3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sîsî naxwaze Misirê bixe nava şerê bi Îsraîlê re

Rojnameyên erebî yên îro cih dan daxuyaniyên serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û hevdîtina wî ya bi serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netaynhu

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da pêşniyara serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ji bo veguhestina filistîniyan ji Xezayê bo çolistana Neqeb li şûna Sînayê û wiha hat nivîsandin: “Gelek kesan ew pêşniyara Sîsî mîna çareseriyeke demkî heta bidawîbûna êrişên Îsraîlê li ser Xezayê wekî hevrikiya bi Îsraîlê re hesiband. Nexasim li gel tawanbariyên Îsraîlê ji Misirê re ku piştgiriya komên berxwedanê yên Filistînê dike.”

Li gorî rojnameyê, ji axaftina Sîsî fem dibe ku demkî be jî ew li dijî koçberkirina welatiyên Filistînê bo Sînayê ye.

Peyama Biden bo Israîlê

Girêdayî mijarê, rojnameya El Quds El Erebî ku agahiyên xwe spartin malpera “Axios” bal kişand ser peyama “Şerê li Xezayê dê demekê bajo, dê piştgiriya hevalbendan bo Îsraîlê bixe ceribandinê” ya ku serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina bi rayedarên Îsraîlê re daye.

Li gorî nûçeya rojnameyê, ev peyam ji bo Îsraîlê girîng e ji ber ku parastina piştevaniya rojavayî bi taybet a Amerîkayê ji bê wê metisiyeke mezin e.

Li gorî rojnameyê, Biden bi fikar e ku Hizbullah a bi piştgiriya Îranê bikeve nava şer ku ev yek îhtimala rûdana şerekî berfirehtir li Rojhilata Navîn zêdetir dike.