spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Romana jiyana azad û tolhildana hezar salan

Romanek di rûpelên wê de navê bi hezaran nemiran, bi hezaran berxwedêrên zindanan, artêşên ji bo azadiyê şer dikin, bi deh milyonan welatparêz li ser sond dixwin, ramaneke mirovahî feyz û hêviyê jê digire.

Gelek û civakbûyîn afirand, hemû hêmanên ji bo civakbûnê îcad kir, bingeha huner, endezyarî, wêje, zanist, bawerî, siyaset, çandinî û aboriyê avêt. Îro li gorî pergala cîhanê weke welateke bênav û nasname ye. Nirxên afirandî ji hêla dagirkeran û piştgirên wan ên navneteweyî ve hatine talankirin û dizîn. Dîrokek bi zêr hatiye nexşandin, îro di bin piyên dagirkeran de tê perçiqandin. Zarokên Kurdistanê bi zimanê dijminê xwe tên perwerdekirin, bi çanda wan a serserî tên mezinkirin û bi vî awayî tevkujiyek çandî, civakî û dîrokî tê meşandin. Dagirker û êrîşkar ji bo Kurdistanê di bin nîrê koletiya xwe de bihêlin hemû rêbazan bi kar tînin û welatiyên Kurdistanê weke artêşên koleyan bi kar tînin û didin xebitandin.

Tişta ji her tiştî kambaxtir gelê di dîrokê de bi afirînerî, jîrbûn û cengaweriya xwe derbasî rûpelên dîrokê bûbû, di nav neçariyek mezin de dijiya. Weke berxa li ber kêrê bêzar û bêmecal mabû. Serî li ber qedera ji hêla dagirkeran ve hatibû destnîşankirin tewandibû û xwe li ber rehma wan hiştibû. Ne dikaribû bilive û ne jî dikaribû îtîrazî vê qedera kambax bike. Ne xwedî nêrîn, raman û hişmendiyeke rizgariyê, ne jî xwedî hêz û baweriya pêşerojê bû. Ne dikaribû hêviya mûcîzeyekê jî bike. Bi her awayî ve xwe ji kêrê re amade kiribû û texlîda miriyan dikir. Êdî ne dikaribû xeyal bike ku dê bikaribe wekî hemû mirovahiyê bibe xwedî kesayet, maf, welat û azadî.

Xeyalan guherandibûn

Dagirkeran û xwediyên wan bi gelê kurd dabûn qebûlkirin ku bêwelat, bênasname, bêçand, bêdîrok û bêbawerî ne. Xewnên gelê qedîm veguherandibûn kabûsan û xeyalên wan veguherandibûn çîrokên komkujiyan. Êdî ji bo gelê Kurdistanê xeyalkirina jiyanek weke ya hemû mirovan jî zêde dihat dîtin. Fîtikên wan, bêwêjin wan, stranên wan, kilamên wan, cil û bergên wan, xwarin, çand, huner û dîroka wan tev weke nexweşiyekê hatibû pênasekirin. Nêzîkbûna van nirxan kiribûn hinceta girtin, kuştin û komkujiyê. Di encama çîrokên komkujiyê, xewnên kabûsî, zilm û zordariya dijmin de her kes ji nirxên mirovahî afîrandî, welatê civakbûyîn û mirovahî pêk anî, direviya.

Bi armanca xelasbûna ji komkujiya fizîkî tenê rêyek danîbûn pêşiya gelê Kurdistanê; ew jî reşkirina nirxên kurdistanî, reva ji wan û şibiyana dagirkeran bû. An dê bibana tirk, ereb û fars an jî dê komkujiyên di çîrokên wan de bihatina serê wan. Yek bi yek, kom bi kom, ref bi ref ji Kurdistanê û nirxên kurdistanî direviyan û hewl didan vegerin dagirkerên xwe. Fikirîna kurdek û Kurdistaneke azad weke şerma herî mezin a cîhanê di mejiyê gelê bindest de hatibû nexşandin. Êdî ew jî bi qasî dijminên xwe bawer bûn ku kurdê azad û Kurdistana azad xeyal e. Gotinên, “Bi dewletê serederî nayê kirin”, “Kurd nikarin xwe bi rê ve bibin” û “Kurd serbixwe bibin jî dê di du rojan de serê hev bixwin” ji nifşekê derbasî nifşên din dibûn.

Kesek derket

Hemû çîrokên wan ên serkeftinê hatibûn jibîrkirin. Gotin, ziman, çîrok û destanên wan teva vegeriyabûn hewarên komkujî, êş û janê. Ji bo janê nekişînin êdî çîrokên xwe jî nedigotin. Hewl didin hemû çîrok û destanên xwe, dîrok û zimanê xwe ji bîr bikin. Ketibûn dafikek wisa bi çar lepan xwe bi benê dijminan ve digirtin. Koka xwe ya 15 hezar salî bi fars, ereb û tirkên di temenê neviyên wan de bûn ve girê didan. Bi qasî xwe bi benê dagirkeran ve digirtin ew qas biçûk, nekir, bêzar, reben, jar û tune dibûn. Dafik kêlî bi kêlî li dora wan dişidiya û qirik li wan zeft dikir. Dema mirovahî ber bi çarêka sedsala 20’emîn ve diçû, hatibûn asta fetisînê. Lê mecal û hêza wan a ku hewl bidin nefesa dawî bigirin jî tune bû.

