27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Talankirina xwezayê tunekirina pêşerojê ye’

Lezgîn Yalçin der barê texrîbkirina avê de got ku li Kurdistanê ji ber şerê heyî gundiyan di bin navê ewlehiyê de bi darê zorê ji malên wan derxistin û vê yekê rê li ber tunebûna çavkaniyên avê vekir

Dema cîhanê xwe afirand an hat afirandin hemû zindî, çiya av û ax di nav pergaleke temamker de bûn û dikaribûn xwe nû bikin. Lê bi desthilatdarbûna însan êdî çavkaniyên ku hemû zindî jê sûd werdigirin hatin texrîbkirin.

Çavkaniyên ku xweza diyariya hemû zindiyan kiriye ji aliyê însan ve dem bi dem wek çek tê bikaranîn. Mînak di roja me de Tirkiye ava ku mafê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji bo şikandina îradeya civakê avê bernade. Ji ber vê yekê kesên ku ew av mafê wan e ji mafê xwe yên bingehîn bêpar dimînin û ev  jî rê li ber nexweşiyan vedike.

Ji bilî pêkanîna çavkaniyên xwezayî ya wek çek her wiha desthilatdariyên heyî bi polîtîkayên şaş rê li ber tunekirina xwezayê vedikin. Dîsa di nav erdnîgariya me de ji ber êrîşên dewleta tirk daristan tên şewitandin û li gelek daristanan dar tên birîn.

Di encama van pêkanînan de li Kurdistanê her ku diçe daristan kêm dibin. Ev pêkanîn li Kurdistanê di bin navê şer de tên kirin. Li aliyê bajarên Tirkiyeyê jî bi lêgerîna madenan daristan bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Girêdayî kêmbûna daristanan li gelek deveran av jî diçikê.

Civaka ku bi karê çandiniyê re eleqedar dibe ji ber çikandina avê neçar dimîne ku zeviyên xwe bi rêya sepanên çêker av bide. Kesên ku nikarin ji ava ku divê şaredarî jê re bîne sûd werbigirin dikevin nav lêgerînên cûda. Di encama van lêgerînan de neçar dimînin ku bi sondajan bîra vebikin. Bîrên ku tên vekirin dibe ku rojê xelas bike lê ji bo pêşeroja xwezayê xetereyeke mezin e.

Em der barê polîtîkayên dewletê yên li ser xwezayê, sedem û encamên vekirina bîran bi serokê Komeleya Dildarên Hawîrdorê yê Şaxa Amedê Lezgîn Yalçin re axivîn.

Lezgîn Yalçin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Ji ber polîtîka û pêkanînên heyî êdî mirov ne çend sal şûnde, roja têda ne difikirin û wisa tevdigerin. Dema wisa tevdigerin jî xwezayê qirêj û talan dikin. Di encama vê talanê de daristan tên tunekirin. Cihê ku dar lê kêm dibin ji berf û baranê bêpar dimînin.”

Valakirina gundan tunekirin e

Yalçin der barê valakirina gundan û encamên wê de wiha got: “Li Kurdistanê jî ji ber şerê heyî gundiyan di bin navê ewlehiyê de bi darê zorê ji malên wan derxistin. Ji ber ku gundî ji gundên xwe hatin dûrxistin ew daristan, bax û bostanên ku debara xwe pê dikirin bêxwedî man û her ku çû daristan kêm bûn. Dema bax û bostan, dar û daristan tune be, berf û baran jî nayê. Dema berf û baran nebare newal, çem û kanî jî diçikin. Dema berf dibariya heta meha hezîranê jî berf li çiya hebû. Ji ber vê çavkanî zêde bûn. Bi zêdebûna çavkaniya li ser rûyê axê av zêde dibû. Lê mixabin niha rewş ne wisa ye.”

