19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên rojhilat kir

Rejîma Îranê şevê din êrîşê baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê kir û di encama êrîşan de sivîlekê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîma Îranê şevê din saet di 00.20’an de êrîşî baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Koye, Wargeha Cêjnîkan ya li nêzî Hewlêrê û baregeha Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan a li Zirgiwêz a Silêmaniyeyê kir.

Hat zanîn ku rejîmê destpêkê de bi çar moşekan baregeha Hîzba Demokrat a Kurdistan a Îranê ya li Koyeyê bombebaran kir. Di heman demê de baregehên Zehmetkêşana Kurdistan a li herêma Zirgiwêz a li Silêmaniyeyê û Wargeha Cêjnîkan a li nêzî Hewlêrê ku penaberên xelkê rojhilatê Kurdistanê lê dimînin bombebaran kir. Têkildarî êrîşa hêzên rejîma Îranê, endamê Rêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistan ya Îranê Amanc Zêbayî ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Dewleta Îranê baregehên li Koye bombebaran kir. Têkildarî encamên êrîşê heta niha tu agahî di destê me de nînin.”

Welatiyekê jiyana xwe ji dest daye

Li gorî agahiyên ji Komeleya Zehmetkêşan jî hatine standin, dewleta Îranê bi dronan êrîşî herêma Bane Gewre ya li Zirgiwêzê kir. Dîsa rejîma Îranê di heman demê de bi 2 droneyan êrîşî wargeha Cêjnîkanê jî kiriye û ji ber êrîşê welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.