5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hozan Mizgîn fermandara ku bi hunera xwe cesaret dida

Gurbet Aydin bi nasnav Hozan Mizgîn, sala 1962’yan li gundê Bileyder a Êlihê çavê xwe li jiyanê vedike. Beriya derbeya 1980’an bi demekî kurt tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dibe. Li Êliha wê demê ku tevger û sendîkayên bihêz ên karkeran xebatê dimeşand, naskirina xwe ji PKK’ê re çêdibe. Wê demê yek ji damezrînerê PKK’ê Mazlûm Dogan li Êlihê xebatên propagandayê dimeşîne û mal bi mal digere ji bo nasandina PKK’ê.  Hozan Mizgîn jî di vê demê li gel komek ciwanên Êlihê tevlî PKK’ê dibe. Bi vî awayî dibe jina yekemîn a ji herêma Êlihê tevlî nava refên PKK’ê bûye.

Mizgîn ji bo perwerdeya îdeolojîk a Tevgera Apoyî bibîne, berê xwe dide kampa perwerdê ya Bekaa’yê. Piştî temamkirina perwerdeya îdeolojîk a PKK’ê, vesazkirina wê ji bo rêxistinkirina xebatên çand û hunera Kurdî ji Ewropa re çêdibe. Hozan Mizgîn li gel Hozan Sefkan ji Bekaa’yê derbasê Ewropa dibe. Li gel Hozan Sefkan bingeha ‘Huner-Kom’ û ‘Koma Berxwedan’ diavêje.

Hozan Mizgîn piştî li Ewropa dest bi xebatên hunerî û çandî kir, di demeke kurt de karî hem komên stran gotinê yên hunera şoreşa Kurdistanê û netewî pêşdixin, biavêje hem jî gelek berhemên nemir yên weke, ‘Çemê Hêzil’, ‘Lo Hevalo’ û ‘Gundîno Hawar’ derbixe. Ev berhemên hunerî yên Hozan Mizgîn û avakirina komên stranan bûn yek ji materyalên bihêz ên propagandaya şoreşê. Ji ber stranên wê Kurdîbûn û şoreşgerîbûn, li Tirkiyeyê qedexe bû. Lê gel ew kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgîn, bi veşartî guhdar dikirin.

Hozan Mizgîn piştî xebatên xwe yên serkeftî yên di qada çand û hunerê de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hozan Mizgîn destpêkê weke fermandara eyaletê derbasê Mêrdînê dibe, paşê li ser pêwîstiyan derbasê herêma Garzanê dibe. Hozan Mizgîn ku li Garzanê jî yekem jina fermandara eyaletêye, li gel birêvebirina şerê çekdarî, xebateke berfireh a propagandaya çekdarî jî li Garzanê pêşdixe.

Ji bo bikare xwe bigihîne jinên Garzanê, gelek caran mîna wan çarşefê li xwe dike û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne.

Hozan Mizgîn ku weke jineke fermandar û hunermendeke şoreşger li herêmê deng vedide, dibe armanca êrîşên dewleta Tirk û nokerên dewletê. Di 11’ê Gulana 1992’yan de dema ji bo wezîfeyek dixwaze ji Garzanê derbasê Tetwanê bibe, di malekî de li ser îstîxbarata herêmî ya sîxûr dane, dewleta Tirk dor li malê digirin. Hozan Mizgîn ji bo nekeve dest bi demanceyê xwe şehîd dixe û teslîmiyetê qebûl nake.