spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîlmê Aysha yê behsa zarokekî kurd dike bû berendamê xelatên Oscarê

Cengiz Akaygun, bi serpêhatiya keça kurd a Efrînî a di kurtefilma Aysha de, bû namzetê Oscarê.

Derhêner û çêkerê filman Cengiz Akaygun bi filmê xwe yê dawî Aysha bû mêvanê 40 festîvalan û ji 7 festîvalan jî xelat wergirtin. Filmê derhênerê ciwan herî dawî li Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê a 13´an de jî xelata kurtefilma serketî wergirt. Filmê Aysha wekî din ket lîsteya dirêj a (Longlist) a ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) yên 95´an. Armanca Cengiz Akaygun ew e ku bikeve lîsteya kurt (Shortlist) û bikeve nava sê kurtefilmên xelatê wergirin.

Di kurtefilmê de di nav a13 deqîqeyan de serpêhatiya Aysha tê gotin. Cengiz Akaygun dibêje, navê Aysha esas ew nave ku zêhniyeta bi gewdeyê DAIŞ´ê li keça kurd kiriye. Herçî navê wê yê bi rastiye, li cem Cengiz Akaygun heye.

Akaygun heta niha 4 kurtefilm çêkirine. Ji bo fikrê filmê Aysha ew dibêje, “Çîroka filmê li ser têkoşîna keçeke kurd e ku li Efrîna di bin dagirkeriya qirker de dijî. Qewimînên li Rojava her wiha gelek tesîr li zarokan jî kiriye; min bi Aysha temsîla wan di filmê de nîşan daye. Ez fikirîm, gelo ez li Efrînê zarokek bûma, beramberî zêhniyeta DAIŞ´ê lazim bûya ez li ser xwe bimînin, ka çi wê ji destê min bihata. Bi van hizr û hestan min berê xwe da çêkirina filmê.”

Bi Ayshayê re wê biçe

Di film de du zarokên ku temenê wan di biniya 12 salî de ne û heta niha qet listikvaniyê nekirine cih digirin. Derhêner  Cengiz Akaygun bextewer e ku filmê Aysha ketiye nava bernamzetên xelatên Oscarê û dibêje ku: “Heke em xelat werbigirin ez ê bi destê Ayshayê bigirim û em ê bi hev re biçin merasîma xelatê.Ew keça serhildêr wê hîn bibe hêdîka derdê xwe bibêje, em ê jî hîn bibin guhdariya wê bikin.”

Lîsteya kurt a filmên namzetên Oscarê wê 21´ê kanûnê bê aşkerakirin.