3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanogerên Kerkûkê jî dê tev li Festivala Şanoyê ya Amedê bibin

Koma Şanoyê ya Kerkûkê wê bi şanoya ‘Pîşger’ tev li Festîvala Şanoyê ya Amedê bibe û piştî festîvalê wê li Kerkûk û bajarên din yên Herêma Kurdistanê şanoya ‘Pîşger’ bileyîzin

Koma Şanoyê ya Kerkûkê ku ji mamoste û xwendekarên Peymangeha Hûnerên Xweşik ya Kerkûkê pêk tê, tê payîn ku piştî du mehan ji provayan, wê bi şanoya binavê ‘Pîşger’ tev li Festîvala Şanoyê ya Amedê bibe ku biryare dawiya meha Cotmehê bê lidarxistin.

Niha leyîstikvanên şanoyê rojane du saetan provayên xwe li navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê dikin û heta niha ji aliyê tu kesan ve piştgiriya vê şanoyê nehatiye kirin. Hunermend bi şiyan û aboriya xwe ya sînordar ve provayên şanoyê dikin.

Merîwan Zengene ku yek ji leyîstikvanên sereke yên şanoyê ye di derbarê amadekarî û koma wan ya şanoyê ji Festîvala Şanoyê ya Amedê re ji Rojnews’ê re axivî û got; “Leyîstik ji aliyê Doshan Xiwakiwîçe ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Şiko Umer dike. Herwiha Tariq Nasîh, Merîwan Zengene, Sozan Ehmed û Wirya Ehmed weke leyîstikvanên sereke yên şanoyê rola xwe dileyîzin. Karê wê yê mûzîkê jî ji aliyê Jenyar Rizgar Heme ve tê kirin.”

Merîwan da zanîn ku Rêveberê leyîstiya şanoya ‘Pîşger’ Berhem Ehmed’e û wan hewl daye xebatek nû be û bikaribin bi vê leyîstika nû ya şanoyê tevlî gelek festîvalan bibin ku destpêkê jî Festîvala Şanoyê ya Amedê.

Merîwan Zengene têkildarî naveroka şanoya Pîşger wiha got; “Ev leyîstika şanoyê gelek pirsgirêk û arîşeyên civakê vedibêje. Pirsgirêkên siyasî û aborî û ew meqamên rewşenbîrî ku didin ew kesên ku qet heq nakin, lewma nêzîkatiyek nerast û neheqiyeke mezin li rewşenbîran tê kirin. Ji bo armancên xwe yên şexsî jî wezîfeyên fermî bikar tînin. Herwiha em ji bo çend festîvalan hatine vexwendin, nîşandana şanoya me ya yekem dê di Festîvala Şanoyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê de be, ku biryare di dawiya meha Cotmehê de were lidarxistin.”