12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna ji bo azadiyê mezin dibe

Endamê Komîteya Amadekar a Kantona Qamişloyê Hozan Mijdo, anî ziman ku bi boneya azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bixwazin û Neteweyên Yekbûyî  (NY) erka xwe pêk bîne Konê Azadiyê li pêş NY’ê vedane

Pêngava ku bi diruşma “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasi” di 10’ê cotmehê de ji aliyê dostên kurdan ve li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin mezin dibe. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman armancê dest bi rêzeçalakiyan kir. Çalakiya yekemîn bi vedana Konê Nobeda Azadiyê li Kantona Qamişloyê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Kantona Qamişloyê li pêş avahiya Komîseriya Penaberan a NY′yê ya li Qamişloyê çalakiya konvedanê li dar xist. Roja yekemîn bi beşdariya girseyî ya xelkê Qamişlo, navçeya Tirbespiyê û gundên girêdayî wê ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, şêx, rûspiyên eşîrên ereb û kurd, yekitiyên girêdayî TEV-DEM′ê hate destpêkirin. Çalakî dê 7 rojan dewam bike.

Li ser navê Komîteya Amadekar yê Konê Nobeta Azadiya Fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Kantona Qamişlo hatiye vekirin Hozan Mijdo têkildarî armanc û xebatên çalakiya Nobeta Konê Azadiyê axivî. Hozan Mijdo anî ziman ku armanca vedana kon azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Armanca yekemîn azadiya fîzikî ya Rêber Apo ye. Armanca duyemîn ji bo em karibin dengê xwe bigînin hemû cîhanê. Hemû welatên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin. Mirovekî wekî Rêber Apo ku temenê wî 74 salî ye nêzî 25 sal in di zindana Îmraliyê de ye. 2.5 sal (du sal û nîv) tu agahî ji rêberê me nayê girtin. Em armanc dikin ku dengê xwe bigînin hemû cîhanê û hemû mafên mirovan. Da ku em karibin rêberê xwe di aliye fîzîkî de azad bikin. Ji xwe Rêber Apo di aliye fikr û felsefeyê de, di aliye ruh de di dilê her mirovê demokrat de dijî. Armanc azadiya fîzîkî ye.”

‘Eleqeya nobeda Konê Azadiyê gelek mezin e’

Hozan Mijdo têkildarî serdan û eleqeya li hemberî kon jî axivî û wiha berdewam kir: “Me di 17’ê Cotmehê de konê azadiyê veda. Dê hefteyekî nobeda kon bidome. Di serî de eleqeyek gelek mekin hebû. Me bi daxuyaniyek girseyî kon veda û nobed da destpêkirin. Li ser armanca vekirina kon me daxuyanî da. Îro ji navçeya Tirbesipiyê, saziya TEV-DEM’ê û saziya Tevgera Demokrat hatin serdana kon. Serê sibê hatin heta piştî nîvro tev li nöbedê bûn. Piştî esir taxa Hilêliyê, taxa Girbawî hatin beşdarî nobedê bûn. Li hundirê kon axaftin hatin kirin. Hem kesên hatin li ser armanca hatina xwe axivîn û hem jî kesên li kon li ser armanca vekirina kon û nobedê axivîn. Roja yekemîn eleqe gelek zêde bû. Bi coş û girseyî derbas bû.

‘Huner û stranên ji bo Rêber Apo pêşkêş dikin’

Hozan Mijdo, bibîr xist ku rojê ji navçeyek tev li nobedê dibin û wiha lê zêde kir: “Rojê navçeyek beşdarî nobedê dibin. Roja duyemîn ji navçeya Amûdê heta Dêrikê hatin beşdar bûn. Di serdana kon de li ser armanca kompo û tecrîdê axaftin tên kirin. Dîsa sînevizyon tên temaşekirin. Komên çand û hunerê stran û hunerên xwe yên ji bo Rêber Apo pêşkêş dikin. Her roj ji her taxekê 15 mirov bi giştî 30 mirov nobeta kon digirin.”

‘Em dixwazin peyamê bidin NY’ê’

Mijdo li ser armanca vekirina kon a pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji bo em dengê xwe bigînin Neteweyên Yekbûyî. Qaşo dibêjin ‘Em mafên mirovan diparêzin. Heq û hiqûqê însanan diparêzin’ Ji ber vê yeke me jî konê xwe li wir veda. Ji bo ku em peyamekê bidin wan û bejin ka mafên mirovan. Rêberekî wekî Rêber Apo, fîlozofekî ew qas mezin, felsefeya Neteweya Demokratîk ji bo her kesî diparêze. Hemû kes dikare cihê xwe div ê pergala Neteweya Demokratîk de bigire. Kurd ereb, suryan, tirk, her kes dikare di nava vê pergalê de azad bijî. Ji bo em peyamê bidin wan me kon li pêş wan vekir. Rêberekî wekî Rêber Apo nêzî 25 sal in di zindana Îmraliyê de di bin tecrîdê de tê girtin. Di destura Bingehîn ya tirkan de jî û di destûrên navdewletî de jî tu zagon tune ku Rêber Apo heta niha di zindanê de bigirin. Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî bi erk û berpirsiyariya xwe rabin û vê tecrîdê bi dawî bikin.”