19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûrê li hember dorpêçkirina artêşa Iraqê li ber xwe dide

Artêşa Iraqê ji serê sibehê ve bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs û hêzên taybet hewl dide derdora wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Xelkê wargehê jî li dijî wan hewldanan li ber xwe dide.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dikin.

Xelkê wargehê li cihê ku leşker û panzer lê kom bûne, radiweste û nahêle ku wargeh were dorpêçkirin.

Artêşa Iraqê di 27’ê Kanûna 2021’an de jî ji nişke ve serê siharê hewl dabû derdora wargehê têl bike û bi vî rengî dorpêç bike. Wê demê jî xelkê Mexmûrê berxwedanek bêhempa nîşan dabû û nehiştibû wargeh were dorpêçkirin.

Ji aliyekî ve xelkê Mexmûrê pêşiya wan girtiye û li ber xwe dide.Li aliyê din jî şandeyek ji rayedarên Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re di nava civînê de ne.