13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tehliyekirina girtiyê 30 salî yê emeliyatkirî 6 mehan hat taloqkirin

Girtiyê nexweş Saît Turkan ê 30 sal in girtî ye û 7 meh berê emeliyata bypassê bûye berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo 6 mehan hat taloqkirin

Saît Gurkan (52) di sala 1993’yan de li Amedê tê girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewlet û tevkariya welat” cezayê muebedê lê birî. Gurkan heta niha li girîgehên Amedê, Amasya, Îzmîr, Enqere, Çankiri maye û herî dawî salek û nîv berê wî sirgûnî Girtîgeha Aksarayê dikin.

Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag tehliyeya Gurkan ê ku di 31 salan de ji ber şert û mercên girtîgehê bi gelek nexweşiyan ketiye, ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve 6 meh hat taloqkirin. Gurkan ê ku diviyabû di 22’yê tîrmeha 2023’yan de bê berdan, bi hinceta “poşmantî nîşan nedaye û îfadeyên nezelal bi kar aniye” hat taloqkirin.

Serlêdana bo ÎHD’ê

Biraziyê Gurkan, Hasan Gurkan li dijî bêhiqûqiyan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da û piştgiriya hiqûqî xwest. Gurkan anî ziman ku apê wî 7 meh berê emeliyata bypass (emeliyeta vekirî) bûye û rewşa apê wî her ku diçe dikeve xetereyê. Gurkan got der barê tenduristiya apê wî de fikarên wan hene û tevî ku nexweş e jî Desteya Îdarî û Çavdêriyê 6 meh berdana apê wî taloq kiriye.

Dayik û sê birayên wî jiyana xwe ji dest didin

Gurkan anî ziman ku di van 30 salan de pîrik û sê apê wî jiyana xwe ji dest dane û girtîgeh destê dayik, bav, bira û xwişkan ji hev dike. Gurkan got ev jî rêbazek duyemîn ê cezakirinê ye û apê wî li ser daxwaz û nêzîkatiyê bi kêfî nayê berdan.