4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siya Dîcle: Me xwest rastiya xwe bi hunerê bînin ziman

Siya Dîcle diyar kir ku wan xwestiye bi vê xebatê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qada hunerê re bînin cem hev û wiha got: “Yek ji rêya herî bi bandor a ku vê îdeolojiyê bide xuyakirin û berbelav bike çand e. Me hewl da ku rastiya xwe ya dîrokî bi muzîkalê bidin xuyakirin.”

Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat, li ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê fîlmekî muzîkal çêkir. Fîlmê Muzîkal ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê cara yekem tê çêkirin, bi navê, “Stranên Keziya Sor” hatiye amadekirin.

Filmê muzîkal ji 7 beşan pêk tê; her beşek serdemeke dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî zîhniyeta baviksalariyê vedibêje û wekî sembol balê dikişînin ser jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz (Sara), Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Zenûbya, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim û Zarîfe Xanim.

Muzîkal wê 3’yê Adarê li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî bê pêşandan.

Em der barê kişandina filma muzîkalê, wateya navê ku li fîlm hatiye dayîn û bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser çêkirina muzîkalê bi yek ji endama kordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Siya Dîcle re axivîn.

Fikra kişandina fîlma ‘Stranên Keziya Sor’ çawa derket holê û we çima pêwîstî bi xebatek wiha dît?

Di serî de ez dixwazim bi pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê bikim. Em jin hê jî li her derê li dijî her cure tundiya  hişmendiya dewletê têdikoşin. Gelek zehmetî hene ku divê jin derbas bikin ji ber vê yekê em dizanin ku têkoşîna jinan ne têkoşîneke demkî ye. Divê em her roj li dijî serweriyê têbikoşin. Ger em rojekê jî vê têkoşînê bidin sekinandin, wê aqilê zilam tavilê bikeve dewrê û bi her cure rêbazan dest bi serweriyê bike û serweriya xwe bide ferzkirin. Di vî warî de divê em li dijî vê hişmediyê têbikoşin. Di nav pergala heyî de jin li malê, li ser kar, di qada siyasî û jiyana civakî de zehmetiyan dikişîne. Bi taybetî li cihên ku şer lê hene zehmetir e û êşa herî kûr dijîn. Di vî warî de ger em cîhanek ku jin tê de pêşeng be pêk bînin, em ê di gelek aliyan de guhertinan çêbikin. Ji ber ku di cewhera jinê de tundî, zext, îmha tune ye, di cewhera jinê de evîn, afirandin û jiyan heye. Divê jin hêza xwe bibînin, xwe nas bikin û bi xwe bawer bin.

Jin her tim di nava berxwedanê de bûn, lê mixabin nekarîn xebatên ku vê berxwedanê diyar bikin biafirînin. Tevgerên ku bi femînîzmê dest pê kirine, hin guhertinan çêkin jî, dema li cewher û hêza jinê tê mêzekirin, têrê nakin. Bi femînîzmê re reform û restorasyon hatine kirin, lê em nikarin behsa guhertineke şoreşgerî bikin. Pêvajoya ku bi pêşengiya jinên kurd dest pê kir, pêvajoyek ku guhertinên şoreşgerî afirand da destpêkirin. Em Şoreşa Rojava weke şoreşa jinan dinirxînin. Pêvajoya şoreşê bi pêşengiya jinan dest pê kir û çeteyên barbar ên wekî DAIŞ’ê têk bir. Lê divê em ji bo têkbirina êrîşan û guhertina civakê xebatên xwe bimeşînin. Ev proje piştî analîkirina rewşa heyî derket holê. Weke jin me li Rojava Şoreşa Jinan pêk anî, lê di koka vê şoreşê, dîrok û vegotina wê de kêmasî ne. Û hê jî em nikarin bibêjin ku di nav hemû dînamîkên civakê de ev şoreş neketiye meriyetê. Weke Tevgera Çand û Hunera Jinan a Hilala Zêrîn em vê mijarê di civîn û nîqaşên xwe de dinirxînin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku huner guherînê bileztir belav dike, me jî piştî nîqaşan biryar da ku tekoşîna jinan bi vî awayê bidin xuyakirin.

Xebatên muzîkalê kîngê dest pêkirin?

Em weke Hilala Zêrîn 8 sal in li Rojava xebatên çand û hunerê yên jinan bi rêxistin dikin. Beriya her tiştî me hewl da ku em li hemû kantonan xwe bi rêxistin bikin û karibin jin û çand û hunerê bigihînin hev. Me li her kantonê navendên xwe vekir û komên jinan ava kir û me di kar de asteke baş jî bi dest xist. Lêbelê, ji bo em karibin ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve karên baştir derbixin holê me xebatên xwe berfirehtir kir. Gelek komên me yên wekî muzîk, folklor, şano, wêne, peykersazî, hunerên destan û hwd. hene.  Me ekîba sînemayê nû ava kir û studyoyek muzîkê ava kir. Piştî ku me xebatên xwe yên rêxistinkirinê gihandin astekê, me dest bi xebatên ku nêrînên me tînin ziman kir.

