3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taywan bersiv da pêşniyara Çînê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Taywanê Hua Chunying di daxuyaniyeke çapemeniyê de helwesta Çînê rexne kir û got ku tenê gelê Taywanê dikare çarenûsa xwe destnîşan bike.  Her wiha behsa zextên Çînê yên piştî serdana Nancy Pelosi û got ku Çînê vê serdanê wekî behane li dijî gelê Taywanê bikar tîne.

Ji aliyekî din ve Çînê da xuyakirin ku wan di nava heftiyekê de manewreyên xwe yên leşkerî bi rengekî serkeftî birine serî û artêşa wan ji bo hemû rewşan amade ye.

Hêjayî gotinê ye ku Çînê hem bi riya tatbîqatên leşkerî zexctê li Taywanê dike û hem jî dibêje riya diyalogê vekiriye. Lewre beriya çend rojan Çînê pêşniyarek wiha ji Taywanê re pêşkêş kiribû û gotibû; Taywanê dikare vegere sîstema berê ango pergala ‘dewletek tenê û 2 pergal’ lê Taywanê vê yekê red dike û dibêje tenê gelê Taywanê xwediyê wî mafî ye ku ew bi serê xwe biryarê der barê çarenûsa xwe de bide.

Her wiha Taywana ku xwedî rêveberiyeke xweser e, dixwaze ku xwedî şêweyekî berfirehtir ê rêveberiyê.