28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylû mikur hat: Erdogan xwest, min di 2 rojan de hel kir

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li xwe mikur hat ku bi fermana Erdogan operasyon kiriye û dest daniye ser şaredariyan.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû cara pêşînl di 2016’an de li şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û cara duyemîn jî di 19’ê tebaxa 2019’an de li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûm tayîn kir. Soylû, têkildarî tayînkirina qeyûman li xwe mikûr hat. Îktîdara AKP’ê ku polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd dimeşand, piştî 24’ê tîrmeha 2015’an konsepta şer dîsa xist meriyetê. Di 30’ê cotmeha 2014’an di civîna Desteya Ewlekariyê ya Neteweyî (MGK) de biryara “Plana Tepesekirinê” da û xist meriyetê. Yek ji lingên vê planê jî tayînkirina qeyûman û girtina siyasetmedaran bû.

Piştî ku AKP dîsa li konsepta şer vegeriyayî, û hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê, Suleyman Soylû di 31’ê tebaxa 2016’an de weke wezîrê karên hundir hate tayînkirin. Soylû, weke karê pêşîn di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm li şaredariyên DBP’ê tayîn kir. Ji 102 şaredariyan bi giştî li 96 şaredariyan qeyûm hate tayînkirin. Darbeya duyemîn a qeyûman jî Soylû di 19’ê tebaxa 2019’an de kir. Bi darbeyêr e hevşaredarên 3 bajarê mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan ji peywirê hatin girtin û li şûna wan walî û qeymeqam weke qeyûm hatin tayînkirin.

Soylû ku di her axaftina xwe de şaredariyên DBP û HDP’ê hedef digire, îdia kir ku hevşaredar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine girtin.

Soylû, herî dawî di çalakiyeke partiya xwe ya li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê de axivî û têkildarî tayînkirina qeyûman li xwe mikur hat. Soylû got ku li ser fermana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan qeyûm tayîn kirine û ev tişt anî ziman: “Ez bûm wezîrê karên hundir. Serokkomar bangî min kir û got; ‘Suleyman, ez ji şaredariyên Başûrê Rojhilat û yên Rojhilat ên di destê HDP û PKK’ê de aciz im. Ji ber ku ew zarokan dibin çiyê, ji ber ku bacên dewletê bo PKK’ê dişînin, ew jî weke guleyan li Mehmetçîkên me vedigerin. Tu dê van tavilê ji peywirê bigirî.’ Min çavek dixwest lê Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj ketin navberê, di serê sibehê saet di 08.00’an de min li dijî tevan operasyon da destpêkirin û tevek jî ji peywirê girtin.”

Daxuyaniya Soylû, gotina Serfermandarê Artêşê yê berê Dogan Gureş bi bîr xist ku digot; “Serokwezîr Çîller tek dibêje, ez jî şeq pêk tînim.