spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Meşa azadiyê destpêk bû dê çalakî berdewam bikin‘

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin got; “Meş destpêkeke bû em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

75 rêwiyên azadiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di şertên giran de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk,di 1 û 15’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar xistin. Rêwiyên Meşa Azadiyê, ji baskên Wan û Qersê meşiyan û piştî 15 rojan gihiştin Xalfetiyê. 75 rêwiyên azadiyê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civakî hebûn, 15 rojan gund, navçe û bajar bi bajar meşiyan. Polîsên AKP’ê hewl dan ku meşê asteng bikin. Lê dîsa jî li her bajar, navçe, bajarok û gundan gel li rêwiyên meşa azadiyê xwedî derketin. Meş di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Xelfetî ya Rihayê bi dawî bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, têkildarî daxwazên meşvanan û rewşa vê meşê bi xwe re afirandî nirxand.

Sedema derketina krîzan

Bozan, diyar kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya navneteweyî de heye û wiha got: “Li Îmraliyê hiqûq hatiye sekinandin. Heta ev gotin jî kêm dimîne ji ber ku li Îmraliyê hiqûq tune ye. Ev sê sal in birêz Ocalan bi temamî ji civakê hatiye îzolekirin. Ev derhiqûqtiya li vê derê jî bandorê li tevahiya girtîgehan û her qada jiyanê dike. Ev derhiqûqtî, di qadên aborî, civakî û siyasî de rê li ber krîzên mezin vedike.”

‘Divê îktîdar li Îmraliyê li çareseriyê bigere’

Bozan destnîşan kir ku çareseriya tevahiya krîzên li welêt di destê Abdullah Ocalan de ye û ev tişt anî ziman: “Divê îktîdarê ne li cihekî din, li Îmraliyê li çareseriyê bigere.” Bozan, pêvajoya 2013-2015’an ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin dihatin kirin bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Heke îktîdar bixwaze mezintirîn pirsgirêkên vî welatî çareser bike, wê demê divê deriyên Îmraliyê veke. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji ewil divê rêya çareserkirina pirsgirêka kurd veke. Heke ev rê were vekirin, dê tevahiya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên li welêt yek bi yek çareser bibin. Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de Ocalan bi malbat, şande û şandeya dewletê re hevdîtin dikir. Heke em rewşa wê demê bînin ber çavên xwe, dibînin bê ka hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re çiqasî binirx û biqedir bûn. Wê demê ji bo pêşerojê hêviyeke gel çêbûbû. Lê piştî tecrîdê di nava van 8 salan de tu hêviyeke pêşerojê ya gelan nema ye. Di halê hazir de 85 milyon kes êdî dixwazin terka welat bikin.”

‘Tevî astengiyan jî gel xwedî li meşê derket’

Bozan bi lêv kir ku wan “Meşa Mezin a Azadiyê” ji bo xelasiya ji krîzên heyî dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev çalakî, daxwaza bi milyonan kesan bû. Di nava 15 rojan de me li gelek cihan bi gel re civîn li dar xistin. Gel hem daxwazên xwe anîn ziman hem jî xwedî li meşê derket. Di dema meşê de meşvan li her bajaran rastî qedexeyan hatin lê gel xwedî lê derket. Gel nîşan da ku van qedexeyan nas nake. Walîtiya bi rojan berê digotin ‘me qedexe kiriye’ lê gel dîsa jî dihat û meşvan pêşwazî dikir û tev li meşvanan dibû. Van meşan di heman demê de polîtîkaya zext û bêzarkirinê ya ku îktîdar bi sala ye li Kurdistanê dimeşîne jî vala derxist.”

‘Dê çalakî bidomin’

Bozan, destnîşan kir ku gel tecrîd pûç kiriye û wiha qedand: “Meşa Mezin a Azadiyê di nava tenê parçeyeke wêneyê giştî bû. Ev meş di halê hazir de biserkeftî bi dawî bû lê teqez ne dawîbûneke. Ji ber ku ev hêj destpêk bû. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê ji vir û şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.”