28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê hatin definkirin

Cenazeyên Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ku dema ji bo îfadeya dozgeriyê çûbûn Colemêrgê û di vegerê de di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.

Di 15’ê tebaxê de polîsan li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çel û Şemzînanê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin. 13 kes piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan û 10 kes jî piştî îfadeyên li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat biryara berdanê dabû.

Ji Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku piştî îfadeyên li emniyetê hatibûn berdan, kurê Akçelîk ê bi navê Cîhan Akçelîk û parêzer Erdal Safali duh ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê hatin Colemêrgê. Di dema vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Safali, Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan.

Parêzerê birîndar sewqî wanê kirin

Parêzer Erdal Safali jî di qezayê de bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Safali, şevê din sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê hate kirin.

Dayik hatin definkirin

Adalet Safali duh bi şev li gundê Memkavayê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyên Perîşan Çelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk îro di saetên serê sibehê de ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin girtin. Cenaze ji bo definkirinê birin gundê Şahê yê Geverê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Oznûr Bartin, Vezîr Parlak û Onur Duşunmez, endamên Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li merasîma definkirina cenazeyan bûn. Endamên Dayikên Aştiyê cenazeyê Akçelîk birin. Akçelîk û kurê wê bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin definkirin.

Hevserokê HDP’a Colemêrgê Lokman Ozdemîr piştî definkirina cenazeyan axivî û wiha got: “Serê hemû kurdên birûmet sax be. Em ê têkoşîna dayikên xwe bidomînin. Ev têkoşîn dê nîvco nemîne.”

Li cem zarokên xwe hate definkirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kurê Akçelîk endamê HPG’ê Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) û keça wê endama YPS-JİN’ê Evîn Akçelîk (Nûda Gever) di dema qedexeyên derketina derve yên Nisêbîn û Geverê de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Akçelîk û kurê wê jî li cem cenazeyên zarokên wê hatin definkirin.