibû ‘Ez ji bo çareserkirinê amade me. Lê vînek siyasî ku bibe muxatab tune ye. Armanca van kampanyayên ku li hundir û derve pêş dikevin ewe ku di nava hikûmet û dewletê de ew vîna çareseriyê derkeve pêş. Kesên ku xwe bi şer, berberî û neçareseriyê xwedî dikin, eger hilbijartina  ewlehî û leşkeriyê dînin aliyekî, dê karibin hilbijêrka siyasî û hiqûqê bigirin dest.

Çalakiyên li cîhanê pêş drikevin, çiqas li pêş komploya navdewleti dibin asteng. Ji bo bi temamî komplo bê şikandin divê çi bê kirin?

Birêz Ocalan rêya şikandina komployê di parêznameyên xwe de nişan daye. Di mînaka Mandela de mezinbûna komployên hundir û derve de, di serî de DYA û Ingilistanê, gelek dewletên ku piştgirî dida rejîma Aperteidê, piştgiriya xwe paşve kişandine. Van kampanyayan Rêberê Rejîma Aperteid, D’Clark jî guhertiye  û di şertê azad de bi Mandella de birin çareseriyê.

Dewletên ku li Îmraliyê rê li pêş pergala tecrîdê vekirine diyar in. Ji bo ku berpirsiyariya van dewletan bên bibîrxistin,  divê zor li Tirkiyeyê bê kirin ku bi Birêz Ocalan ê di rewşa çareseriya siyasî û aştiyê de ye re müzakere û diyalogê pêş bixe.  Eger müzakere û diyalog bên kirin dê di demek kurd de ev komplo pûç bibe. Lê Birêz Ocalan ji bo ev yek pêk bê jî rêyên çareseriyê yên demdirêj û nem nêvî danîne holê.

35 baroyan û 1330 parêzeran bi boneya biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Hûn vê hewldanê çawa şirove dikin. Çiqas bandor dike. Destkeftiyên civakî, siyasî û hiqûqî çine? Divê hiqûqnas û parêzer ji bo azadiya Birêz Ocalan çi bikin?

Divê mafê parêzeran neyê astengkirin. Lê Îmralî di aliyê astengikirina mafê parêzeran de mînaka ewil e. Di mînaka Mandella û Guantanamo de jî mafê parêzeran nehat astengkirin.  Me got ku BMİHK’ê di vê mijarê de ji bo ku bi tu awayî hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re heyê astengkirin, du caran hikûmet hişyar kiriye. Hewldanên me di aliyê neqebûlkirina vê bêhiqûqîyê de ye. Dîsa ji bo mafê parêzeran ê karibe bi girtiyan rev hevdîtin bike ye. Girtîgehek Giravê 13 sal in di bin tecrîda giran de ye. Girtiyên li vê giravê nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Astengkirina hevdîtina parêzer û girtiyên vê giravê ne li gorî tu zagon û hiqûqê ye. Tu aliye wê yê zagonî û hiqûqî tune ye. Di peymana Cenevreyê de jî hatiye diyar kirin ku di şertên şer de jî hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re nayê asteng kirin. Di zagon û Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de jî xalek bi vî rengî tune ye.  Astengkirina parêzer û girtiyên li Îmraliyê bi temamî pratîgkên polîtîk in û tu aliyên wan ên hiqûqî û zagonî tune ye.

Ji xwe CPT jî di biryara sala 2013’an de diyar kir ku astengiyên li pêş hevdîtina parêzer û girtiyan li dijî hiqûq û zagonan e. Diyar kiribû ku ev biryarek politik e. Ji kijan parêzerî bipirse bipirse, ev biryar nayê qebûlkirin. Parêzer bi vê hestiyarî û hişyariyê li rûmeta pîşeya xwe xwedî derketin û diyar kirine ku astengiyên li pêş parêzeran a çûyîna Îmraliyê nayê qebûlkirin. Hem CPT û hem jî BMİHK’ê diyar kiriye ku ev rewş nayê qebûlkirin. Ev ji destkeftiyekê zêdetir erka xwedîderketina rûmeta pîşe û parastina mafê xwe yê hiqûqê ye.  Tişta ku di qada navneteweyî de bê kirin jî hatiye kirin. Biryara DMME’ê ya 18’ê Adara 2014’an, Biryarên Mijdara 2022’an a Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, raporên pêşniyarê yên CPT’yê û biryarên ku BMİHK’ê du caran dane li holê ne.

Mesele ewe ku biryar û pêşniyar bên qebûlkirin. Dîsa mesele ewe ku serdestiya hiqûqê esas bê girtin û derktetina vîneke siyasî ya ku bi Birêz Ocalan re pirsgirêkan çareser bike derkeve holê ye. Ji ber tu ev pêk nayê, biryarên DMME’ê, biryarên CPT, biryarên Komîteyae Wezîran a Konseya Ewropayê û biryarên BMİHK’ê nakevin meriyete. Pir aşkere ye ku di çavkaniya vê pirsgirêkê de neçareseriya pirsgirêka kurd heye.

Derketina vîna siyasî ku bi Birêz Ocalan re pirsgirêkê çareser bike, tê wê qateyê ku kurdan û hiqûqê dixin nava hiqûqa gerdûnî. Ji xwe ji ber sed sal in pirsgirêka kurd li Lozanê de bê çareserî hatiye hiştin, komara Tirkiyeyê demokratik nabe. Di bingeha qeyrana edalet û hiqûqa Tirkiyeyê de, nenaskirina hiqûqa ji bo kurdan e. Yên ku hiqûq û azadiya kesekî din nas neke, dê hiqûqa xwe jî winda bike. Di tahlîla dawî de hat dîtin ku bi tena sere xwe têkoşîna hiqûqî encam nagire. Dema têkoşîna hiqûqî bi têkoşîna siyasî re bû yek dikare encamê bigire.