Peywira şaredariyan

Yalçin di axaftina xwe de destnîşankir ku li Kurdistanê dewlet û şaredarî peywira xwe ya xizmetê pêk naynin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku Kurdistan deşt e ava binê erdê li Kurdistanê kêm e. Wek ku min got ji ber polîtîkayên ku tên meşandin dema daristan kêm dibin ava bin erdê jî kêm dibe. Girêdayî vê yekê di salên dawî de li Kurdistanê her ku diçe ava ser rûyê erdê jî kêm dibe. Ji ber ku şaredarî jî peywira xwe pêk nayne gel neçar dimîne ku bîran vebike û hewcedariya xwe pêk bîne. Çareserkirina pirskirêka avê bi gelemperî ya dewletê û şaredariya ye. Dema şaredarî û dewletê dît baran nabare û kêmasiya avê heye divê tedbîrê xwe bigirta û li gorî wî tevbigeriyana. Ku ava şebekê bigihandana gundan û gundî bêav nemana dê serî li vedandina bîra nedana.”

Tesarûfa avê

Yalçin di axaftina xwe de bal kişand ser encamên xwedî nederketina li xwezayê û wiha pêde çû: “Dema em xwedî li xwezayê dernekevin, ava ser rûyê erdê kêm dibe û wisa ya binê erdê jî kêm dibe. Di roja me de ev mijar li ber çavan e. Dewlet jî şaredarî jî vê mijarê dibînin. Divê ne ji bo kurkirina pirsgirêkê ji bo çareserkirinê demildest çarekî bê dîtin. Mînak ji bo ava bin erdê bin ezanî neyê bikaranîn divê şaredarî avê bibe her gundî û bigihîne her malî. Dema şaredarî pirsgirêka ava gundan çareser bike wê kes bîra kûr neke û avê bêkontrol bi kar neyne. Peywira şaredarî û dewletê avê têra bikaranîna her malekî bibe heta ber derê wan. Lê divê mirov jî baş bizanibê ji bo xwezayê divê avê pir bi tasarûf bi kar bîne.”

Yalçin got ku ji bo tesarûfa avê divê zarok bên perwerdekirin û ev tişt anî ziman: “Heta ji destê me were divê em li xwezayê xwedî derkevin. Jî bo vê yekê jî divê em baldartir tevbigerin. Mînak divê wesayît zêde neyên bikaranîn. An divê zarok ji bo karibin xwezayê biparêzin werin perwerdekirin û xweza bi vî awayê bê parastin.”

 Dar bên çandin wê av zêde bibe

Yalçin di axaftina xwe de Projeya Başûrrojhilat a Anatolyayê (GAP) ya ku bi salane nayê pêkanîn bi bîr xist û wiha got: “Ger ev erdnîgariya Kurdistanê bihata avdanê wê çandinî lê bihata kirin. Wê ev qas germahî çênebûya. Heta wê ji aliyê aborî de jî pirsgirêk çareser bibûna. Odeya bazirganiyê ya Amedê  ji bo xwezayê çandina fistiqan pêşniyar dike. Darê fistiqan avê naxwazin û ji germê hez dikin. Li erdnîgariya me jî av kêm bûye. Ger darê fistiqan bên çandin wê xweza şîn bibe. Şînbûna xwezayê jî tê wateya zêdebûna avê. Ji ber wî em dixwazin li Kurdistanê vî bidin destpêkirin ku hem av zêde bibe hem jî aborî hinekî be jî baş bibe.”

‘Ev talan tunekirina pêşerojê ye’

Yalçin diyar kir ku ger civak bi hişmendiya parastina xwezayê tevnegere wê heta 10-15 salên din xela çêbibe û axaftina xwe wiha domand: “Heke wiha here dê ne ji bo çandiniyê û ne jî ji bo vexwarinê av nemîne. Ev tabloya ku em dibînin vê yekê nîşanê me dide. Xweza ji me re dibêje; ‘We ez qedandim xwedî li min derkevin’. Çawa ji me re dibêje? Bi germbûna zêde, tunebûna seqem, nebarîna berf û baranê dibêje. Dema seqem tunebe genim jî şîn nabe. Piştî tovê genim were avêtin divê sê meha seqem bibîne ku simbil bide. Em tiştên ji bo xwezayê baş tevî dizanin lê em li gorî xwezayê tevnagerin. Talankirina xwezayê tunekirina pêşerojê ye. Li Kurdistanê dara dişewitînin, dibêjin ji bo ewlehiyê. Ev tiştekî ne rast e. Ji bo pirsgirêkên bi her awayî werin çareserkirin divê em ji bo her darekî cûda tevbigerin.”

