4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta li ser cenazeyên leşkeran

Hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomariyê û parlamentoyê derbas bûn lê li pey xwe gelek pirsên bê bersiv hiştin û hêviyên rizgariya ji vê desthilatê dîsa di nav lepên hotên dizî, gendelî û bêrêtiyê de winda bûn.

Dîsa li dehan gund û bajaran ronîvro dengê xelkê hatin dizîn û bi sedan bêrêtiyên mezin di roja hilbijartinan de hatin kirin, bi sedan dek û dolaban vê desthilatê xwe hişt ji bo tûra duyemîn a hilbijartinan. Li dehan bajar û gundan dengê Partiya Çepên Kesk ji partiyên din re hatin nivisandin. Lê tevî hemû hîle û diziyan dîsa vê desthilatê nikaribû dengên tê xwestin bi dest bixe. Lewre jî niha amadekariya xwe ya tûra duyemîn dike. Divê hemû partiyên muxalefetê gelekî hişyar bin û rê nedin wan dizî û bêrêtiyan da ku tûra duyemîn jî wekî ya yekemîn neqede.

Bi salan e her ku rexneyên li dijî vê desthilatê zêde dibin siyaseta xwe ya xwînê dixe dewrê û bala raya giştî ya Tirkiyeyê tevî dikişîne ser wê mijarê. Di vê navêrê mijara sereke winda dibe û rojev dîsa dibe ‘Beka sorunu’ û hestên faşîzmê digihên radeya herî bilind.

Desthilata AKP-MHP’ê dixwest ku beriya hilbijartinan gelê Tirkiyeyê ji rojeva xwe ya sereke dûr bikeve, anku ji rewşa buhabûnê, krîza aborî û kêmasiyên piştî erdhejê derketin dûr bixe. Her wiha dixwest bi dagirkirineke nû ya axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêşî li rojeva dizî û bêrêtiyên vê desthilatê bigire.

Lê di wê mijarê de hesabê der û malê li hev nehat û şert û mercên navdewletî destûr nedan ku êrîşeke nû li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Her wiha tevî şerê giran û bi dehên caran bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan lê di vê mijarê de jî komkujî û encamên ku dixwest bi dest bixe, ne li gorî dilê wan bûn.

Niha di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de jî dîsa dixwaze siyaseta xwînê bide pêş. Desthilatî dê hewl bide her roj navê leşkerên ku di şerê li dijî kurdan de tên kuştin aşkera bike. Li gorî texmîna min di van rojan de dê kuştina ti leşkerên xwe veneşêre. Her wiha her yek were ji wan were kuştin dê bi merasîmên mezin werin veşartin.

Bi vê yekê desthilatî dixwaze ku hestên nijadperestî û dijminahiya li dijî kurdan û kesên aştî û demokrasiyê dixwaze bi kar bîne. Bi lidarxistina merasîmên ji bo her leşkerekî xwe desthilatî û medyaya wê dê wan merasîman veguherîne mitîngeke hilbijartinê û alaveke xurt a rexne û êrîşkirina muxalefetê.

Wiha xuya dike ku di van çend rojên beriya tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ne tenê dê leşkerên tên kuştin werin aşkerakirin lê belê dê berê gelek leşkerên bidin cihên herî taluke da ku hejmara leşkerên tên kuştin zêde bibin û her bajarekî bi kêmasî cenazeyê leşkerekî lê were lidarxistin.

Bi vê yekê dîsa wê medya alîgirê desthilatê û çapemeniya wê dengê defa hewarê bilind bike û hestên nîjadperestiyê bigihînin asta herî jor.

Di nava wê halanê de bêguman dê desthilata bi serkêşiya Erdogan propagandaya reşkirina muxalefetê û sûdgirtina ji bilindkirina hestên faşîst û nîjadperest ji bo zêdekirina dengê xwe bi kar bîne.

Mînaka roja piştî daxuyaniya ku hilbijartinên serokkomariyê man tûra duyemîn û pê re aşkerekirina kuştina 4 leşkaran jî vê texmînê rast derdixe. Ma gelo berê qet leşkerên wan nedihatin kuştin, çima berê aşkera nedikirin. Çima niha aşkera dikin.

Hewceyî zêde dirêjkirinê tune ye ji xwe her tişt li ber çavan e. Bi kurt û kurmancî mirov dikare vê yekê aşkera bibîne. Wekî me li jor anî ziman bêguman armanca wan bikaranîna van cenazeyên leşkeran ji bo propogandaya xwe ya hilbijartinê ye.