Dijmin û dagirkerên Kurdistanê weke serxweşan bi kêf û şên bûn. Kenên serkeftinê diavêtin. Êdî kes nedikaribû û ne jî diwêribû behsa navê kurd û Kurdistanê bike. Her tişt qediyabû, gelê hemû nirxên mirovahiyê afirandibû û welatê wan ê wargeha mirovahiyê ji rûpelên dirokê winda dibûn. Êdî xelasiya wan nepêkan bû. Dagirker ew qas bi vê bawer bûn, gora kurdan li ser çiyayên Kurdistanê çêdikirin û li ser kêliya wê nivîsa, “Kurdistana xeyalî li vir miriye” dinivîsandin. Di demek wiha de kesek derket, kesek ciwan, kesek tenê, kesek hêza diya wî, bavê wî, malbata wî, cîranên wî, civak û gelê wî hatine dizîn. Kesek ziman, çand, huner, ax û jiyana wî hatiye dizîn.

Biryara tolhldanê

Kesayetek ji hevoka “Kurdistan mêtingeh e” pêvetir tiştek wî yê din tunebû. Lê di heman demê de kesayetek di dilê wî de hezkirinek mezin a ax, welat, çand, ziman, bawerî û nasnameya kurd û Kurdistanê heye. Kesayetek qedera koletiyê lê hatiye birîn red kiriye û li dijî vê qederê ala serhildanê rakiriye. Kesayetek sondxwarî û sozdayî ku gelê hatiye kolekirin, azad bike. Kesayetek li dijî jiyana dagirkeran rewa dîtî, rêgeza “Ey jiyan an ez ê serkeftinekê ji te re bibexşînim an jî ez ê te tune bihesibînim” danî. Kesayetek li ser rewşa kurd û Kurdistanê pênaseya, “Li welatê nan em muhtacî pariyek nan kirin” anî ziman û biryara tolhildana vê rewşê dayî.

Kesayetek, neteweyek ji xweliya wê afirandî, di 27’ê mijdarê de li gundek biçûk ê navçeyek biçûk a paytexta welat Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bexşandî dîrok, jiyan û mirovahiyê kir. 27’ê Mijdarê destpêka vejîna gelek li ber mirinê ye. Biryara paşve girtina hemû nirxên ji kurd û Kurdistanê hatine dizîne. Vîna ji nû ve mirovbûn, ji nû ve kesayetbûn, ji nû ve civak û netewbûnê ye. Li dijî rebenî, belengazî, jar û perîşaniyê; baweriya bi hêzbûn, ji xwe, nêrxên xwe, dîrok, civak, çand û welatê xwe hezkirinê ye. 27’ê Mijdarê kokberdana nava kûrahiyên axa Kurdistanê û xwe gihandina hêza 15 hezar sal berê ye.

Rêya derketina ji dojehê

Ligel hemû êrîş, zilm û zordariya bêhişkirin, bêbîrkirin, bêbawerîkirin û bêhêvîkirinê hemleya xwe naskirin û xwebûnê ye. Bi dîroka xwe re li ser bingehek rast têkilî danînê ye. Xwe weke parçeyek axa xwe û axa pîroz jî weke hebûna xwe dîtinê ye. Li dijî qelsî, tirs û xofê; raperîna wêrekiyê ye. Şikandina nîrê koletiyê, teqandina kelehên tirsê yên di mejiyan de û meydanxwendina dagirker û dijminan e. Navê guleya li eniya dijmin hatiye xistin û destpêka tola hezaran salan e. Sibeha ji nû ve û bi awayek azad ji dayîkbûna zarokên welat e. Pêngava jiyana azad û bi rûmet e. Rêya derketina gelekî ya ji dojeha dagirkerî; ronahiya jiyan, welat û civakek nû ye.

27’ê Mijdarê dîroka destpêkirina romana dawî lê nehatî, destana lehengên ji nifşê xwedawendan, şerê bahoza vejînê ye. Romana jiyana nû îro dikeve temenê 45’an. Romanek di rûpelên wê de navê bi hezaran nemiran, bi hezaran berxwedêrên zindanan, artêşên ji bo azadiyê şer dikin, bi deh milyonan welatparêz li ser sond dixwin, ramaneke mirovahî feyz û hêviyê jê digire. Romana welatê winda ji nû ve weke modela mirovahiyê derbasî rûpelên dîrokê kir. Romana gelê li ber mirinê cardin weke 15 hezar sal berê anî asta pêşengên mirovahî û cîhanê; nirxên hatine dizîn û talankirî ji destê dijmin û dagirkeran derxist û radestî xwediyên wê kirî.

Li mirovahiyê pîroz be

Hezar silav ji wê kesayeta xwe bi milyonan rapêçayî, hezar silav li nivîskarê vê romanê, hezar silav li nemirên, berxwedêr û şopdarên vê romanê. Silav li 27’ê Mijdarê roja destpêka romana jiyana nû. Silav li têkoşîna destêpka paşvegirtina hemû nirxên ji kurd û Kurdistanê hatine dizîn û talankirin. Lê roman hêj neqediyaye. Naqede jî. Heta siya dagirkeran li ser axa me hebe dê bê nivîsandin. Heta hemû dar, kevir, pel, av, rûbar, çiya, deşt û zozanên welat bi felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bixemilin dê ev roman berdewam bike. Roja vejînê, roja rûmetê, roja destpêka azadiyê, roja tolhildanê li gelê kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê û mirovahiyê pîroz be.