17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tecrîd divê bibe rojeva sereke’

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û got ku hilbijartin ji bo rakirina vê tecrîdê vebijêrkeke girîng e.  

Zêdetirî 2 sal in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û got ku hilbijartin ji bo rakirina vê tecrîdê vebijêrkeke girîng e.

Karakaş diyar kir ku tecrîda ku bûye pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê her diçe didome û got ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî tecrîd e. Karakaş wiha axivî: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999’an ve girtî ye û ji sala 2010’an ve jî bênavber tê tecrîdkirin. Ev, rastiyek e û ji aliyê civaka Tirkiyeyê ev tê zanîn. Tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê ye. Halî hazir heya niha ne hikumet ne jî hêzên navneteweyî di vî warî de tu gav neavêtine. Ev tenê ne ji bo birêz Ocalan, ji bo hemû girtiyan jî pisgirêkeke mutleq e. Bidawîkirina wê wekî tiştekî ne pêkan dihat dîtin, lê hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan ev yek guherand. Bingeha van pirsgirêkan, meseleya kurd e. Tecrîd encamek bû, lê di heman demê de bû sedemek jî. Hilbijartinên ku çend roj berê çêbûn, hêviya ku dê dawî li tecrîdê bê jî peyde kir.”

‘Bêdengî zindankirina hêviyê ye’

Karataş, destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê bûn cihê hêviyê û îşaret bi tûra duyan a hilbijartinên serokkomariyê kir ku dê di 28’ê Gulanê de çêbibe. Karataş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tûra duyan li pêşiya me ye. Di warê çareserkirina maf û azadiyên bingehîn de du vebijêrk hene. Barekî mezin dikeve ser milê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê. Bêdengiya li dijî rêveberiya faşîst, zindankirina hêviyê ye.”

‘Derdoran têxin nava liv û tevgerê ‘

Karataş bibîr xist ku hilbijartinên 28’ê Gulanê ji bo kurdan pir girîng in û got: “Gel dibîne ku bi salan e çi tînin serê kurdan. Lewma divê mirov wê hêla kurdan bibîne ku mekanîzmayê çawa dixin nava liv û tevgerê. Kurd, di vî warî de divê ji bo maf û azadiyên bingehîn hemû derdoran têxin nava liv û tevgerê. Ji bo tûra duduyan a hilbijartinê divê her kes hesas be.”

Karataş destnîşan kir ku divê meseleya tecrîdê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê. Karataş bal kişand ser “Mafê Hêviyê” ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê bêpar tê hiştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê hêviyê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye qebûlkirin û hatiye diyarkirin ku divê tu kes heta hetayê di girtîgehê de neyê hiştin. Ji ber ku di warê destûra bingehîn de em jî girêdayî DMME’yê ne, divê ev biryar bê pêkanîn. Em ê beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî ji bo vê têbikoşin. Di tûra duyan de divê her kes biçe ser sindoqan û em xwedî li sindoqan derkevin.”