2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tankerên sotemeniyê li benda erêkirina hikûmeta Şamê ne

Endamê Maseya Krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir karwanê duyemîn ê alîkariyê ku 50 tankerên sotemeniyê pêk tê gihaşt deriyê Tayiheyê. Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku alîkarî li benda erêkirina hikumeta Şamê ne da ku derbasî Helebê bibe.

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku 50 tankerên mazotê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo herêmên wêrankirî yên Helebê amade kirine, gihiştine deriyê Tayiheyê. Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku eger hikûmeta Şamê destûr bide dê alîkarî ber bi Helebê ve were rêkirin.

Mele Îbrahîm got: “Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de amade ne alîkariyan bişînin herêmên ku ji ber erdhejê wêran bûne. Têkiliyên me bi aliyên fermî yên li bajarê Helebê re dewam dike da ku di zûtirîn demê de ev alîkarî werin şandin. Lê ji bo derbasbûna alîkariyê em hîna li benda erêkirinê ne.”

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku 30 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo herêmên wêrankirî yên bakur û rojavayê Sûriyeyê amade kirine, li deriyê Em Cilûd ê di navbera Minbic û bajarê Cerablûs ê dagirkirî de sekinîne. Heta niha desthilata tirk destûr nadeye ku ev alîkarî derbas bibin.