Me helbesta ku hevalek nivîsandiye bi pêşkêşkirina nêrîn û nirxandinên xwe xurtir kir û muzîka helbestê jî bi piştgiriya studyoya jinan û hevalên ji Hunergeha Welat çekir. Xebatên muzîk û senaryoyê bi hev re hatin meşandin. Carna muzîk li gorî tevgerên govendê dihat çêkirin ku me dixwest em vebêjin, carinan jî forma govendê li gorî tevgerên muzîkê diyar dibû. Mamosteya govendê Rojda Dildar, hem bi nêrînên derhêner û hem jî bi tevayî ekîbê, tevgerên bi dîroka her tevgerê û atmosfera pêvajoya ku me dixwest vebêje diyar kir. Hewl hat dayîn ku li her tevgerekê wate û nirx were zêdekirin. Xebatên muzîk û kişandina fîlm bi hev re hatin meşandin. Ji kantonên Şehba, Heleb, Kobanî, Reqa, Hesekê û Qamişlo komên girêdayê me bi dil û can tev li  xebatan bûn.

We di dema kişanê de zehmetiyên çawa kişand?

Şert û mercên kişandina fîlm dijwar bûn. Beriya her tiştî ji ber ku heta niha tu xebateka me ya bi vî rengî nînbû em ne xwediyê tecrûbe bûn, ev bi xwe zehmetî bû. Hevalên me yên jin ên ku bê rawestan dixebitîn ji ber ku qet di xebatek wiha de cih negirtibûn  bedena wan ne nerm bû. Tenê 2 mehan perwerde dîtin û piştre liv û tevgeran dest pê kirin. Di warê cih de zehmetiyên me hebûn. Herêma Rojava hê jî bi êrîşên dewleta tirk a faşist re rû bi rû ye. Her roj bi balafirên xwe yên keşf û şer hemû heremê bombe dike. Ji ber vê sedemê jî em neçar man ku her tim cih û warên xwe biguherînin da ku ev tîm xebatên xwe yên saxlem bimeşîne.

Carinan em di hewaya sar de bê betanî radizan, carinan jî di germahiya ji 45 pileyî zêdetir de dixebitin. Lê tevî şert û mercên dijwar jî her kes bi coş û moraleke mezin, bêrawestan û bêgazin xebitî. Di hin deman de me bi zêdetirî 400 jinan re xebat kir, di hin deman de 75 jinan re reqs hat kirin, carinan jî em bi kêm jinan re xebitîn. Beriya ku kişanek biqede, ekîba kişana din xwe amade dikir û dest bi provayê dikir. Hin hevalên me yên jin ji serî heta dawiyê beşdarî xebatê bûn, hin hevalên me jî di hin beşan de cihê xwe girtin. Coş û moralê dema xebatan bêhempa bû.  Xebata jinan a bi hev re jî di xebatê de coşek dida avakirin. Piştî kişanê kêf û coşa di çavên tîmê de hêz û moral dida afirandin. Xebatên ku jin pêşengiya wê dikin bi rastî jî pir xweş in.

Navê ‘Stranên Keziyên Sor’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ çawa û çima hat hilbijartin?

Me biryara navê projeyê zû neda. Em li ser pêvajoyên kişandinê, hilberîna muzîkê û gotinan pir fikirîn û me pir nîqaş kir. Ji bo nav gelek fikir derketin holê. Piştî ku hemû kişandin qediyan, em bi dehan caran hatin cem hev û me got bila nav çi be? Yên ku pêşniyarên destanan dikirin hebûn, yên ku nêrînên pir cuda anîn ziman jî hebûn. Sedema ku me navê ‘stranên’ hilbijart di serî de ji ber wateya peyva stran ya ku ji xwedawenda Star tê ye. Di heman demê de ji stargehê tê yanî hêza wê ya parastinê heye. Genim û nan di serdema neolîtîkê de pîroz bûn. Dema ku jin hilberandinê diparêze û bi stranan enerjiyê li jiyanê zêde dike.

Keziyên por temsîla jinan e. Dema em li peykerên serdema neolîtîkê dinêrin porê jinan kêzîkirîne. Sor jî her tim rengê şoreş û têkoşînê ye. Wek tê zanîn yek ji pêşenga têkoşîna jinên kurd Sakîne Cansiz (Sara) jî bi porê xwe yê sor tê nasîn. Jiyana wê her dem şer bû, porê wê yê sor jî îspata wê bû. Me ev nav ji bo Sakîne Cansiz ku pêşengiya me dike, hilbijart. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî jî îro bi têkoşîna jinên kurd li cîhanê belav bûye. Dema jin tê jiyandin azadî pêk tê.

