28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunera 55 salan bû pirtûk

Nivîskar û hunermend Hamît Urmiye ku 11 albumên hunermend Dilovan kiriye pirtûk destnîşan kir ku hunera 55 salan a hunermend di pirtûkê de hatiye nivîsandin

Nivîskar û hunermendê kurd Hamît Ûrmiye, der barê jiyana hunermendê kurd Dilovan û malbata wî de pirtûkeke hunerî nivîsand. Ev pirtûk hem bi awayekî helbestî hem jî bi awayekî nota hatiye nivîsandin. Pirtûka ku bi navê “Hunera 55 salan Dilovan” hatiye çapkirin, ji 11 albûmên hunermend Dilovan pêk tên ji Weşanxaneya Sîtavê derçûye.

Hamît Ûrmiye, têkildarî berhema xwe de axivî û got ku dibê her kesek li xebata hunermendan xwedî derkeve û wiha got: “Her mirovek li gorî rewîtî, jiyan û taybetmendiyên giyanî yên xwe tevdigere. Weke hunermendekî ku bi salan e rih û giyanê min bi hunerê ve hatiye girêdan. Bi hest û kelecana hunermendan nasyarim. Di nava dil û mêjiyê xwe de ez ji hunermendan hez dikim. Pêwîste xwedî li ked xebara hunermendan bê derketin. Armanca min ew e ku jiyan û serpêhatiyên wan çi bin binivîsim. Çi di warê hunerê de çi jî di warê jiyana takekesî de be bidim ser hev û di nava rûpelan de bi cih bikim. Bi tenê ez dixwazim xizmeta çand, huner û zimanê gelê xwe pêş bixim.”

 Zarê hozan Dilovan

Ûrmiye, ev tişt jî anî ziman: “11 albumên hunermend Dilovan hene. Min hemû jî di vê pirtûkê de bi cih kirin. Piraniya stranên Dilovan gelêrî û klasîk in. Ji bo nivîsandina vê pirtûkê min alikarî ji tu kesekî nexwestiye. Jêdera vê pirtûkê ji zarê hozan Dilovan bû. Gelek hunermend, dost û hevalên Dilovan jî nêrînên xwe der barê hunera Dilovan de parve kirin û di pirtûkê de hatine çapkirin.  Her wiha hezkirineke min a  taybet jî ji Hunera 55 Salan Dilovan re hat. Pir kêfxweş bûm ku ev pirtûka zêrîn pêşkêşî gelê me hat kirin.”