27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Siyasetmedarê di dilê gelê xwe de dijî: Orhan Dogan

Di ser mirinê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan re 16 sal derbas bû. Ji ber xebatên xwe yên ji bo demokrasi, azadî û aştiyê Godan hê jî di dilê gelê kurd dijî.

Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan di 27’ê Hezîrana 2007’an de di konsera Mîhrîcana Çand, Huner û Tûrîzmê ya Ehmedê Xanî ya ku li navçeya Bazîd a Agiriyê hat lidarxistin de krîza dil derbas kir. Piştî du rojan Dogan di 29’ê hezîranê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê jiyana xwe ji dest da. Bi wesîlaya salvegera mirina wî em dixwazin qala jiyan û têkoşîna Dogan a ji bo demokrasi û azadiya gelê kurd bikin û ew bi bîr bînin.

Dogan di 25’ê tîrmeha 1955’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî karmend bûye li navçeya Qoserê dest bi dibistana seretayî dike. Piştre dibistanên xwe li bajarên cuda yên mîna Sêwas û Dîlokê didomîne. Di sala 1974’an de dest bi beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê dike. Dema li Enqere beşa Hiqûqê dixwîne de dikeve ezmûna karmendiyê û qezenc dike. Di navbera salên 1975-1981’an de li Midûriyeta Perwerdehiya Seretayî ya navçeya Altindagê ya Enqerê weke karmendê muhasebeyê xebitiye. Di sala 1983’an de li naveya Cizîrê yê Şirnexê dest bi karê parêzeriyê kiriye.

Kar û xebatên wî yên sîyasî

Dema ku liseyê dixwîne Dogan siyasetê nas dike û di salên 1990’î de dibe sîyasetmedarekî navdar.  Di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih girtiye. Di hilbijartinên sala 1991’an de Partiya Kedê ya Gel (HEP) û Partiya Sosyaldemokrat a Gelparêz (SHP) tifaqa hilbijartinê dikin. Dogan wê demê bi siyasetmedarên kurd ên mîna Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk û Mehmet Sîncar re dibe namzetê tifaqê yê bakurê Kurdistanê û bi 18 rêhevalên xwe yên HEP’ê re dikeve parlamentoyê. Dogan weke parlamenterê Şirnexê tê hilbijartin.

Piştre bi hevalên xwe re derbasî Partiya Demokrasiyê (DEP) dibe. Di sala 1994’an de partiya DEP jî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye girtin. Herî dawî piştî girtina xwe ya 10 salan di 2004’an de bi hevalên xwe Leyla Zana, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak re tê berdan û tev li xebatên avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dibe. Ji bo Hilbijartinên Giştî yên 22’ê Tîrmeha 2007’an de li Şirnexê serlêdana parlamenteriya serbixwe dike û ev serlêdana wî ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve tê redkirin.

Binçavkirin û girtin

Piştî agahiyên der barê jiyana wî ya siyasî de niha dixwazim qala pêvajoya binçavkirin û girtina wî û careke din vegera wî ya nav siyasetê bikim. Dema ku siyaset dike ji ber têkoşîna ku dide gelek doz lê tên vekirin, tê binçavkirin û girtin. Di 2’ê adara 1994’an de piştî ku parêzbendiya wê tê rakirin polîsên tirk dikevin meclisê û Dogan û komeke parlamenterê DEP’ê bi darê zorê binçav dikin. Piştî 13 rojan Dogan û hevalên xwe tên girtin. Di encama darizandinê de bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Dogan, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak tê birîn. Piştre wan dibin Girtîgeha Girtî ya Navendî ya Enqereyê. Di vê navberê de Dadgeha Destûra Bingehîn DEP’ê jî digre. Di 9’ê hezîrana 2004’an de bi biryara jinûve darizandinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Dogan û bi hevalên xwe Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak re hat berdan. Piştî berdana xwe Dogan careke din vedigere siyasetê.

Navî wî her dijî

Dema ku siyaset dike gelek caran êrîşên sûîqastî lê tên kirin û mala wî tê bombekirin. Tevî van hemû zextên li dijî xwe jî her xwestiye binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kurdan ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne û kêliyekê jî ji têkoşîna edalet û aştiyê de paşde gav neavêtiye. Ji ber vê tekoşîna ku daye di dilê kurdan de cihekî taybet girtiye. Ji bo ku li mîrateya têkoşînê ya Dogan xwedî derkevin kurdan navê Orhan û Dogan li zarok, kolan û parkên xwe danîne.

Piştî mirina wî jî êrîşên dewletê yên li dijî Dogan nerawestiyan. Di vê çarçoveyê de di sala 2017’an de qeyûmê ku tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, êrîşî peykerê Dogan ê li navenda bajar hatibû çikandin kir. Di encama vê bêrêziya li dijî Dogan de peykerê wî ji navenda bajar hat rakirin. Lê her çiqas peykerê wî hatibe rakirin jî Dogan di dilê botaniyan de dijî û herî dawî di hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan de dengê xwe dan keça Dogan Ayşegul Dogan û ew şandin meclisa Tirkiyeyê ku wextê bavê wê ji bo gelê xwe lê têkoşiya bû.