spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelîl: Nikarin paşve gav li me bidin avêtin

Endamê Konseya Hevserokatiya ya PYD’ê Aldar Xelîl, dewleta tirk bi çek û roketên NATO û Amerîkayê êrîşê wan dike û ev hêz rê didin ku dewleta tirk êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Dewleta tirk duh bi balafirên şer êrîşê bajarên Kobanê, Dêrik, Girê Spî û Şehbayê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Qendîlê kiribû. Di encama van êrîşên dewleta tirk de zêdetirî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser êrîşên şeva dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

Aldar Xelîl, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re dewleta tirk her tim dest li Sûriyeyê werda û got: “ Dewleta tirk li gel dagirkirina Cerablûs, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê careke din dest bi êrîşê xwe kir. Naxwaze ku li Sûriyeyê aştî û demokrasî pêk were, naxwaze krîz bi dawî bibe. Xwe ji krîzan xwedî dike.”

Êrîşê sivîlan dikin

Xelîl, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel dirêjkirina krîza Sûriyeyê dixwaze li temenê desthilatdariya dirêj bike û ev tişt got: “ Ji bo bikaribe nîşan bide ku ‘serketineke mezin’ bi dest xistiye, dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve bixapîne. Ji bilî balafirên bombebarkirî yên bêmirov nêzî 50 balafirên şer û cûreyên cuda yên çekan bi kar anîn. Cihên ku êrîş bir ser wan ku der bûn? Qadên sivîlan bûn. Bala xwe bidinê, bombe li depoyên genim, santrala elektrîkê û nexweşxaneyê barandin. Yanî hemû jî qadên sivîlan e. Ev yek rastiya wan radixe pêş çavan.”

Israra serketinê mezin dibe

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl, destnîşan kir ku êrîşên wan ti carî nikarin têkoşîna wan lawaz bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê ti carî nikaribin paşve gavê li me bidin avêtin. Berevajiya wê israra me ya di serketinê de mezin dibe. Êrîşa bi ewqas balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî, dibe sedem ku têkoşîna bi hev re ya neteweyan bê xurtkirin û helwest li dijî van êrîşan bê nîşandan.”

Dengê xwe ji êrîşan re nekirine

Têkildarî hevkarê van êrîşan jî Xelîl ev tişt got: “Niha rastiyeke bi vî rengî heye. Dewleta tirk bêyî ku destûrê ji hêzên navneteweyî wernegire yên ku li ser Sûriyeyê bi bandor in, nikare êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em dizanin ku heta ew nebêjin ‘temam’ nikarin bikin. Ev yek aliyekî mijarê ye. Mijara duyemîn jî ji xwe di çapemeniyê de hat weşandin. Roketên ku bi kar anîn ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin. Balafirên ku bi kar tînin ji xwe yên wan e, roketên diavêjin jî yên wan e. Ev jî nîşan dide ku ev hêz ji tirkan re negotine ‘na’. Berevajiya vê yekê dengê xwe nekirine û rê dane. Bi vî rengî tê fêhmkirin ku hevparê êrîşên li ser herêma me ne.”

‘Divê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bin’

Xelîl, çalakiyên gelan ên li welat û derveyî welat silav kir û got: “Li rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê kurd, her wiha ereb, suryanî û hemû pêkhateyên ji netewe û baweriyên cuda daketin qadan. Ev yek jî serketina projeya neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Ev rewş nîşan dide ku xwedî li rêveberiya herêmê derdikeve. Heke gelên herêmê bi hev re dakevin qadan, êrîşan şermezar bikin û xwedî li destketiyan derbikevin, wê demê divê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bin. Şerê Gel ev demeke dirêj e di perwerde, civîn û pratîkê de di rojeva me de ye. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, her wiha ji aliyê civakî, dîplomasî, çandî û hunerî ve di rojeva me de ye. Gelekî bi vî rengî xwe xwediyê şoreşa xwe dibîne û ji bo parastina destketiyên şoreşê jî amadekariyê dike.”

Divê hêzên kurdistanî xwedî derkevin

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl, bang li hêzên kurdistanî kir û wiha axivî: “ Heke li rojava serketinek bê bidestxistin wê bibe serketina her kesî. Têkçûn çêbibe wê bibe têkçûna her kesî. Ji ber wê jî hemû hêzên kurdistanî çiqasî hêza xwe wan hebe divê xwedî li van destketiyan derkevin. Me mînaka vê dîtin. Li Kobanê hêzên kurdistanî her wiha hêzên derve jî xwedî li berxwedanê derketin. Heman nêzîkatî li Şengalê jî hat nîşandan. Niha jî tişta ku ji hêzên kurdistanî û hêzên demokratîk tê xwestin  xwedî derketina vê berxwedanê ye.”