8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojhilatê Kurdistanê dîsa bû navenda serhildana gelên Îranê

Wiha xuyaye ku çawa çirûska yekemîn a serhildana gel ji bajarên rojhilatê Kurdistanê dest pê kir di berdewamiya wê serhildanê de dîsa giraniya xwepêşandan û nerazîbûnan vegeriyaye bajarên rojhilatê Kurdistanê.

Raporên der barê rewşa bajarên  Sine û Mehabadê yên rojhilatê Kurdistanêû gefên komkujiyan ên ji alî hêzên ewlekariya Îranê vê tên kirin rastî nerazîbûnan hat û li gelek bajarên din xwepêşandanên ji bo piştgiriya wan bajaran hatin lidarxistin. li Tehranê jî li taxên Abdil Abad, Şerîetî,Tehrannebras, û Qehlek xwepêşandanên bi şevê hebûnû di wan de dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê hatin hildan.

Li bajarê Mehabadê gel çeper ava kirin da ku xwe ji guleyên hêzên rejîmê biparêzin û agir li kolanan vêxistin û dirûşmeya ‘Bimre Dîktator, bimire Xumeynî’ hatin qêrîn.

Ji aliyekî ve xwepêşandan û serhildana gel li gelek bajar û navçeyan bê navber tên lidarxistin. ji aliyekî din ve gef û destwerdanên tund ên hêzên rejîmê zêdetir dibin. Bi taybetî li bajarên rojhilatê Kurdistanê êdî çekên giran tên bikaranîn. Di heman çarçoveyê de dadgeriya Îranê cezayê darvekiriye li  5 kesan biriye. Her wiha wezareta Karên Derve ya Îranê bang li sefîrê Ingilîstanê kir bi behaneya ku li wî welatî xwepêşandêr ala Îranê Îranê dişewitînin.

Nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê

Dengê nerazîbûna gelê her ku diçe aşkeratir dibe û êdî dîwarên tirsê yek bi byekl diherifin. Kaptanê tîma Futbolê ya Îranê Ihsan Hac Sefî di weşaneke zindî de piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwepêşandêran da xuyakirin. Hac Sefî doh li Qeterê di weşaneke zindî de got ku rewşa welatî ne başe, piştgiriya xwe bi xwepêşandêran re da xuyakirin û wiha got: “Divê leystikvanên me bibin dengê wan welatiyên xwe yên ku êşê dikişînin”. Di berdewama daxuyaniya xwe de Hac Sefî wiha got: “Divê em di leystika xwe ya îro de têkoşînê bikin da ku em temsîla gelê xwe bikin û ez hêvî dikim ku rewş baş bibe û daxwazên gelê me werin cih.”

Ji aliyekî din ve hêzên ewlekariya Îranê hewl dide ku pêşiya piştgiriya bi serhildana gel re  bigire û zextên xwe yên li dijî navdarên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin zêde kiriye. Di vê çarçoveyê de dîsa hêzên rejîma Îranê 8 kesayetên sînemager, siyasî û sporvan binçav kirine.

Nerazîbûna Amerîkayê

Amerîkayê êrîşên hêzên Îranê ên li dijî bargehên partiyan kurdan ên li başûrê Kurdistanê şermezar kir. Rêveberiya artêşa Amerîkayê êrîşên Îranê ên bi balafirên bê mirov û fûzeyan ên li dijî başûrê Kurdistanê şermzarkirin û ew êrîş wekî binpêkirina serweriya axa Iraqê binav kir.  Di daxuyaniya ku îro hate weşandin de êrîş wekî gefa li dijî sivîlan û êrîşên ne qanûnî ên ku ewlekariya Iraq û herêmê binpê dikin, binav kir.

Hêjayî gotinê ye ku di dema artêşa Îranê êrîşî 2 navendên Partiya Demokrata Kurdistanê li nêzî Hewlêrê kirin, artêşa tirk jî hemwext êrîşên artêşa tirk jî li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikirin. Lê Amerîkayê bi tu awayî behsa wan êrîşên artêşa tirk ku 2 rojan berdewam kir, nake.