17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ocalan hêzê dide me’

Çalakvan Lîda Weerts ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd û jinên ku têdikoşin wiha got: “Jinên ku di nav paradîgmaya Ocalan de cih digirin xwedî hêza guhertinê û rola sereke ne. Li Ewropayê baviksalarî û kapîtalîzm ewqas bi hêz tê temsîlkirin ku divê em bibin yek û bi hev re şer bikin.”

Çalakvan Lîda Weerts ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd û jinên ku têdikoşin wiha got: “Jinên ku di nav paradîgmaya Ocalan de cih digirin xwedî hêza guhertinê û rola sereke ne. Li Ewropayê  baviksalarî û kapîtalîzm ewqas bi hêz tê temsîlkirin ku divê em bibin yek û bi hev şer bikin.”

Jinên kurd ên ku li Kurdistan û her aliyên cihanê xebatên xwe dimeşînin bandoreke mezin li ser gel bi taybet jî jinên cîhanê dikin. Têkoşîna ku jin bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah didin meşandin rê li ber paradîgmaya wî jî vedike.

Ji bo têkoşîna ku tê dayîn hê berfirehtir bibe li her aliyên cihanê konferans û komxebat tên meşandin. Yek ji jinên ku di van xebatan de bûye şahidê têkoşîna jinên kurd û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd naskiriye jî çalakvan Lîda Weerts e.

‘Ocalan îlham dide me’

Lîda Weerts ku bi rêya têkoşîna jinan paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskiriye ji bo jiyaneke bi wate were avakirin hêz ji vê paradîgmayê digire ev tişt anî ziman: “Em hemû ji bo pêşerojê xeyalan dikin lê paradîgmaya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye ji bo pêkanîna van xeyalan rê û rêbazan diyar dike. Paradîgmaya wî ji bo têkoşîna ku em pêş bixin îlhan û hêz dide me.”

Weerts ji bo jinên ku ji bo avakirina jiyanek nû xebatên xwe dimeşînin wiha got: “Jinên ku di nav paradîgmaya Ocalan de cih digirin xwedî hêza guhertinê ne û xwedî rola sereke ne. Li Ewropayê  baviksalarî û kapîtalîzm ewqas bi hêz tê temsîlkirin ku divê em bibin yek û bi hev re ji bo cîhanek çêtir şer bikin. Ji bo jiyana li Ewropayê bi awayeke bi wate bê jiyîn paradîgmaya modernîteya demokratîk, azadiya jinan û ekolojiyê pêwîstiyeke mezin e. Yê ku vê pêşkeş dike jî paradîgmaya Abdullah Ocalan e.”

‘Cihana xwe dewlemend bikin’

Çalakvan Lîda Weerts di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: “Divê em hemû jin karibin hev guhdar bikin, fêm bikin û hev qebûl bikin. Divê jin êdî li cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin nemînin, çandên cuda jî nas bikin û cihana xwe dewlemend bikin. Em jin bi hêza xwe dikarin torek gerdûnî ava bikin û ji bo cîhanek watedar bi awayeke xurt şer bikin.”