3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyamed Elî: DAIŞ li ber teqînê ye

Berdevkê Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî anî ziman ku DAIŞ Kampa Holê ji bo xwe wekî dibistan dibîne û wiha got: “Divê her dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ’î bibin welatên xwe.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 27`ê çileyê de qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. Têkildarî rewşa  kampa Holê û operasyona  li dijî DAIŞ’ê Berdevkê Ragihandina YPG’ê Siyamed Elî agahî dan. Siyamed Elî anî ziman ku di sala 2023’an de li Bakur û Rojhilatên Sûriye li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê gelek êrîş pêk hatin û wiha got: “Lê li aliyê din dewleta tirk bi balafirên xwe li dijî yekîneyên parastinê, saziyên sivîl û qada xizmeta binesaziyê gelek êrîş pêk anîn. Van êrîşan têkoşîna me bi sînor kir. Ji ber van êrîşên hewayî yên dewleta tirk, li hin qadan ji aliyê hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG û HSD’ê de hin valakî pêk hatin. Bi taybetî li kamp, zindan û şerê li djî DAIŞ’ê de valahî pêk hatin. Yek ji cihê herî qeder ku her tim divê çavê me li ser be û em baldar bin Kampa Holê ye. Kampa Holê kampa herî mezin a malbatên DAIŞ’ê ye. Zêdeyî 43 hezar mirov têde dijîn. Piranî alîgirên DAIŞ’ê ne û li gorî hişmendiya DAIŞ’ê xwe bi rêxistin dikin. Ji ber valahiya hêzê me, şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe zêdetir kir.”

DAIŞ kampa Holê dibistan dibîne

Siyamed Elî diyar kir ku DAIŞ Kampa holê ji bo xwe wekî dibistana xurtkirina fikr û hişmendiya xwe dibîne û wiha axivî: “DAIŞ’ê li vê kampê gelek zarok, ciwan, jin bi xwe ve girêdan. Perwerde kirin. Armanca vê qonaxa 3’yemîn a pêngava ewlehî û mirovî ew bû ku talûkeya vê hişmendiya reş û qirêj ji holê rake. Li gorî agahiyên gihîştin destê me gelek çek û cebilxane derbasî vê kampê bûne. Ev dibe ku xeteriyek mezin ava bike. Ji bo nebe wekî reva DAIŞ’ê yên li zindana Hesekê me xwest rê li pêş vê talûkeyê bigirin. Ji ber vê yekê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, HSD’ê ev qonax pêk hat. Di vê hamleyê de encamên girîng derketin. Mayîn hatin dîtin. Ev dîmen nîşan dide ku DAIŞ amadekariya êrîşek pir mezin dike. Gelek amûrên kolanê hatin dîtin. Tunel, xendek û kortik hatin dîtin. Şerê li herêmê pêş dikeve bandorek neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike.”

Elî anî ziman ku divê her dewlet van malbatên DAIŞ’ê yên li kampê wan bibin dewletên xwe û got: “Li dijî rewşa DAIŞ’ê xemsariyek navneteweyî heye. HSD’ê û Rêveberiya Xweser bang li dewletan kir ku dadgehek navdewletî bê avakirin û ev kesana bên darizandin û ji vir bên derxistin. Lê heta niha ev bang nehatiye bersivandin. Gavên hatine avêtin, rê li pêş hewldanên DAIŞ’ê nagire. Ev dihêle ku DAIŞ xwe dîsa nû bike. Bi taybet hebûna van zindanan û kampan ji bo DAIŞ’ê firsend e. Armanca vê hamleyê dawî li DAIŞ’ê bîne. Lê bi temamî nikare bibe çareserî.”

Şervan destnîşan kir ku DAIŞ hêza xwe ji êrîşên hewayî û bejayî yên dewleta tirk digire û wiha berdewam kir: “Bi taybetî herêmên dagirkirî, ji bo çete û komên çekdar ên wekî DAIŞ’ê bûne wekî hêlînê. Fermandar û berbirsên wan, malbatên wan li vir xwe bi rêxistin dikin. Dixwazin DAIŞ’ê ji van kampan rizgar bikin û bibin herêmê wekî Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Efrînê bi cih bikin. Dewleta tirk bi vê piştgiriyê dixwaze HSD’ê lawaz bike, Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Şervan bibîr xist ku hêzên navdewletî ji bo malbatên DAIŞ’ê ji van kampan û zindanan derxe tu gav nehatiye avêtin û wiha lê zêde kir: “Tenê li kampa Holê 43 hezar malbatên DAIŞ’ê hene. Dîsa  hîn zêdeyî 12-13 hezar girtiyên DAIŞ’ê di hepsan de girtî ne. Hebûna wan li vir wekî bombeyek li ber teqînê ye. Kengî biteqe ne diyar e. Divê hêzên navneteweyî û hêzên garantor bi erka xwe rabin û li dijî vê talûkeyê gavan bavêjin.”

Şerê li dijî DAIŞ’ê heta niha bi awayekî leşkeri dihat meşandin. Îro Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û diplomasiye DAIŞ têk bir. Lê îro li dijî vê yekê gavên mezintir tên xwestin. Divê Statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li asta cîhanê bê naskirin û qebûlkirin. Deriyên alîkariyê yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bên vekirin. ê ev êrîşa li ser gel û dorpêça li ser gel bê rakirin. Eger ev gav bên avêtin, em dikarin li gel hêzên navdewletî ji bo xelaskirina DAIŞ’ê gavên pir mezin bavêjin. Hebûna DAIŞ’ê li ser hemû gelê cîhanê metirsiyek mezin ava dike. Barê giran li ser pişta hêza me û rêvberiya xweser maye.

Şervan Siyamed da zanîn ku di operasyona 3 rojan de 29 çete hatin girtin û 4 mayîn û 2 tunel hatin dîtin.