3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd rê neda faşîzmê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê bi hemû hêza xwe em berê xwe bidin hilbijartinên 28’ê Gulanê û darbeya dawî li vê desthilata ku xwe li ser xwîne gel ava kiriye bidin. Bi darbeya yekgirtina gelan wê ev deshilata faşîst têk biçe.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê di 14’ê Gulanê de pêk hatin. Ji bo dengdanê ji saetên despêkê heya êvarê ji her beşên civakê çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. Di dîmenan de hate dîtin ku gelek kesên nexweş, kal û pîr bi hêviya demokratîkbûna Tirkiyeyê berê xwe dan sindoqên dengdanê. Serokên partiyên siyasî, namzetên parlamentoyê, rêveberên saziyên civaka sivîl dîsa li pêş bûn. Li bakurê Kurdistanê jinan tu astengî nas nekir û bi karanîna dengan xwedî li îradeya xwe derketin.

Tevî hemû bangên aliyên demokratîk jî alîgirên deshilata AKP-MHP’ê li hin herêman li navendên dengdanê bûn sedema aloziyan. Xwestin dengên komî bi kar bînin, zext li çavdêrên sindoqan kirin û li hin deran êrîş kirin. Tevî van jî hilbijartina 14’ê Gulanê bû hilbijartinek dîrokî. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara ewil nêzî ji sedî 90’î gel çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Cara ewil deshilata faşîst a AKP-MHP’ê li herêmên ku weke keleha xwe dîdît pir deng winda kirin. Cara ewil faşîzma Erdogan di tûra yekem de negihîşt armanca xwe.

Serî li qirêjiyê dan

Desthilata windakirî ji bo muxalîf bi sernekevin serî li her cûre qirêjiyê da. Bikaranîna dengan asteng kir, heta li hin herêmên krîtîk mudaxleyî dengan kir, bi hincetên cuda dengdayîn asteng kir. Saziyên fermî yên dewletê jî di vê rojê de bi hemû derfetên xwe di xizmeta deshilata faşîst a AKP-MHP’ê de bûn. Saziya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ku pîvana wê ya yekem, bêalîbûn û adilbûn e, li gorî berjewendiyên vê deshilatê tevgeriya. Dîmenên ku ji Amed, Nisêbîn û Cizîrê hatin bi awayekî aşkera didin diyarkirin ku bê ka çawa ev sazî li dijî pîvanên xwe tev digeriya.

Tevî ku dema dengdanê bi dawî bûbû jî, bi saetan torbeyên dengan nekirin hundir û pêşî li hêjmartina wan girt. Bi hezaran çavdêrên sindoqan, muşahîd û dilxwazên parastina sindoqan li hemberî vê bêedelatiyê hewl dan xwedî li dengên xwe derkevin. Tevî hemû van hewldanan jî hejmartina dengan di bin tehdît û hîleyên deshilata AKP-MHP’ê de pêk hat. Lewma aliyên muxalif dibêjin rêjeyên hatine diyarkirin dûrî rastiyê ne. Deshilata AKP-MHP’ê encamên vê dengdanê li gorî parastina berjewendiyên xwe eyar kiriye. Careke din derket holê ku li welatên deshilatên faşîst lê bin demokrasî tê astengkirin.

AKP negihîşt armanca xwe

AKP a ku ji 3’yê mijdara 2002’yan ve li Tirkiyeyê dikeve hilbijartinan her tim ji bo bi ser bikeve serî li fen û fêla daye. Jixwe şefê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê Recep Tayyîp Erdogan vê yekê bi gotina ‘Hilbijartin tenê li sindoqê nayê qezençkirin’ pênase dike. 21 sal in bi taybetî li bajarên kurdan tevî van hîleyan jî tu caran nebûye partiya yekem û negihaştiye armanca xwe.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li gelek bajar, navçe, tax û gundên bakurê Kurdistanê weke her carê bi hîle û sextekariyan rabû. Lê dîsa jî nekarî biryardariya gelê bakurê Kurdistanê biguherîne. Ji bo ev rastî dernekeve holê, 8 salên dawî her cûre êrîş pêk anîn. 8 bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bi bombebaranê xera kirin. Li Pirsûs, Enqere, Amed, Cizîra Botan, Nisêbîn û gelek deverên din komkujî kirin. Ji dawiya 2017’an heta niha êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bi komkujiyan dagir kir. Bi hezaran endam, rêveber û kadroyên aktîf ên TJA, DBP, HDP, KCD’ê û rêxistinên civakî xistin zîndanan. Tenê di saleke dawî de bi girtina 34 rojnamegerên çapemeniya azad, hewl dan ragihandina xebatên hilbijartinê û teşhîrkirina polîtîkayên qirker veşêrin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tevî van êrîşên xwe yên giran jî nekarî vê nexşeyê û encama ji van bajaran derketî holê biguherîne.

Peyama herî xurt

Niha hin kes derdikevin dibêjin; “Partiya Çepên Kesk deng wenda kirin.” Kesên ku bi van gotinên çewt hewl didin îradeya gelê kurd bişkînin, diyar e dûrî rastiya civaka kurd in. Di bin van êrîş û zextan de ketina hilbijartinê jî ji bo gelê kurd serkeftinek mezin e. Tevî xiyanetkar, xwefiroş û neyaran jî ger îro li seranserî bakurê Kurdistanê Partiya Çepên Kesk bi ferqek mezin di hilbijartinan de bi ser ketî ev peyama herî xurt e ji bo van xwe firoşan. Jixwe armanca van kesan ew e ku bi van gotegotan ev hêviya serkeftinê bişikînin. Wisa diyar e hin aliyên kurd jî kêm be jî dikevin bin tesîra van gotinan. Piştî hilbijartinan di rewşa derket holê de tê dîtin ku di hin kesan de bêmoralî û acizî çêbûye. Li gorî min ev şaşitiyeke mezin e. Dem ne dema ku em xwe bêmoral û bêhêvî bikin. Jixwe li holê tiştekî ku me bêmoral bike nîne, berovajî wê serkeftinek dîrokî heye. Cara ewil şefê rejîma faşîst Erdogan ne gihaştiye armanca xwe û li ber têkçûnê ye. Li şûna em xwe wisa aciz bikin divê bi hemû hêza xwe em berê xwe bidin hilbijartinên 28’ê Gulanê û darbeya dawî li vê desthilata ku xwe li ser xwîne gel ava kiriye bidin. Bi darbeya yekgirtina gelan wê ev deshilata faşîst têk biçe.

Banga li rayedaran

Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk û Desteya Rêvebiriya Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyeke ji 10 xalan pêk tê nexşerêya xwe ya dema nû aşkera kir. Di vê daxuyaniyê de diyar e ne tenê tespît, kêmasiyên xwe jî baş analîz kirine û li gorî wê nêzî mijarê bûne. Lewma divê di serî de hevserok, hevberdevk, parlamenter û rêvebirên partiyan hemû dildarên vê îradeya siyasî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.