28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling hat bibîranîn

Tahîr Elçî di 7’emîn salvegera qetilkirina de li ber Mînareya Çarling bi girseyî hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 7’emîn salvegera qetilkirina de li ber Mînareya Çarling bi girseyî hat bibîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku Elçî, tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê derbas kir û wiha hat gotin: “Tahir Elçî, qasidê aştiyê bû.”

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’e mijdarê 2015’an de li ber Minareya Çarling dema daxuyanî dida hat qetilkirin. Tahîr Elçî di 7’emîn salvegera qetilkirina xwe de bi tevlibûna gelek parêzer û serokên baroyan li Amedê hat bibîranîn. Girseya ku li pêşiya Edliyeya Amedê kom bû, meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Em ji te bîr nakin” hatibû hilgirtin û heta ber Mînareya Çarling meşiyan. Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren,  baroyên bajarên bakurê Kurdistanê, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) û gelek serokên baroyên bajarên Tirkiyeyê jî tev li bîranînê bûn. Her wiha Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û gelek parêzer jî di bibîranîne de amade bûn.

 ‘Naxwazin kujer bên dîtin’

Piştre jî girseyê deqeyek rêz girt. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren piştre axivî û got ku dewlet hewl dide qetilkirina Elçî veşêre. Bi domdarî Eren ev tişt anî ziman: “Tahîr Elçî dema ku qala bi dawîbûna şerê li kolanên bakurê Kurdistanê dikir, hat qetilkirin. 28’ê mijdarê ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke tarî ye. Piştî qetilkirina Tahîr Elçî, şerê li kolanan zêde bû, gelek kes hatin qetilkirin û gelek kes jî neçarî koçberiyê bûn. Piştî vî şerî, dewlet dîsa li polîtîkayên şer vegeriya. Tevî ku 7 sal bi ser re derbas bûne jî kujerê Elçî nehatiye dîtin û cezakirin. Ji destpêkê heta niha dadgeh di doza Elçî de xemsar tevdigere. Ev jî nîşan dide ku naxwaze kujer bên dîtin û cezakirin. Di rûniştinek berê de dadgehê biryara guhdarîkirina serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû dabû lê piştre ji biryara xwe vegeriya. Herî dawî jî doz taloqî 8 meh piştre kir. Lê em baş pê dizanin ku dewlet naxwaze kujeran bibîne. Weke Baroya Amedê em jî dê ji bo darizandina kujer û berpirsyaran tişta ji destê bikin.”

Turkan Elçî helbesta xwe xwend

Piştrê jî hevjina Tahîr Elçî, Turkan Elçî helbesta ku ji bo Tahîr Elçî nivîsandî xwend. Helbest wiha ye:

“Dîsa mijdar e dîsa payîz e

Dîsa di destê bi hezaran de qurnefîl

Hatine ku biçînin li ser wan kevirên reş

Her sal qurnefîlên li ber Mînarêya Çarling hinek din zêde dibin….”

Qasidê aştiyê bû

Herî dawî jî Serokê TTB’ê Gurkan Altun axivî. Altun jî bi lêv kir ku Tahîr Elçî, qasidê aştiyê bû û ev tişt anî ziman: “Emrê xwe ji bo aştiyê derbas kir. Ew jî weke wan peykerên dîrokî her tim wê li vir be. Lê edî tukes nikare guleyan berde li ser lingên wê. Tahîr Elçî, dengê kesên hatine bêdengkirin bû. Di sala 2015’an de doza Serokê Eskîşehîrê hebû û min Elçî li wir nas kir. Ew jî beşdarî vê dozê bûbû. Wê rojê parêzvanî çi ye, hempîşeyî çi ye û aştî çi ye nîşanî me hemûyan da. Em hevî dikin ku kujerên wî demildest bên dîtin û cezakirin. Lê divê dijî vê em bêhtir di nava hewldanan de bin ku di doza tîrmehê de em encameke êrenî bi dest bixin.”

Her wiha Tahîr Elçî li Goristana Yenîkoyê li ser gora xwe jî hate bibîranîn.