28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûc jî û sûcdar jî diyar in

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 13’ê mijdarê de li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê teqîneke bombeyî pêk hat. Di encama vê teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê piştî teqînê dîsa qedexeya weşanê ragihand.

Wezareta Karê Hundir a tirk ji bo bûyerê zêdetir şîlo bike bi vê qedexeyê jî bisînordar nema. Wezîrê faşîst Suleyman Soylû ku bi dijminahiya li dijî gelê kurd radibe yekser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef. Soylû got, “Kujer berî çar mehan di ser Efrînê re bi rêyên qaçax ketiye Tirkiyeyê.” Suleyman Soylû bi agahiyên pêşî dayî senaryoya wan bi xwe amade kiriye raxist ber çavan.

Wezîrê faşîst bi heman argûmanan hewl da bûyerê berovajî bike û bi vê teqînê gelê kurd reş bike. Jixwe medyaya hawiz a deweleta tirk jî bêyî ku bikeve nava lêpirsînekê yekser êrîşî gelê kurd û tevgera azadiyê kir. Di vê mijarê de ji aliyê kes û saziyên qaşo xwe pispor pênase dikin ve senaryoyên cuda cuda hatin rojevê. Hemû nêrîn jî di parelelê axaftinên Soylû de şekil digirtin. Jixwe ev jî diyar dike ku ev êrîş bi çi baldariyê hatiye plankirin û birêvebirin.

Ji destpêkê ve raya giştî ya derveyî welat, partî û saziyên demokratîk biguman nêzî îdîayên Suleyman Soylû bûn. Dû re jî derket holê ku têkiliya kesên wekî bombekar nîşan didin û bi serokê MHP’ê yê Navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan re heye. Balkêşiyeke din jî tevî derket holê ku serokê MHP’î bi bombekar re axiviye jî polîsan ew binçav nekir û tenê ji bo îfadeyê ew vexwendine emniyetê.

Lê tevî ku bûyer êdî zelal bûye jî dewleta tirk bi hemû derfetên xwe hewl dide îdîayên Soylû piştrast bike û bûyerê biavêje ser aliyên kurd. Her kesê ku Tevgera Azadiya Kurd ji nêz ve dişopîne dizane ku ev çalakî bi tu awayî ji aliyê wê ve nahatiye kirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê çi dibe bila bibe sivîlan nake hedef ji aliyê din ve ew berpirsyariya çalakiyên xwe radike.

Jixwe Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî, Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyan desthilata faşîst a AKP-MHP’ê derewîn derxistin. Piştî van daxuyaniyan gumanên li ser îdîayên Suleyman Soylû zêdetir bûn. Çima raya giştî biguman nêzî daxuyaniya dewleta tirk bû?

Bêguaman di dîroka nêz a dewleta tirk de bûyerên Gara Enqere, Amed û Pirsûsê hene. Beriya van bûyeran dîsa rayedarên dewleta tirk li gelê kurd gef dixwarin. Piştî van gefan di mîtînga HDP’ê ya Amedê û li dijî avahiyên wê yên li herêma Çûkûroavayê êrîş pêk hatin. Şêwazê teqîna Stenbolê gelo çiqas ji van êrîşan cûda ye? Cudahiyek tenê heye. Girtina qaşo faîla teqînê jina bi navê Ehlam El Beşîr e.

Ji derveyî girtina Ehlam El Beşîr ku çiqas bi vê teqînê re têkîliya wê heye jî tam nayê zanîn, tu tiştekî teqîna li Stenbolê û yên din ji hev cuda bike nîne. Ji ber van sedeman şik û gumanên pir xurt hene ku ev çalakî ji aliyê hin şaneyên veşartî yên MÎT’ê ve hatibe kirin. Dema mirov daxuyanî û agahiyên der barê teqînê de tên parvekirin dinêre, ev nêrîn hîn xurttir derdikeve pêş.

Bi vê teqînê re girêdayî divê tekîliya dewleta tirk û rêxistinên terorîst ên ku li herêmên dargirkîrî yên mîna Efrîn, Idlib, Cerablûs, Serêkanî û Grêspî jî bên dîtin. Bi taybet li herêma Efrînê piştî di nava van komên çete de hin pevçûn derketin û şûn ve qirêjiya ku dewleta tirk li van herêman kiriye hîn zelaltir hate dîtin. Ji gelek aliyan ve tê zanîn ku li van herêman dewleta tirk a faşîst hewl da ku hin komên di qada navneteweyî de zêde hatine reşkirin û bi kiryarên xwe yên terorîstî tên naskirin, bi armanca xwe derxe paqijiyê û xwest têkiliya xwe ya bi wan re qût bike. Lê di nava dewletê bi xwe de hin kes naxwazin têkîliya xwe bi van koman re qut bikin. Lewma teqîna Stenbolê dibe ji aliyê wan kesên ku pitşgiriya van koman dikin ve hatibe kirin.

Têkildarî teqîna Stenbolê gelek senaryoyên cuda hatin nivîsandin. Ji van senaryoyan a herî rast û bêşik ew e ku ev teqîn ji aliyên hin kesên di nava dewletê de ne ve hatiye plankirin û birêvebirin. Armanc çi dibe bila bibe ji ber vê rewşê rayedarên dewletê berpirs in. Binpêkirina mafên mirovan heye û gelek kes bûne maxdûr. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li şûna derkevin ji gel lêborînê bixwazin, hewl didin di nava civakê de cudahiyê çêkin. Bi taybet şefê şerê taybet Suleyman Soylû ji roja bûyer qewimiye ve heta niha tekane armanca wî reşkirina gelê kurd e. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di vê rewşa kaotîk de hewl dide wek her carê li ser xwîna hatiye rijandin desthilata xwe xurt bike.

Di halê heyî de êdî sûc û sûcdar diyar in. Divê li dijî van binpêkirinên derqanûnî û sûcên li dijî mirovahiyê gel û aliyên demokratîk xwedî helwest bin. Êdî pir aşkera ye ku ev dewleta kifnikî êdî ne pêkan e ku ji bo berjewendiyên gelan bikaribe tiştekî bike. Hemû hewldanên wê ji bo xurtkirina desthilata xwe ye. Lewma divê gel ji vê desthilata ku bi kuştinan xwe li ser gel ferz dike re êdî bibêje bes e!