Di muzîkalê de 7 beş bi navê 7 jinan hatiye dabeşkirin. Sedema vê çi ye?

Me di projeyê de her gava xwe li gor hejmar watedar û pîroz bi kar anî. Li hinek cihan me hejmara 41 a ku di neolîtîkê de pîroz e, li hinek cihan jimara 7, di kişana dawî de jî 75 govendgeran esas girt. Hejmara 41 şans û bereketê temsîl dike. Hejmara 7 gelek wateyên xwe hene. Li dinyayê 7 qat hene, 7 qatên binê erdê, 7 qatên jorîn û 7 roj in hefteyê temsîl dike. Ji ber vê yekê di beşa bi şiyarbûna jinan de 7 jin direqisin. Di beşa îfadekirina şoreşa civakî de 7 jin nûnertiya gerîla dikin. Ji 7 beşan pêk tê, pêvajoya ji destpêka jiyana heyî heta îro vedibêje. Hejmara 75’an temenê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîşan dide. Em vê projeyê pêşkêşî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikin.

Fîlm hem bi mijara xwe hem jî bi navê xwe girêdayê serkeftina jinan e. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava bandoreke çawa li ser pêşketina çandê bi taybet jî li ser tevlibûna jinan a çandê kir?

Beriya her tiştî em Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tenê weke Rêberê gelekî nabînin. Kurdbûna wî ji bo gelê kurd rûmet e, lê taybetmendiyeke wê heye ku bala hemû gelên cîhanê dikişîne û guhertinan çêdike. Ev rewş di Şoreşa Rojava de pir zelal tê dîtin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hêza xwe ji Rêberê Gelan digire, li her qadê refleksa xwe ya civakî û siyasî nîşan dide. Em bêjin gelê ereb, suryan, ermen, asûr, tirkmen û hwd, her gelê ku li van xakan dijîn ziman û çanda xwe bi rehetî dijîn û Rêberê Gelan wek Rêberê xwe pênase dikin. Rêbertî di her wateya civakî, siyasî û dîrokî de guhertinek çêkir. Azadkirina  jinan ne rewşek ji rêzê ye, yê ku perspektîfa xwe ya îdeolojîk dide û paradîgmaya wê diafirîne Rêberê Gelan e.

Şoreşa Rojava bi têkoşîna Rêbertiyê ya ku di tevahiya jiyana xwe de dabû bû şoreşa jinan. Rêbertî ji zarokatiya xwe de li dijî hişmendiya mêrperest li ber xwe daye. Di afirandina PKK’ê de her tim hewl daye ku jin di nava PKK’ê de cih bigirin. Ji bo vê gelek derfet jî afirandiye. Bi avakirina artêşa jinan mekanizmaya xweparastina jinan îdeolojiya xwe xurt kir. Xweparastin û perspektîfa bîrdozî hişt ku şoreşa civakî pêk were. Di vê wateyê de mîmarê sereke yê vê projeyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.

Rêberê me bi tecrîd û îşkenceya ku tu kesî nediye re rû bi rû ye. Ji bo derbaskirina vê tecrîd û îşkenceyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me divê her kes di nav hewldanan de be. Bi vê xebatê me jî hewl da gotinên Rêbertî bi qada hunerê re bînin cem hev. Yek ji rêya herî bi bandor a ku vê îdeolojiyê bide xuyakirin û berbelav bike çand e. Me hewl da ku rastiya xwe ya dîrokî bi muzîkalê bidin xuyakirin. Em hêvîdar in ku em bi ser ketibin. Yên ku beşdarî vê projeyê bûn gelek ked dan. Di tîman de ne tenê jin hebûn, hevalên mêr jî hebûn ku kişanê kirin, derhênerî kirin, di hilberîna muzîkê de cih girtin, di beşên 1’emîn û 2’yêmîn têkçûna zayendî de dans kirin hebûn û hevalên mêr di beşên montaj, dekor û cil û bergan de dixebitîn.

Hemû hevalên ku bi şoreşa jinan bawer kirin û hewl dan bi hunerî tevkariyê li şoreşa jinan bikin, di vê wateyê de em spasiya wan dikin. Her yek ji wan hewl da ku keda jinan bide xuyakirin ked da.  diyar bibe û jinan jî ji bo ku ked û dîroka xwe bi her wateyî bide xuyakirin bênavber dixebitin. Weke Hîlala Zêrîn em ê hewl bidin ku di pêşerojê de xebatên bi kalîtetir bi dest bixin. Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan, bi taybetî li her kesê ku dilê wan bi azadiyê lê dide, li hemû berxwedêran bi taybet YJA-STAR’ê ku li dijî faşîzmê li çiya û deştan li ber xwe didin, pîroz dikin. Em di şexsê Sakîne Cansiz de hemû kesên ku ji bo serkeftina şoreşê canê xwe feda kirine bi rêzdariya bi bîr tînin.