spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştperdeya hevdîtinên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê

Rojnamevan Veysî Sarisozen diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di serdanên xwe yên Bexda û Hewlêrê de polîtîkaya şantajê esas girtiye û got: "Ger hikûmeta Iraqê serî li ber polîtîkayeke şantajê ya bi vî rengî bitewîne, dibe ku şerên gelekî mezin çêbibin. Divê her kes baldar be."

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê didomin. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, sê rojan li ser hev li Iraqê hin hevdîtin kirin. Fîdan ku hevdîtin bi rayedarên hikûmeta Iraqê re kir, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî rûnişt. Di rojeva serdanan de krîza avê, têkiliyên petrol, aborî û bazirganiyê û êrişên li Herêma Kurdistana Federe hebûn. Fîdan, di civîna çapemeniyê ya bi Mesrûr Barzanî re kir, ji bo tevkariyê malavayiya PDK’ê kir û peyam da ku bi taybetî dê tevkariya ji bo êrişên li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê bidomin.

Rojnamevan-nivîskar Veysî Sarisozn serdanên Fîdan û encamên wê yên gengaz ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal re nirxandin.

Sarisozen bilêv kir ku sedema sereke ya serdanên Hakan Fîdan şer û krîza aborî ye û got ku ji lew re desthilat di polîtîkaya derve û şerê li Kurdistanê de xitimiye. Sarisozen anî ziman ku Tirkiye di gelek warên şerê li Zap û Avaşînê yên nêzî du sal in didome de têk çûye û got ku gelek windahiyên wê çêbûne. Sarisozen destnîşan kir ku polîtîkaya şer a Tirkiyeyê bi polîtîkaya aborî ya niha re li hev nake û got: “Sedema sereke ya krîza aborî, şer û mesrefên şer e.”

Armanca serdana Fîdan

Sarisozen wiha domand: “Tirkiye dixwaze barê şer li Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê bar bike. Lewma li hemberî gerîlayan serî li provakasyon û komployên cur bi cur dide. Armanc ew e ku pêşmergeyan û gerîlayan bera hev bide û di navbera kurdan de şerekî navxweyî çêbike. Ger MÎT pevçûneke wiha biafirîne, Tirkiye dê li Başûrê Kurdistanê li çiyayan şer neke, dê bi bi tanq û topan têkeve Başûr û li Hewlêrê rûnê. Bi vî awayî dixwaze hem barê leşkerî hem jî aborî yê şer li rêveberiya Başûr û dewleta Iraqê bar bike. Armanca vê serdana sofîke ya Hakan Fîdan ev e.”

Planeke talûke ye

Sarisozen bal kişand ser naveroka hevdîtina Hakan Fîdan û got ku xwestiye PKK daxilî nava lîsteya “terorê” bê kirin û tişta ku xwestiye tam ji hikûmeta Iraqê bi dest nexistiye. Sarisozen bilêv kir ku ger Îran PKK’ê daxilî nava lîsteya “terorê” bike dê PDK jî hêzê ji vê bigire û dibe ku ew jî PKK’ê daxilî nava lîsteya “terorê” bike. Sarisozen got: “Di rewşeke wiha de dê Iraq û hêzên Barzanî jî bi hev re şer bikin. Em bi planeke gelekî krîtîk û talûke re rû bi rû ne. Lewma divê mirov vê provakasyonê bi awayekî eşkere li bara raya giştî bibêje. Tirkiye ji bo ji krîza aborî xelas bibe û pê re jî ji bo şerê li dijî PKK’ê bidomîne, vê planê xistiye rojevê.”

‘Divê her kes baldar be’

Sarisozen destnîşan kir ku Tirkiye polîtîkayeke şantajê û provakasyonê esas digire û bal kişand ser krîza avê: “Ji ber ku kaniyên avê yên Dîcle Firatê li nava sînorên Komara Tirkiyeyê ne, Tirkiye avê wekî amûreke şantajê bi kar tîne. Yanî li hêlekê hem meseleya vê nîqaş dike hem jî li hêla din ji bo Iraq PKK’ê daxilî nava lîsteya ‘terorê’ bike, polîtîkayeke şantajê dike. Ger hikûmeta Iraqê serî li ber polîtîkayeke şantajê ya bi vî rengî bitewîne, dibe ku şerên gelekî xwîndar çêbibin. Dixwazim vî tiştî ji raya giştî re bibêjim: Gerîla xeteke bi îhtiyat û realîst esas digire. Bi tu awayî pozîsyoneke wê ya maceraperest yan jî tolhildêr tune ye. Ez hêvîdar im dê pêşmergeyên welatparêz jî di vî warî de hesas tevbigerin. Pevçûneke çend rojan a gerîla û pêşmergeyan, dê bibe sedem ku Tirkiye dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê bike. Divê her kes baldar be.”

Sarisozen di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ger dilê PDK’ê û hêzên Barzanî hebe ku ji bo çarenûsa axa xwe rolekê bilîzin, divê baş hay ji van planên Tirkiyeyê hebin û berbayê van lîstikan nekevin.