‘Ji bo zêran çiyayan hildiweşînin’

Yalçin anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê bêçareserkirin divê bendav li gorî hewcedariyê zêde bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ji bo bendav jî çêbikin divê daristan zêde bibin. Dema daristan zêde bibin wê berf û baran jî bibare û wisa wê bendav tije bibin. Bêyî ku daristana zêde bikin bendava çêbikin jî wê vala bimînin. Ji ber cihê ku daristan tune be çavkanî jî her diçe kêm dibe. Divê dewlet rojekê zûtir dest bi polîtîkayên çandina daran bike. Lê dewlet ji bo kulmek zêr û madanê çiyayan hildiweşîne, daristana ji holê radike. Ji ber van polîtîkayan roj bi roj li welat berf û baran kêm dibe û çavkanî diçikin. Lêhî radibin gundan bi xwe re dibin. Ev ji ber ku bi xwazayê tê leyîstandin pêk tên. Dema baran ahengdar bibare erd şil be av di erdê de bixizime çiqas bibare jî zirar nade tiştekî. Lê dema ev ahengî xera bibe û bi meha baran ne bare erd sist û zûha dibe. Îja ku ji nişka ve bibare, lêhî radibe ne gund dibe ku bajaran jî bi xwe re bibe.”

Her bîra kûr dikin avê dûr dikin

Yalçin da zanîn ku civak bi nezanîn xwezaya xwe tune dike û wiha got: “Em tenê bi çandina daran dikarin çavkaniyên avê xurt bikin da ku hewcedarî bi ava binê erdê nemine. Bi hezaran bîran vekî jî ev nabe çareserî. Çiqas bîr werin vekirin wê av evqas dûr biçe. Îsal 100 metre were kûrkirin, saleke din divê 150 metre were kûrkirin. Dema bîr kûr dibin jî êdî ava binê erdê jî qîm nake. Wisa bibe êdi çend metre were kûrkirin jî wê negihêje avê. Dema av kûr biçe zirarê dide daran. Av ji koka dara dûr bibe, kok negihîje avê dar xişk dibin. Bi sala li Konyeyê bi pompayan av ji binê erdê kişandin. Bi kişandina avê  binê erdê de cihê vala çêbûn. Cihê ku av têde bû vala bû erd şikest. Deşta Konyayê anîn wê astê ku êdî nikarin lê genim jî bîçinin. Digotin depoya genim Konya ye. Niha ew jî tune êdî genim ji derve tînin. Ev yek ji ber polîtîkayên avê pêk hat. Êdî xweza destûrê nade ku li ser wê çandiniyê bikin. Li Kurdistanê jî roj bi roj bîr zêde dibin û xweza tê talankirin.”

Ahengiya xwezayê

Yalçin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke wiha bidome wê erd bişkê û çandiniyê qebûl neke. Dinya wisa nameşe, divê em ne hesabê salekî, hesabê sed salan, dused salan bikin. Hertiştê ku heye di nav ahengiyekî daye. Divê ev aheng xera nebe. Dema av kêm bibe wê legleg kêm bibin û wê beq jî zêde bibin. Ku beq jî zêde bibîn wê masiyan bixwin wê masî kêm bibin û wê xweza serobino bibe. Ev wekî zincîrê bi hev ve giredayî ye. Dema qulpek jê derê zincîr diqete. Av tunebe jiyan jî bi dawî dibe. Wisa bidome wê ji zarokên me re jiyaneke baş nemine. Hertişt av e em li avê xwedî derkevin. Çare ne kûrkirina bîran e, çandina dar û daristana ye. Ji ber xwezaya Kurdistanê têr û tije bû çavê cihanê lê bû. Digotin xela rabe jî li vir çemê Dîcle û Firatê heye wê ew der me xelas bike. Lê Kurdistanê bi şewitandina daristanan û kûrkiran bîra xera kirin. Wisa bidome wê şerê avê dest pê bike. Êdî tu der jî me xelas nake.”