spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sefqan: Dê ji bo azadiya fîzîkî biqîrin

Hunermend Hekîm Sefqan diyar kir ku ew ê beşdarî mîtînga mezin a 17’ê sibatê li Kolnê pêk bê bibin û got: “Em ê di di mîtîngê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin.”

Kurd û dostên kurdan li Ewropa û bakurê Kurdistanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşên mezin û meşên azadiyê li dar dixin. Kurd û dostên kurdan dê di van meşan de qala bandora tecrîdê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan bikin.

Hunermend Hekîm Sefqan têkildarî pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin axivî. Hekim Sefqan ewil çavdêriyên xwe yên li ser pêngavê parve kir û wiha got: “Demek dirêj e ev hamle hatiye destpêkirin û didome. Bi salan e kurd li Strasbûrg Nobeda Edaletê digirin. Hamle îro bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li cîhanê belav bûye. Gelek saziyên kurdan û saziyên dostên kurdan tev li vê hamleyê bûne. Em jî wekî eniya çand û hunerê wekî tevgera çandê tev li vê hamleyê bûne. Di aliyê sincî, welatparêzî û mirovî de em nikarin xwe li dervê van çalakiyan bibînin. Di aliyê kurdewarî û demokratîk de em nikarin xwe li dervê vê hamleyê bibînin. Em hewl didin ku pêşengiya vê hamleyê bikin. Em pêşengiya têkoşîna azadiyê ya qada sivîl dikin. Em jî bi deklerasyonekê beşdarî vê pêngavê bûn. Di serî de li Bajarê Kolnê di mijdarê de em civîyan. Me li wir stran gotin û govend geran. Me azadî j bo Rêber Apo xwest. Piştre di çarçoveya hamleyê de me şevbuhêrka helbestan li dar xist. Di 27’ê çileyê de hevalê me Hunermend Sînan Hezer pêşengehek bi navê Girav da pêşandan. Eniya me ya çandê bi awayekî çalak di nava vê hewldanê de cihê xwe digire. Heta niha eniya çanda kurdî û kurdan tu carî di meseleya azadiya Rêber Apo de gav paşve neavêtine.  Azadiya ku em dixwazin azadiya fizîkî ye. Rêber Apo di fikrên xwe de azad e.  Niha Jî em amadekariya meşa 17’ê sibatê dikin.  Em ê bi baskekî xurt ên çand û hunerê li kêleka gelê xwe bin.”

Rêya çand û hunerê vekir

Hekîm Sefqan qala bandora tecrîdê ya li ser huner û hunermandan jî rawestiya û ev tişt got: “Divê mirov Rêber Apo baş nas bike. Wê demê mirov bandora tecrîdê ku li ser Rêber Apo û hunerê dikare baş bixwîne. Ji roja tê bîra min heta niha her dem Rêber Apo huner wekî eniyek stratejî nirxandiye. Çavên me pir li wan perspektifan digere. Di hevdîtinên xwe de dema bi parêzkeran re silavek ji hevalekî hunermend re dişand ew dibû îlham. Rêber Apo perspektifên gelek xurt ji bo hunerê dan. Bi perspektifên xwe rêya çand û hunerê vekir. 25 sal in tecrîd heye.”

‘Huner ji Rêber Apo hêz digire’

Sefqan da zanîn ku hunermend di hunerê xwe de ne pêkan e ku qala tecrîdê neke û wiha lê zêde kir: “Bandora tecrîdê li ser hunerê gelek e. Lê her çend Rêber Apo 25 sal in di tecrîdê de jî çand û hunera kurd ji ber perspektifên kûr ên Rêber Apo ji xeta xwe derneketiye. Çand û hunera kurd hêz û çavkaniya xwe ji perspektifên Rêber Apo digire.”

Hunermend Hekîm Sefqan li ser rol û rista huner û hunermendan a li ser Azadiya Rêber Apo jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Em nikarin bibêjin hunermend dê biçin wê tecrîdê bişkînin. Lê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çawa beşên din ên kurdan di nava çalakiyan de bin, em ê jî di nava çalakiyan de bin. Çand û huner û çalakiyên hunerî bandorên xwe zêde ne. Çalakiyên hunerî bandora wê ji meşekê zêdetir e. Di 27’ê çileyê de pêşengeha Girav hebû. Di wêneyên pêşengehê de tecrîd diaxivî. Beşdarên pêşengehê pir zêde bi wan wênayan bi bandor dibûn. Di tabloyekê de mîmariya girtîgehê heye. Li ser tabloyê cihekî biçûk ê kilîdê hebû. Di nava tabloya mezin de cihê kilîdek biçûk hebû. Navê wê jî çareserî bû. Her kesî dihat li wir dinerî. Bandora hunerê û bandora stranekê, bandora wêne û şanoyekê li ser gel pir zêde ye. Em dizanin bandora hunerê li ser civakê zêde ye, em jî hewl didin ku rol û rista dikeve ser milê me pêk bînin. Em hewl didin hemû rengê hunerê ji bo şikandina tecrîdê bikar bînin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi her awayî em di nava çayakiyan de ne.”

Sefqan, nerînên xwe yên li ser hewldana hunermendên biyanî yên jibo azadiya Rêber Ocalan jî anî ziman û wiha axivî: “Di serî de Almanya û dewletên din ew qas di bin bandora Tirkiyeyê de mane, bi taybetî ji bo dilê Tirkiyeyê neşkîne metodên ku Tirkiye li ser hunermendên xwe dimeşîne, ew jî hewl didin wan medotan li ser hunermendên xwe bimeşînin. Bi taybetî Almanya hewl dide vê yekê bike.  Lê hunermendên wan ên navdar bêdeng nabin. Hewldanên wan ên di nava eniyên diplomasiyê de hene. Daxuyaniyên wan hene.  Rewşenbir di vî alî de gelek navdar in.  Siberojê em dixwazin gelek konseran li Ewropa çêkin. Di nava wan konseran de dostên kurdan jî dê cihê xwe bigirin.

Sûcdar dê têk biçin

Hekîm Sefqan bang li hunermendan kir û got: “Eger mirovek ji bo azadiya xwe di nava çar dîwaran de di bin tecrîdê de ye, dinya hemû ji tecrîda wî kesê di wî quncikî de ye, berpirsiyar e. Ji bo vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo, ku nerîn û ramanê wî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Tecrîda li ser wî,  tecrîd li ser hemû mirovên azad e. Ji ber vê yekê hemû kesên azadîxwaz  û demokrat divê li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Di serî de hunermendê kurd, nivîskar û rewşenbir tev xwendiyên van çalakiyên li dijî tecrîdê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê . Sûcdar dê rojek ji rojan têk biçin. Bila dest û keda me de di têkçûna wan sucdaran de hebe.”

Hekîm herî dawî li ser mîtînga 17’ê Sibatê jî rawestiya û got: “Hemû hunermend ê hemû bernameyên xwe betdal dikin. Em hemû hunermend em tev li wê meşê dibin. Em ê bi baskên xwe bimeşin. Em ê li wir çalak bin. Hemû hevalên me yên hunermend dê hemû bernameyên xwe betal bikin û tenê bernameyek me heye. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo biqîrin.”