spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar

Daxuyaniyên Erdogan ên li pêşiya konên AFAD’ê yên li herêma erdhejê didomin. Mexdûrên erdhejê piştî erdhejê market îstîmlaq kiribûn. Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di roja sêyemîn a erdhejê de dest bi ziyaretan kiribû. Erdogan herî dawî jî hate Semsûrê. Erdogan li pêşiya konbajar daxuyanî da û gef li mexdûrên erdhejê da ku piştî erdhejê heta demekî dirêj alîkarî jê re nehatibû şandin û market îstîmlaq kiribûn. Erdogan, wiha got: “Hinek xwenezan marketan dişêlînin. Êrişî kargehan dikin. Em ê bi rêya OHAL’ê dê mueyyîdeyên pêwîst li dijî kesên van tiştan dikin têxin meriyetê.”
Her wiha Erdogan got ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 18 hezar û 991. Erdogan dîsa xwest ku gel li ser ÎBAN’ê bo AFAD’ê pereyan bişîne. Balkêş e ku li pêşiya kursiya ku Erdogan lê diaxivî zarok hatibûn sekinandin.